KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dayika ji Rojhilatê Kurdistanê Newroz li Leyla Guven pîroz kir
Piştgiriya ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Dayê Zeyneb ya ji navçeya Leylaxî ya Rojhilatê Kurdistanê bi dîmenekê cejna Newroz li Guven û çalakgerên grevê pîroz kir. -
Gerîla li Îdir û Colemêrgê lê da: Herî kêm 3 leşker hatin kuştin
HPG'ê li Îdir û Şemzînanê li leşkerên artêşa Tirk xist. Li Çelê jî bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî li dijî alaya leşkerî û qereqolê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. -
Namzedên HDP'ê yên Çewligê: Em ê şaredariyê ji AKP’ê bistînin
Namzedên hevşaredariya Çewligê yên HDP’ê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, projeyên xwe vegotin û diyar kirin ku wê şaredariyê ji AKP’ê bistînin û projeyên xwe bi gel re pêk bînin. -
Buldan: Li qadên Newrozê vîna bi milyonan hate dîtin
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got AKP û çapemeniya wê ji milyonan kesên ku duh li Newrozê hatine cem hev tirsiyane. -
Pîrozbahiyên Newrozê li kolanên Wanê didomin
Piştî pîrozbahiya bi heybet a Newrozê ya li Wanê, şêniyên bajêr kolanan cejna xwe pîroz kirin. -
Roj bû 122: Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe
Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Ocalan, di roja 122'an û Fedîle Tok roja 62'an de ye. -
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê deklarasyon dan
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deklarasyonek dan. Girtiyan gotin daxwazên wan ên bi 7 xalan heta ku bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin. -
KNK: Ronahiya Kurdistanê tarîtiya DAÎŞ'ê pûç kir
"Di şerê dijê DAÎŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serketineke gelek mezine. Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin." -
Gelê Dîgorê wê dawî li dagirkeriya qeyûm bîne
Gelê Dîgor xwe amade dike ku dagirkeriya qeyûman bi dawî bike û ji nû ve şaredariya xwe bi xwe bi rê ve bibe. -
Artêşa Tirk Newrozê jî bombe li Sîdekan barand
Balafirên şer ên Tirk di saetên şevê de bombe li gundên Sîdekan a ser bi bajarokê Soran a girêdayî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bombe barand in. -
Newroza Qendîl bi gerandina govendê ve bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîl a bi tevlîbûna bi hezaran hate kirin, bi gerandina govendê ve bi dawî bû. -
Kemal Kûrkût li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
Kemal Kûrkût ê berî 2 salan li Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hate hefkirin û qetilkirin, ji aliyê HDP, KCD, BDP’yiyan ve li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn. -
Li Çewlig û Depê bi hezaran Newroz pîroz kirin
Bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz li Çewligû Kerboranê hate pîrozkirin. -
Li Şirnex û navçeyên wê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Li Şirnex, Qilaban û Hezexê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Li qadan peyama ‘Ev der warê Haci Bîrlîk û Mehmet Tûnç e’ hate dayîn. -
Newroza Êlihê: AKP têk diçe, em bi ser dikevin
Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Hate diyarkirin ku AKP têk diçe. -
Li Newroza Qendîlê peyamên yekîtiya neteweyî hatin dayîn
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê hate kirin de, peyamên yekîtiya neteweyî hatin dayîn û ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. -
Newroza Cizîrê: Bi deh hezaran kesan peyama berxwedanê dan
Li Cizîrê ya bi ser Şirnexê ligel ku zextên dewletê hebû jî bi deh hezaran kes daketin kolanan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê û Zulkuf Gezen hatin silavkirin ê ku çalakiyeke fedaî kiribû. -
Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
Kemal Kûrkût ku berî 2 salan di dema pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Bi deh hezaran li Newroza Mêrdînê hatin ba hev
Li navçeyên Nisêbîn û Midyad ên Mêrdînê bi deh hezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. -
Dîlokê silav da berxwedêran
Şêniyên Dîlokê herikîn qada Newrozê. Parlamenterê HDP'ê Mahmût Togrûl berxwedana li dijî tecrîdê silav kir. -
Ji Agirî heta Konyayê bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin
Li Agiriyê ligel ku zextên polîsan hebû jî bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Li Konyayê jî agirê Newrozê hate vêxistin. -
Li Amedê, piştî Newrozê polîsan êrîşî gel kirin
Polîsên Tirk piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê êrîşî gel kirin. -
Amedê peyam da: Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin
Bi sedan hezar kes li Amedê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê dawî li tecrîdê bînin û faşîzma AKP'ê têk bibin. -
Newroza dîrokî ya Wanê: Bi sed hezaran kes li dijî tecrîdê rabûn
Li Wanê weke her salê îsal jî Newroz li Qela Wanê hate pîrozkirin. Bi sed hezaran kes li dijî tecrîdê peyamên berxwedanê dan. -
Xelkê Rihayê qedexe û astengî nas nekirin
Li Rihayê tevî astengî, gef û destgîrkirinê jî Newroz bi coş û heybet hate pîrozkirin.