KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li gelek bajaran ji bo Zulkuf Gezen çalakî hatin lidarxistin
Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî kir, ji bo wî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. -
Polîs ji cenazeyê Gezen tirsiya, êrîşî gel û parlementeran kir
Polîsan êrîşî gel û parlamenteran kir ên ku dixwestin biçin li ser gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kiribû. -
Ji bo Zulkuf Gezen li Wanê meş hate lidarxistin
Girtiyê siyasî û berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Zulkuf Gezen duh roja Yekşemê bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Gezer li Wanê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. -
YBŞ: Êrîşa duh provakasyon e!
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê êrîşa duh êvarê li dijî hêzên wan hatî weke provokasyon bi nav kir û hişyar kir ku artêşa Iraqê di derbarê mijarê de helwesta xwe diyar bike. -
Li Wanê heta hilbijartinan her roj Newroz e
Partiyên Kurd ên ku tifaqa hilbijartinê kiribûn û rêxistinên civakî yên sivîl li Wanê deklarasyona Newrozê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê wê li Wanê wê Newroz ji 21’ê Adarê heta 31’ê Adarê bidome. -
Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz ya ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 118’an de didome. Her diçe tendirustiya Yagiz giran dibe. -
Mamê Gezen: Zulkuf çalakiya fedayî kiriye!
Mamê Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û şehîd bûyî got, "Li gorî agahiyên parêzeran ji girtîgehê wergirtî Zulkuf, çalakiya fedayî pêk aniye." Mamê Gezen, diyar kir ku polîsên Tirk destûr nedaye nimêja wê bê kirin. -
Polîsan êrîşî welatiyan kirin ên çûn ser gora Gezen
Polîsên Tirk êrîş birin ser welatiyên ku çûn ser gora Zulkuf Gezen ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakiya fedayî kir. -
HPG'ê nasnameya şehîdên çalakiya Sîdekanê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di çalakiya Sîdekanê de şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniya doh a HPG'ê de hatibû ragihandin ku di çalakiyê de 23 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Meclîsa Şengalê êrîşa li dijî YBŞ'ê şermezar kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşa hêzên Iraqî ya li dijî YBŞ'ê şermezar kir. Meclîsê diyar kir, "Fêhm kirin ku nikarin îradeya civaka Êzidî bikişînin û êrîşî şervanan kirin." -
Li Wanê bertîla hilbijartinê ya AKP’ê: ‘Çeka danûstendinê’
Rejîma AKP’ê ya ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi zext û zorî û bertîlan didomîne, ji ser şaredariyên ku xesp kiriye bi ‘çeka danûstendinê’ dest bi belavkirina bertîlan kir. -
Komîteya zindanan: Em li ser rêya şehîdan têkoşînê geştir bikin
Komîteya Zindanê ya PKK û PJAK’ê derbarê Zulkuf Gezen daxuyanî da yê ku di zindanê de çalakiyeke fedaî kir. Komîteyê diyar kir ku divê gel xwedî li pêngava berxwedanê derkeve û banga geşkirina têkoşînê kir. -
Li girtîgeha Mereşê her roj gardiyan êrîşî girtiyan dikin!
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Mereşê gardiyan her roj êrîşî berxwedêrên di greva birçîbûnê de dikin. Girtiyên bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, gotin dibe ku ji ber êrîşan mirov bimirin. -
PKK: Tola şehîdan wê bê hilanîn
PKK: Jin û ciwanên Kurd wê li van ewladên hêja yên gelê Kurd û hevrêyan xwedî derkevin û bi serxistina pêngava me ya azadiyê re tola hevrêyên me yên şehîd hilînin. Gerîlayên me yên leheng ji xwe her roj tolê hiltînin. -
Hozat: Divê Kurd teqez biçin ser sindoqan
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî Kurdan polîtîkayên zexel dimeşîne û got, divê Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqez biçin ser sindoqan. -
Gulebax Celal a li Germiyanê dest bi greva birçîbûnê kir
Endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal ji bo bidawîbûna tecrîdê û azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê be dawî û bê dorveger kir. -
Ahmet Turk: Gelê me wê xwedî li partiya xwe derkeve
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, gelê Kurd li dijî zext û zordariyê wê dengê xwe bide rastiya xwe û got, "Gelê me wê xwedî li partiya xwe derkeve." -
KCK: Divê gelê me li ser xeta fedaî ya Gezen berxwedanê geş bike
KCK: Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava 'Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' Zulkuf Gezen derkeve, biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike. -
Gerîlayên HPG'ê: Li dijî êrîşan em ê bibin mertal
Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, wê li ber dagirkerî û talana Dehaqan serî netewînin û li dijî polîtîkayên tinekirinê bibin mertal. -
Qelqelî wê qeyûm û AKP'ê bi hev re bişîne
Navçeya Qelqelî ya Wanê ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 87 ji sedî yê dengan HDP'ê bi dest xistibû, xwe amade dike ku 31'ê Adarê qeyûman tevî tabelaya AKP'ê bişîne. -
Tîryakî: Îzahata tecrîdê nîne
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir, ji aliyê hiqûqî ve ti hinceta tecrîdkirina Ocalan û redkirina daxwazên hevdîtinê nîne û got, ev yek jî dibe sedema berxwedanê. -
Cenazeyê Gezen bi rengekî korsanî hate veşartin
Cenazeyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tekîrdagê di encama çalakiyê de şehîd bû, ji malbatê û HDP'iyan hate revandin û bi rengekî korsanî li Amedê hate veşartin. -
Li Şengalê hêzên Iraqê gule li wesayîta YBŞ'ê reşand
Li Şengalê artêşa Iraqê li nuqteya Tirbika gule li wesayîta YBŞ’ê baran û li ser vê şerekî demkî çêbû. -
Partiyên Kurd ên Kerkûkê: Di Newrozê de alaya Kurdistanê wê were bilindkirin
Li Kerkûkê berpirsên partî û aliyên siyasî yên Kurd li ofîsa Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bêyî beşdarbûna PDK’ê li hev civiyan. -
Greva birçîbûnê ya Silêmaniyê di roja 94’an de didome
Greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê hatiye destpêkirin di roja 94’an de ji aliyê koma 48’an ve hate dewrgirtin.