KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wekîlên di grevê de ne: Bi ruhê Newrozê emê dawî li tecrîdê bînin
Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û Dersim Dag ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ji bo Newrozê peyam dan û gotin: "Wê bi ruhê agirê berxwedanê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê." -
Bi hinceta dirûşmên dilsoziya bi Guven re qîrkirine, hatin destgîrkirin
Li Mêrdînê bi hinceta duh şev dirûşmên dilsoziya bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di grevê de ye, qîrkirine, 3 jê zarok 8 kes hatin destgîrkirin. -
Her diçe rewşa Nasir Yagiz xirab dibe
Grevên li Hewlêr û Mexmûrê yên li dijî tecrîdê dewam dikin. Her diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz xirabtir dibe. -
Li Wanê li dijî tecrîdê meş hate lidarxistin
Li Taxa Xaçortê ya Wanê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan bi sedan kes meşiyan. -
Xizmên girtiyan: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
Xizmên girtiyan li Şaxa ÎHD’ê ya li Dêrsimê civînek li dar xistin û diyar kirin ku li girtîgehan êşkence heye. Malbatan xwestin xwedî li grevên birçîbûnê werin derketin. -
HPG: Li Îdirê 2 leşker hatin kuştin
HPG'ê ragihand, di du çalakiyên sûîqestê de yên li Eyaleta Serhedê 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Namzetên HDP'ê li nava gel û esnafan bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
Namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan li bajar û navçeyan serdanên xwe didomînin. Gel û esnaf bi kêfxweşî namzetên HDP'ê pêşwazî dikin. -
PDK'ê nehişt heyeta KNK'ê derbasî Rojava bibe -NÛ BÛ
Heyeteke KNK'ê ku dixwest li Rojava hin hevdîtinan bike, ji aliyê PDK'ê ve hate astengkirin. -
Herêm Mehmûd bi hişyariya 'rojiya mirinê' bersiv da gefên asayîşê
Herêm Mehmûd ku li herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 19 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, nerazîbûn nîşanî zextên hêzên asayîşê da. -
Gerîlayên YJA STAR'ê: Çawa ku DAÎŞ têk çû, AKP-MHP jî wê têk biçe
Gerîlayên YJA STAR'ê: 21'ê Adarê berxwedanê tîne bira mirovan û em ê bi rihê berxwedaniyê jî vê rojê pêşwazî bikin. Çawa ku DAÎŞ li Rojavayê Kurdistanê têk çû, wê AKP û MHP jî li hemberî berxwedana gelê Kurd dê têk biçe. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin
Di serdegirtinên malan de li Erzirom û Mersîn gelek kes hate destgîrkirin. Dîsa ji 11 kesên li Gimgimê hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin. -
Polîsan dîsa bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
Polîsên Tirk vê sibehê dîsa bi ser avahiya Bajêr a HDP'ê ya Amedê de girtin. 3 kesên ku beriya niha hatibûn destgîrkirin û piştî ku hatibûn berdan greva birçîbûnê domandin, dîsa hatin destgîrkirin. -
Rewşenbîrên Ewropî dest bi kampanya 'Rojava biparêzin' kirin
Medico International ku saziyeke mafên mirovan e, ji bo dawî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bê anîn, dest bi kampanyayê kir. Gelek rewşenbîrên navdar ên Ewropî mohra xwe danîn binê kampanyayê. -
Gundî li ber gefa qeymeqamê Tirk rabûn
Piştî serdana namzetên HDP'ê ya li gundê Hacikaş a navçeya Erdîşê, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê gef li gundiyan xwar. Gundiyan jî gotin, "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê." -
Prof. Dr. Mîthat Sancar: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, tecrîdkirina Ocalan polîtîkaya şer e û got, "Her kes dizane ku navnîşana aştî, diyalog û muzakeriyan Îmrali ye." -
Li Wanê li dijî tecrîdê rê hatin girtin
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi dehan kesan ji bo protestokirina tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê rê ji trafîkê re girtin. -
Xebatên HDP’ê yên li Wanê bê navber dewam in
Xebatên hilbijartina xwecihî ya li Wanê dewam dikin. Namzetên bi eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin, ji bo 31’ê Adarê peyamên serketinê dan. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Zê û Avaşînê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk 11-13'ê Adarê bombe li herêmên Zê û Avaşînê barandin. HPG'ê ragihand, ji ber bomberdûmanê zerar negihiştiye hêzên wan. -
Navendên Tevgera Azadî û ya RJAK’ê dîsa hatin vekirin
Navendên Tevgera Azadî û ya RJAK’ê ya ku ji aliyê Asayîşê ve hatibû girtin, ji nû ve hate vekirin. -
Bûldan: Dem hatiye ku Erdogan ji desthilatdariyê bê xistin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtînga li Karaçobanê axivî û got, "Dem hatiye ku em êdî wî ji desthilatdariyê daxînin. Gelê me bi biryar e." -
‘Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bersiv in ji komkujiyan re’
KCK: Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bersiv e ji faşîzma 12’ê Adarê re, ji komkujiya 16’ê Adarê ya xwendekaran e û bersiv e ji Komkujiya Gaziyê re. -
HDP'ê Danezana Hilbijartinê ya Amedê eşkere kir
HDP'ê danezana xwe ya hilbijartinê ya ji bo Amedê eşkere kir. Di danezanê de gelek projeyên ji bo jin, zarok, xweza, aborî û zarokan hene. -
Temellî: Tirkiye ketiye krîzeke giran
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got Erdogan ji sibehê heta êvarî dijminatiyê li gel dike û diyar kir Tirkiye di nav krîzeke giran de ye. -
Deklarasyona Newrozê: Em ê bi teqezî bi ser bikevin
KCD, HDP û DBP li gel partiyên din ên Kurd li Amedê bi dirûşma, ''Bi teqezî em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin' Deklarasyona Newrozê ragihand. -
Navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê hatin girtin!
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê navendên Tevgera Azadî û RJAK’ê hatin mohrkirin û girtin!