KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP’ê bang li hilbijêran kirin: Li her derê xwedî li sindoqan derkevin
Du roj mayî ji hilbijartinên xwecihî re xebatên HDP’ê bê navber dewam dikin. HDP’ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bang çûna ser sindoqan li her kesê kir. -
Bûldan: Divê her kes biçe ser sindoqan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bibîr xist ku dema hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate kirin aramî li welat hebû. Bûldan got: “Pir kêm maye wê AKP biçe.” banga her kes divê biçe dengê xwe bikar bîne, kir. -
HPG: Li Bazîdê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 27’ê Adarê de ya li navçeya Bazîd a Agiriyê ya li dijî qereqola Vedat Ozkaya 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Polîs ji balonên bi wêneyê Leyla Guven tirsiya!
Balonên bi wêneyên Leyla Guven ku ji bo konvoya wesayitan a HDP'ê ya li Amedê hatin amadekirin, tirs berda dilê polîsan. -
Derewên qeyûmê Şaxê
Qeyûmê Şaxê Hamza Turkmen got, ''Şaredariya DBP'ê 80 trîlyon deyn hişt''. Derkete holê ku ev gotina qeyûm derew e. -
Li Wanê û Rihayê 14 kes hatin girtin,11 kes hatin destgîrkirin
Li Şaxê 14 kes hatin destgîrkirin, li Wêranşarê 11 kes, ku di nav wan de namzetên endamên meclîsa şaredariyê ya HDP'ê jî hebûn, hatin destgîrkirin. -
Beden dihele, biryardarî dibişikive
Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn, ku hem li girtîgehê hem jî li malê 24 saetan li ber Leyla Guven e, qala rewşa dawî ya Leyla Guven kir. -
Kasûn: Gelê Dersimê wê şaredariya xwe radestî nûnerên xwe bike
Îbrahîm Kasûn ku 9 salan li Dersimê alîkariya şaredarî û hevşaredariyê kir, diyar kir ku zext, zordarî û hîleyên di dema hilbijartinê de tên kirin wê bi ser nekevin. -
Gerîlayan ji çalakgeran re name şandin: Dilê me bi we re ye
Gerîlayan ji çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê re name şandin. Di nameyê de hate gotin, "Çalakiya we wê bi ser bikeve. Dilê her gerîlayî bi we re ye." -
Niştecihên Çewlîgê: Bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire
Niştecihên Çewlîgê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê gotin: “Êm ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan. Em bang li dewletê dikin ku li gor hiqûqa xwe tevbigere. Bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire." -
Colemêrg bi HDP'ê re bû yek
Colemêrg amade ye ku şaredariya xwe ya hatiye desteserkirin jinûve bi dest bixe. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariyê Seher Kadîroglû Ataş got, "HDP û gel li vir bûye yek. Cudahî di navbera gel û HDP'ê de nîne." -
Karayilan: Ruhê berxwedanê ji niha ve mizgîniya azadiyê daye
Karayilan Hefteya Lehengiyê û berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û got, "Ruhê berxwedanê ku di şexsê Leyla û Nasiran de tê nîşandan, mizgîniyê dide ku ev têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve." -
Li Îdirê 9 HDP’yî û DBP’yî hatin girtin
Ji 15 rêveberên HDP’yî û DBP’yî ên li Îdirê hatin destgîrkirin, piştî 12 rojan bi şûnde derxistin pêşberî dadgehê. Ji 15 kesan 9 kes hatin girtin. -
Li Hewlêrê krîza siyasî: PDK û Goran li hev kirin
Ji bo ji nû ve Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê aktîv bibe PDK û Goran li hev kirin. Di vê çarçoveyê de bi îmzeya 68 parlementerên her du partiyan pêşnûmeyasayek pêşkêşî meclîsê hate kirin. -
Temellî bi şêniyên Sûrê re civiya
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Sûrê bi gel re civiya. Temellî ji bo mîtînga sibê banga tevlêbûnê kir. -
Bûldan: AKP a çûyînê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir, AKP wê 31'ê Adarê derseke mezin ji gel werbigire. Bûldan bi bîr xist, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin û xwest, tavilê dawî li tecrîdê bê anîn. -
Sarisaç: Zindanan timî pêşengî ji şoreşê re kirin
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser zextên li girtiyan tên kirin û got, girtîgehan timî pêşengî ji şoreşan re kirine. -
NPG: Ruhê hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ye
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Hefteya Lehengiyê pîroz kir û diyar kir, "Ruh û sekna leheng a hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ya gelê me ye. Hevrê Egîd lehengekî rasteqîn e ku wê timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn." -
Namzetên Serêkaniyê: Em ê şaredariya xwe ji AKP’ê rizgar bikin
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman diyar kirin, êdî şêniyên Serêkaniyê bêriya serdema ku deriyê şaredariyê li wan bê vekirin kirine û gotin: "Teqez em ê bi ser bikevin." -
Nasir Yagiz 128 roj in di greva birçîbûnê de ye
Nasir Yagiz 128 roj in bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe. -
HDP’yî mal bi mal digerin
Namzetên HDP’yî çend roj mayî ji hilbijartina xwecihî re xebatên xwe didomîne. Namzet li bajaran serdan gel dikin û peyamên wê bi hev re bajarên xwe bi rê ve bibin didin. -
Bûldan: AKP biçe wê krîz jî biqede
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Heta ku AKP hebe wê li Tirkiyeyê krîz jî hebe. Heke AKP têk biçe wê krîz jî biqede. -
Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî hate bibîranîn
Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî (Mejdal Mîrzad) li Şengalê di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. -
Li Wanê mîtînga HDP’ê ya bi heybet
HDP’ê li Wanê mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku di 31’ê Adarê de wê Kurd bersiva AKP’ê bidin. -
Fermandarên YJA Star û HPG'ê: Berxwedan çavkaniya me ye-NÛ BÛ
Fermandara YJA Starê Eylem Ronî û Fermandarê HPG'ê Sertav Dogan gotin, "Berxwedan çavkaniya me ye."