KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Peyama Nasir Yagiz a ji bo Newrozê
Ji bo rakirina tecrîdê 121 roj in Nasir Yagiz di greva birçîbûnê de ye. Yagiz ji bo Newrozê peyamek weşand û got ku “Bi serfiraziya Şoreşa Rojava di sala 2019’an de em ê bigihêjin Kurdistana azad.” -
Newroza Tetwanê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
Bi hezaran kes li Tetwanê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. -
Peyama KCK'ê ya ji bo Newroza Qendîlê: Ev bihar bihara azadiyê ye
Di pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, KCK'ê peyamek şand. Di peyamê de hate gotin, "Ev bihar bihara azadiyê ye." -
Berxwedêrê zindanê Akin: Wê encam bi heybet be!
Sedat Akin ê di zindanê de li dijî tecrîdê ketî greva birçîbûnê, peyamek şande pîrozbahiya Newroza Êlihê. -
Leyla Guven: Em ê tecrîdê bişkînin û gelê xwe azad bikin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven peyamek ji Newroza Amedê re şand û got ku “Rêheval Zulkuf bi pêngava xwe ya berxwedanê dahatûya me ronî kir. Em ê tecrîdê tu carî qebûl nekin.” -
Malbata Zulkuf Gezen agirê Newrozê vêxist
Agirê Newrozê yê li Amedê ji aliyê malbata Zulkuf Gezen ve hate vêxistin, ku Gezen ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kiribû. -
Polîs Newroza li Çewligê asteng dikin
Polîsên Tirk beriya pîrozbahiyên Newroza li Çewligê li gorî kêfa xwe ceza birî. -
Mêvanên rûmetê yên Newrozê malbatên Gezen û Guven bûn
Mêvanên rûmetê yên Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes pîroz dikin, malbatên Leyla Guven û Zulkuf Gezen in. Gelek mêvan jî li pîrozbahiyê hazir bûn. -
Şêniyên Êlihê li dijî tecrîdê herikîn qada Newrozê
Bi dehan hezar kes li Êlihê li dijî tecrîdê herikîn qada Newrozê û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. -
Botan a berxwedêr cejna xwe ya vejînê pîroz dike
Li gelek bajarên herêma Botanê, piştî talan û wêraniya ku rejîma Tirk berî sê salan kir, yekemcar bi rengekî girseyî Newroz hate pîrozkirin. -
Newroza Amedê: Em ê dawî li tecrîdê bînin
Bi sedan hezar kes li Amedê li hev civiyan û bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin' Newrozê pîroz dikin. -
Bi hezaran kes li Qendîlê ji bo Newrozê li hev civiyan
Bi hezaran Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê li Qendîlê li hev civiyan. -
Li Wanê bi sedhezaran kes herikî qada Newrozê
Li Wanê bi sedhezaran kes bi cil û bergên neteweyî û dirûşmeyên berxwedanê diherikin qada Newrozê. -
Berê Amediyan li qada Newrozê ye
Şêniyên Amedê bi qîrîna dirûşmên li dijî tecrîdê ber bi qada Newrozê ve diçin. -
Gerîlayên YRK û HPJ'ê Newroz pîroz kirin
Gerîlayên YRK û HPJ'ê Newroz pîroz kirin. Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger got, "Gerîla wê nehêle ku agirê Newrozê vemire." -
MLKP/Kurdistan: Agirê Newrozê wê rêya me ronî bike!
MLKP/Kurdistan Newroz pîroz kir, ji bo ku tecrîd bi dawî bie û zilma dewleta Tirk biqede bang kir ku agirê Newrozê were pêxistin. -
Kalkan: Newroz, ruh û wêrekiyê dide mirovan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK Duran Kalkan, Newroza 2019'an pîroz kir û got, "Bi pêşengtiya Rêber APO, Newrozên Mazlum Doğanan, egîdbûyîna Egîdan, bi xeta fedaî ya Zîlanan jina Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd ji nû ve çêbûn û gelê Kurd hate afirand." -
Şakir: Ji bo Newrozê gel berê xwe dide Qendîlê
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Şîlan Şakir diyar kir, amadekariyên wan ên ji bo pîrozbahiya li Qendîlê bi dawî bûne û gel ber bi qadê ve diherike. -
Şerîk: Rejîma AKP'ê bi şerê taybet li ser piyan dimîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, AKP ji bêrêxistiniya civakê hêzê digire û got, "Karakterê şerê taybet rejîma AKP'ê li ser piyan dihêle. Ji ber ku ji aliyê aborî û leşkerî ve belav bûye." -
Vîzyona AKP'ê ya li Erdîşê: Girtîgeh û cerdevanî
AKP li Erdîşê di karên xwe yên hilbijartinê de soz dide ku wê gundiyan bike cerdevan û girtîgeha ku tê çêkirin di demeke kurt de biqedîne. -
Bûldan û Bîrdar serdana parlementerên di grevê de ne kir-NÛ BÛ
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal serdana parlementerên di greva bêdawî û bêdorveger de ne kir. -
Parlemeterên di greva birçîbûnê de serdana Guven kirin
Parlementerên li dijî tecrîda li ser Ocalan li avahiya HDP’ê ya bajar di greva birçîbûnê de ne, beriya 21’ê Cejna Newrozê serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 133’ê roj in di grevê de ye kirin. -
Li Rihayê 13 kes hatin girtin
Li Rihayê bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ 13 kes girtin. -
Li ser qelaya Kerkûkê agirê Newrozê hate dadan
Li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek welatiyên bajêr li ser qelaya Kerkûkê ‘Cejna Newroz’ û merasîma bibîranîna Raperînê hate lidarxsitin. Agirê Newrozê li ser qelaya Kerkûkê hate dadan. -
Agirê Newrozê li Şirnexê hate dadan
Li navenda Şirnexê agirê Newrozê hate dadan. Li Silopiyayê jî bang li gel hate kirin ku dakeve qadan.