KURDISTAN
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Hemû Nûçe
-
Li Gimgimê destgîrkirin û girtin
Polîsan hemwext bi ser mal û ofîsa birayê namzetê hevşaredarê HDP’ê yê navçeya Gimgim a Mûşê Behçet Yilmaz, Celal Yilmaz ya li Stenbolê de girtin.
-
Namzetên Agiriyê bi gel re civiyan
Namzetên hevşaredariya Agiriyê li taxan bi gel re civiyan. Abdûrrahman Dogar got; “Baweriya me heye ku em ê serketineke mezin bi dest bixin. Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê ne.”
-
KCK: Divê di Newrozê de kolan û qad tijî bibin
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo 21’ê Adarê cejna Newrozê daxuyanî da û got; “Di Newroza 2019’an de divê di aasta serketina îradeya demokratîk a Kurd ya hilbijartina 31’ê Adarê de kolan û qad tijî bibin.”
-
-
-
-
Dîlok: Vê biharê wê tecrîd bi dawî bibe
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok got, Newroza 2019'an wê rê li ber bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşîna faşîzmê veke.
-
-
-
-
-
-
-
Ektî: Leyla wê biharê bîne
Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 130 roj in di greva birçîbûnê de ye. Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ku bi Leyla Guven re ye got, "Leyla wê bi berxwedana xwe re biharê bîne."
-
-
Rêwîtiya koma Etrûşê ya ber bi qada Rêbertî ve
Ramazan Bozan dema ku li kampa Etrûşê bû sala 1995'an tevî komekê çû qada Rêbertî. Piştî ku 6 mehan li wir ma vegeriya Etrûşê. Bozan qala rê û rêbazên Ocalan ên ji bo qezençkirina mirovan kir.
-
Beştaş: Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne û got, "Li her derê rojeva sereke tecrîd e. Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e."
-
Navê Komkujiya Kurdan: Helepçe
Rejîma Baasê ji bo tinekirina gelê Kurd 16’ê Adara 1988’an Helebçe kîmeyebaran kir, lê rejîma Baasê tine bû, Kurd man û hê jî dimînin. Salvegera Komkujiya Helebçe bi reng û şêwazên cuda tên bibîranîn.
-
Şehîdên Helepçe hatin bibîranîn
Ji bo bîranîna Komkujiya Helepçe bi hezaran kes hatin ba hev. Di bîranînê de berpirsê komkujiyê kujerê Kurdan Seddam Huseyîn hate lenetkirin.
-
-
-
-
-
Bûldan: Kagizman wê careke din bi ser bikeve
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku, “Di 31’ê Adarê de li Kagizmanê wê gel û bîr û bawerî û nasnameyên li vê derê bi ser bikevin. Ew ê gel careke din îradeya xwe deynin holê.”
-
Xizmên windayan li Amed û Êlihê lihev civiyan
ÎHD û malbatên windayan li Amed û Êlihê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiyê de daxwaza rakirina tecrîdê hate kirin û kesên li Helepçeyê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.