KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bajarokê Gunkirî wê 31’ê Adarê bêjin ‘HDP’
Xelkê bajarokê Gunkiri yê navçeya Norşîn a Bedlîsê xwe amade dikin ku 31’ê Adarê dengê xwe bidin ‘HDP’. -
Pinar Aydinlar hate destgîrkirin
Pinar Aydinlar a ku li mîtînga HDP'ê ya Bedlîsê sirûda Herne Pêş xwendî hate destgîrkirin. -
Li dijî Zap û Avaşînê êrîşên hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Zap û Avaşînê barandin. Hate ragihandin ku tiştek bi hêzên gerîla nehatiye. -
Serketina QSD'ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin
Heyetek ji partî û rêxistinên civakî yên sivîl serdana Nûnertiya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê kir û serketina QSD'ê pîroz kir. -
Gerîlayên HPG'ê: Îro wê bibe dîrok, em berxwedanê geş bikin
Gerîlayên HPG'ê Heftiya Lehngiyê pîroz kirin û gotin divê berxwedana greva birçîbûnê were geşkirin. Gerîlayan ev peyam dan: ''Em ê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li Kurdistanê biqedînin''. -
Temellî: Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin
Li Bismila Amedê bi hezaran kes tevlî mîtînga HDP’ê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got ku “Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê hebe, aramî nayê welat. Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.” -
Dadgeriya Tirk biryar da Guven 'bi zorê' tevlî dadgehê bike
5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Leyla Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye bi zorê tevlî rûniştina dadgehê bike. -
Hevalê wî yê li girtîgehê qala Zulkuf Gezen kir
Çiyager Dervîş ku bi salan bi girtiyê PKK'î Zulkuf Gezen re li heman girtîgehê ma, qala bîranînên xwe yên bi Gezen re kir. -
'Gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve û deng bide HDP'ê'
Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê fikarên xwe yên li ser hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê anîn ziman û diyar kirin, gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve û deng bide HDP'ê. -
Wezneya Şaredariya Qersê jî li ber heczkirinê ye
Diyar bû ku ji ber sedema 500 milyon lîre deyn ê şaredariya Qersê ya MHP'ê hemû mal û milkê şaredariyê û dahata wê li ber heczkirinê ye. Ji ber deynan dest li ser wezneya şaredariyê jî danîn -
HDP ji bo şaredariya Tetwanê bi biryar e
Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç anî ziman, gelê Tetwanê ew bi coşeke mezin pêşwazî kiriye. -
Çepnî: Yên tecrîdkirî ne tenê Kurd in
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bal kişand ser karakterê desthilatdariyê û diyar kir, ên tecrîdkirî ne tenê Kurd in û got, tecrîd zext û zordariyek e li ser gelan hemûyan. -
Xebatên HDP’ê didomin: Bi dengekê gelek tişt tê guhertin!
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê didomin. Bang li hilbijêran hate kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê. -
Gerîla li Gabarê li artêşa Tirk xist: 8 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî leşkerên Tirk ên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
HPG: Em 3 hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ku sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir. -
KJK: DAÎŞ bi îdeolojiya Rêber Apo têk çû
KJK'ê serketina li dijî DAÎŞ'ê pîroz kir û diyar kir, "Îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêber Apo kir ku DAÎŞ têk biçe. Li Kurdistanê pêşî li felaketên mezin kir." KJK'ê destnîşan kir, "Bi hêza serketin wê êdî rizgariya Efrînê bikeve rojevê." -
Li Şaxê bi ser 37 malan de girtin, 11 kes hatin destgîrkirin
Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Şaxê ya Wanê polîsên Tirk bi ser 37 malan de girtin. 11 kes hatin destgîrkirin, li ser 26 kesan biryara girtinê hate standin. -
Avci: AKP û MHP’ê wê têk biçin
Namzetê HDP’ê yê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku AKP û MHP bi gefan dixwaze bi ser bikeve lê ew ê di 31’ê Adarê de têk biçin. -
Rewşa Yagiz giran dibe
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 126’an de didome. Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe. Yagiz anî ziman pirsgirêkên tendurisyê giran dibe û hestiyên laşê wî diêşin. -
Gerîlayên HPG'ê: Wê Sêrt xwedî li îradeya xwe derkeve
Gerîlayên ji Sêrtê diyar kirin ku hilbijartina roja Yekşemê gelekî girîng e û bal kişandin ser vî tiştî ku wê gelê Sêrtê dawî li dagirkeriya Erdogan bîne û wê xwedî li îradeya xwe derkeve. -
Li Wanê 11 kes hatin girtin
Ji 25 siyasetmedarên Kurd ên hefteya derbasbûyî li Wanê hatibûn destgîrkirin 11 siyasetmedar hatin girtin. -
Namzetên Dersimê: Em ê faşîzmê qels bikin
Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê diyar kirin, 31'ê Adarê wê dengdan li ser demokrasî û rejîma yek şexsî bê kirin û gotin, faşîzma AKP-MHP'ê wê li Dersimê bê qelskirin. -
Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan
Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û şehîdên çalakiyên canbexşane bibîr anîn. -
Cenazeyê Medya Çinar di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin
Cenazeyê Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi çalakiyeke fedayî şehîd bû, hate veşartin. Di ketina gund de polîsan rê neda ku bi sedan kesên ku dixwestin tevlî merasîmê didin. -
Yagiz: Dema serhildanê ye!
Nasir Yagiz hevalên xwe silav kir ên ku çalakiya fedaî li dar xistine. Yagiz got ku “Divê em rabin serhildanê û şoreşa Rêbertiya Azad û Kurdistana azad a demokratîk ragihînin ji cîhanê re.”