KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wê Kaxizman bi HDP’ê nûjen be
Li Kaxizmanê ku yek ji devara qet xizmet lê nehatiye kirin, namzedên hevşaredariyê yên HDP’ê M. Emin Aras û Gogercin Aras diyar kirin ku bi nûnertiya wekhev a gelê Kaxizmanê û feraseteke ku hêza jinê li pêş digire wê bi nûjeniyeke nû li Kaxizmanê xizmet b -
Xewn û xeyalên Nasir Yagiz hêviya bi serketinê mezin dike
Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 113 roj in di greva birçîbûnê de ye, her roj em taybetmendiyeke wî ya nû kifş dikin. Yagiz li gel giranî û westana laşê xwe deriyê xeyalên xwe heta dawî ji me re vekir û vegot. -
Sedat Akin: Canekî me heye, bila ew jî ji vê dozê re be
Sedat Akin ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê girtîbû dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 44'an a çalakiya xwe de hate berdan, greva xwe li mala xwe didomîne. -
Li sê navçeyên Mêrdînê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê
Di çarçoveya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de heyeta HDP'ê serdana 3 navçeyên Mêrdînê kir û gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da. -
Li Kerkûkê 33 şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn
Li taxa Şorcey a bajarê Kerkûkê bi merasîmekê 33 şehîdên 12’ê Adara 1991’an hate bibîranîn. -
Li Amedê 4 çalakgerên greva birçîbûnê hatin girtin
Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li avahiya HDP'a Amedê hatibûn destgîr kirin, 4 jê hatin girtin. -
Temellî: Em ê dawiya wan bînin, şopên wan jî nehêlin-NÛ BÛ
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku bêhiqûqî û bêedaletiya welat wê bi rabûna tecrîdê re bi dawî bibe. Temellî got: “Em ê dawiya van qeyûman bînin, şopa wan jî nemîne.” -
Asayişa Kelar gef li Mehmûd ê di grevê de ye kir
Herêm Mehmûd ê li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ye, ji aliyê asayîşa Kelar ve hate gefkirin. -
Heyeteke ji Başûrê Kurdistanê serdana Guven kir
Heyete ku di nav de siyasetemdar û akademîsyen hene, serdana Leyal Guven a ku li dijî tecrîdê di roja 125’an a grevê de ye kirin. -
Zaroka 9 salî ya ku panzêr lê qelibî, hate ameliyatkirin
Li Silopiyê panzêr li zaroka 9 salî ya bi navê Rûken Elma qelibî. Elma hate ameliyatkirin. -
Gerîlayên YJA Starê lê dan: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên YJA Starê li herêma Bêzelê ya Şemzînanê li leşkerên Tirk ên li ser Girê Sîvrî dan. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. -
Li Dihê 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Dihê û gundên wê 4 kes hatin destgîrkrin. -
Li Parlamentoya Hewlêrê rageşiya 'Nifşê Nû'
Koma Tevgera Nifşê Nû ku Sêşemê tevlî lihevrûniştina Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê bû, ji parlamentoyê hate derxistin. -
Buldan: Divê tecrîd zûzûka rabe
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got ji bo dahatûya welêt divê tecrîd zûzûka rabe. -
Amed: Bi çirûska Leyla Guven em agirê Newrozê geş bikin
Gerîlayê HPG'ê Xalis Amed Newroz li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in Newroza îsal ji bo gelê me bibe rojeke nû, rojeke serketinê." -
Li Patnosê 138 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa T a Patnosê 138 girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hicreyên yek kesî!
Kadir Kaplan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amasyayê di greva birçîbûnê de ye, kirin hicreya yek kesî. -
Berxwedana li Hewlêrê di roja 112'an de ye
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz kete roja 112’an. Her wiha greva bêdawî û dorveger a hemwext jî bi dewrgirtina koma 56’an didome. -
YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin
YPS: Em fermandarê mezin hevrê Çiyager û hemû şehîdên Sûrê ku pê re li barîkatan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe dane bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin. -
Ada: Divê jin di bin banê KBDH’ê de werin ba hev
Di salvegera 3’emîn a avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de, şervana DKP/BOG’ê Aynûr Ada bang li jinan kir ku divê di bin banê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH)’ê werin ba hev. -
3. salvegera HBDH'ê hate pîrozkirin
3. salvegera HBDH’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin. -
'Kengî dewleta Tirk ji Efrînê hat derxistin, DAÎŞ hingî diqede'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir, DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye. Erzîncan got, "Dema ku dewleta Tirk ji Efrînê hate derxistin, hingî dikare bê gotin ku DAÎŞ bi rengekî mayinde bi dawî bûye." -
Bayik: Berxwedana greva birçîbûnê hêrsa Kurdan derxist holê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, çalakgerên greva birçîbûnê hevrêyên rast ên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne û got, berxwedana greva birçîbûnê hêrsa gelê Kurd derxist holê. -
'Ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê li ber dagirkeriya Tirk rabin'
Gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û got, "Bila gelê me yê Başûr vê komkujiyê ti carî ji bîr neke. Li dijî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst jî bila dakeve meydanan û dengê xwe bilind bike." -
Li Mêrdînê 142 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Heta niha li wê girtîgehê 142 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.