KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Bilind kirina berxwedanê geş kirina agirê Newrozê ye’
Gerîlaryên HPG û YJA Starê, Newroz pîroz kir û gotin: “Newroz, bi ruhê berxwedaniya zindana Amadê re tê pêşwazî kirin û di vê biharê de rêheval Leyla meşaleya Newrozê bilind dike.” -
‘Eniya Tirkmen naxwaze Newroz li qelaya Kerkûkê were pîroz kirin’
Li Kerkûkê eniya Tirkmen siyaseta Tirk a dijî gelê Kurd dimeşîne û naxwaze li ser qelaya Kerkûkê Newroz were pîroz kirin û merasîma bibîranîna Raperînê were lidarxistin. -
Malbatên girtiyan: Zarokên me mafdar in; divê demildest tecrîd rabe!
Malbatên girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne, ji mirina Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kiri, her kes berpisyar dît. Malbatan diyar kirin ku demildest divê tecrîd rabe û peyama; “Em li pey zarokên xwe ne û ji rêya wan venagerin” dan. -
Temellî: Biratî nîne; hemwelatiyê wekhev heye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî got; “Destpêkê dibêje ‘birayê min’, piştî hilbijartinê îşareta gurî dike. Biratî nîne li vî welatî her kesê dijî hemwelatiyê wekhev e.” -
Stranbêj Diyar serdana Yagiz kir
Stranbêjê Kurd Diyar Dersim, serdana çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz kir, ku Yagiz ev 119 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. -
Konseya Fermandariyê ya HPG'ê plansaziya şerê 2019 amade kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) encamê civîna şeş rojan a Konseya Fermandariyê ya HPG'ê eşkere kir û plansaziya şer a sala 2019'an ragihand. NPG'ê diyar kir, gelek biryarên girîng hatine wergirtin. -
Polîsên Tirk gaz avête ser çavê wekîla HDP'ê
Li Mêrdînê di dema protestokirina operasyonên qirkirina siyasî de polîsê Tirk raste rast gaz avête ser çavê wekîla HDP’ê Pero Dundar. -
Projeyên namzetên Wêranşarê çi ne?
Namzetên HDP’ê yên şaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay diyar dikin ku ew ê rûyê bajêr ê ku qeyûm ew wêran kiriye, ji nû ve ava bikin. Namzetan qala projeyên xwe kirin. -
Gel ji bo sersaxiyê serdana malbata Gezen dike
Ji bo Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir, serdanên sersaxiyê didomin. Goristan ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. -
Ji Komalên Ciwan danezana Newrozê
Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo ciwanan danezana Newrozê weşand, wiha bang li ciwnan kir: ''Newrozê û ciwanan bikin yek, derba kujer li faşîzmê bixin''. -
Îrgî: Em ê şaredariyan ji dizan bistînin bidin gel!
Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Îkram Îrgî got, "Gelê me dibêje wê dizên ku vîna wan desteser kiriye nas nekin. Em ê jî şaredariyên xwe yên ku dizan desteser kirine bigirin û bidin gel. -
Newroz li Zagrosan hate pîrozkirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li çiyayên Zagrosan Newroz pîroz kirin. -
Komîteya Malbatên Şehîdan: Em li ser şopa hevrê Zulkuf Gezen in
Komîteya PKK’ê ya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan re ji bo Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî got ku “Em ê tola şehîdan bistînin û em ê alaya Kurdistana Azad li Sûrên Amedê li ba bikin.” -
Elîf Ronahî: Hevrê Sema xwe bi agirê Newrozê azad kir
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bi wesîleya Newrozê Sema Yuce bi bîr anî û bal kişand ser dilsoziya Yuce ya bi bîrdoziya rizgariya jinê ya Ocalan. -
PAJK: Çalakiya hevrê Zulkuf meşaleya ronahiyê ye
PAJK: Di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan, meşaleya ronahiyê ye,ya ku qet venamire. -
HBDH: Dem dema azadiyê ye
HBDH'ê diyar kir, Newroz ji nû ve vejîn e, serhildan e û ragihand, "Dem ew dem e ku em bi dest îradeya xwe şer bikin û azad bibin. Ji her demê bêhtir dema têkoşîn û berxwedana hevpar e." -
Êzîdiyên Efrînê: Bi têkoşîna me rojên tarî wê ronî bibin
Êzîdiyên ji Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker çi bike bila bike wê têkoşîna xwe bidomînîn, heya xaka xwe rizgar bikin û vegerin ser xaka xwe ya azad. -
Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê hate destgîrkirin
Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Selahattîn Kolanç hate destgîrkirin. -
Huso: Li Efrînê dewleta Tirk bû DAÎŞ!
Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso diyar kir ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir û ket krîzê. Ayşe Huso got ku “Her roj nûçeyên cînayet, revandin û tecawizê tê. Lê divê were zanîn ku wê Efrîn were azadkirin.” -
PKK: Bi vê pêngavê re wê têk biçin
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, bi berxwedaneke yekbûyî û dîrokî ya li ser xeta serketinê ew Newrozê pêşwazî dikin û ragihand, "Zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker têkçûna xwe di nava vê têkoşîna dîrokî de dibîne." -
Dundar: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê li her qadê bidome
Wekîla HDP'ê Pero Dundar anî zimna, li her tax, kolan û malên Kurdistanê rojeva sereke tecrîd e û got, "Her kes zane ku mûxatabê çareseriyê Ocalan e." -
Nasir Yagiz: Ew ê nikaribin pêşî li serhildana bi heybet bigirin
Nasir Yagiz berxwedêrê greva birçîbûnê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane kir bi bîr anî û got, "Yên ku têkçûn û tirsê ferz dikin, çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li serhildana canbexşane ya bi heybet bigirin." -
Tevî hemû astengiyan qurnefîl li ser gora Gezen hate danîn
Xelkê Amedê tevî hemû astengiyên polîsên dewleta Tirk qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen ê cenazeyê wî ji aliyê dewletê ve hate revandin û defin kirin. -
Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê, di serdanên ji bo gel û ensafan bi eleqeyek zêde tê pêşwazîkirin. -
Girtiyên PKK û PJAK’ê: Em ê dev ji berxwedanê bernedin
Girtiyên PKK û PAJK’ê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir bi bîr anî û got; “Li hundir em li ber xwe didin, ji derve em bang li we dikin ku li dijî faşîzmê deng derxînin.”