KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Surgut: Wê nikaribin li ber berxwedanê rawestin!
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 81'ê de ye. Ji berxwedêran Surgut got, "Dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Eger ev berxwedan bi biryardarî bidome wê nikaribin li ber me bisekinin." -
Başaran: Rakirina tecrîdê daxwaza hemû Kurdan e
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku “Ev daxwaz, ya hemû gelên Kurd e. Desthilatdarî gefan li ser dahatûya welat dixwe.” -
HPG: Em şehîdên Botanê bi hurmet bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku 218'an şehîd bûbûn ragihand. HPG'ê got, ''Em ji bo xwe mîna peywirekê dibînin ku 6 hevrêyên xwe yên leheng ku li dijî operasyona dewleta Tirk a faşîst a li ser Qada Botanê bi rihekî fedayî têkoşîne, bi bîr bînin.'' -
Balefirên şer ên Tirk qadên gerîlayan bomberdûman kirin
Balefirên şer ên Tirk qadên Zap, Avaşîn û Xakurkê bomberdûman kirin. HPG’ê diyar kir ku di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Dr. Mehmûd: Ev çalakiyeke şoreşgerî ye
Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd di roja 107’an a çalakiya gireva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê serdana Nasir Yagiz kir. Dr. Mehmûd anî got: “Çalakiya we çalakiyekî şoreşgerî ye û dengê we gihiştiye her kesê.” -
Fermandarên YJA Starê: Vê biharê wê tecrîd bişike
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar, 8'ê Adare û grevên birçîbûnê nirxandin. -
Peyama Kongra-Gel a 8’ê Adarê: Wê berxwedana civakî mezintir bibe
Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhane bi peyamekê pîroz kir. Kongra-Gel got ku, “Berxwedana civakî wê bi têkoşîna jinan geştir bibe û ew ê di 31’ê Adarê de derbeyeke mezin li faşîzmê were xistin.” -
Girtiyên li Rihayê: Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê bidome
Baroya Rihayê bi girtiyên li girtîgehên li Rihayê di greva birçîbûnê de ne, hevdîtin kir. Baroyê diyar kir ku nêzîkatiyên nebaş li girtiyan tên kirin û ragihand, girtî dibêjin "Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê berxwedana xwe bidomînin." -
KNK: Bi yetkîtiyê em baviksalarî û faşîzmê têk bibin!
Komîsyona jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê 8’ê adarê pîroz kir. Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîn, berxwedan û yekîtiya neteweyî. -
Rojeke Nasir Yagiz a grevê
Nasir Yagiz ê ku Hewlêrê li dijî tecîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 107 roj in di grevê de ye, tevî giranî û bêtaqetiyê jî bi moral û biryar e. -
Xelkê Mêrdînê: Em ê qeyûman di binê sindoqan de bihêlin
Nîştecihên Merdînê diyar kirin ku di 31’ê Adarê de hilbijartin wê di nava gel û qeyûman de pêk bê û dan xuyakirin ku wê qeyûman di binê sindoqan de bihêlin. -
Ji Nasir Yagiz peyama 8'ê Adarê: Ev bihar wê bibe ya serfiraziyê
Nasir Yagiz ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe greva birçîbûnê didomîne, bi baweriya ku 8 'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê azadiyê bîne, pîroz kir. -
Ji bo jinên Deştadarê bû namzet
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Asya Arslan got, ew ji bo jinên li bajarok bûye namzet. -
Xemla Çarçella ya zivistanê
Çarçella bi bilindahî û bedewiya xwe cihekî bi heybet e. Dema ku bi berfê jî xemilî, hingî dibe devereke bêhmpa ku mirov jê têr nabe. -
'Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne'
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Serdar Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê ye ku 76 roj in di grevê de ye. Bavê Şahîn Mehmet Emîn Şahîn got, "Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne." -
Xebatên hilbijartinê ya HDP’ê yên li Amedê dewam dikin
Xebatên hilbijartinê yên hevşaredariyê yên HDP’ê yên li bejahî, navçe û bajar bê navber dewam dikin. HDP’yiyên li navçeyên Amedê bi gel re civiyan govend gerandin. HDP’yiyan gotin ku wê qeyûman bişînin cihên jê hatine. -
Temellî tevlî şahiya vekirina boroya hilbijartinê ya Bedlîsê bû
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Bedlîsê bi gel re civiya derxistina cenazeyên li Goristana Garzan bibîr xist û got: “Goristanan hildiweşînin, cenazeyan derdixe. Ev dijminahiyek çiqas xedar e.” -
Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê li Mêrdin û Agiriyê dewam kir
Xebatên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyên HDP’ê didomin. Di çalakiyên li Mêrdîn û Agiriyê de hate gotin ku ew ê 31’ê Adarê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin. -
Bûldan: Wê qeyyûm biçin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em ê encameke wisa derxînin holê, qeyyûm bêyî ku li paş xwe binihêrin wê biçin.” -
Temellî: Di 1’ê Nîsanê de em ê çavê xwe li hêviyê vekin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got ku, “Wekî Leyla Guven em ê jî li hemberî tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin”û diyar kir ku di 1’ê Nîsanê de ew ê gel çavê xwe li hêviyê vekin. -
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Yerlîkaya hate destgîrkirin
Li Agiriyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya hate destgîrkirin. -
Fatîh Taş bû namzetê HDP’ê yê Pasûrê
Serlêdana namzetê hevşaredariya Pasûrê yê HDP’ê Emîn Ay hatibû redkirin. Ji dêvila Ay, Fatîh Taş bû namzetê HDP’ê yê nû. -
Akin ê di greva birçîbûnê de: Em dikarin tecrîdê bişkînin
Sedat Akin ê ku di greva birçîbûnê de ye got ku “Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê me dengê xwe bilindtir bike.” -
Bûldan: Wê gelê Erdîşê îradeya xwe deyne holê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Erdîşê got ku “Gelê Erdîşê gelekî serbilind û bi rûmet e. Wê ev serbilindî û rûmet di 31’ê Adarê de îradeya xwe bide nîşandan.” -
Temellî gote Erdogan: Em li vir in, tu yê biçî!
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got AKP wê bersiva xwe di sendoqê de bistîne, bal kişande ser dijminatiya Erdogan a li Kurdan û got, ''Heke fihêt neke wê qoqê serê me bipîve. Em li vir in lê tu yê biçî.''