KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gel êşên nakokiyên PDK’ê û Bexda dikişîne
Ji ber nakokiyên hikûmeta PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraq Bexdayê gel mexdûr dibe. Ev du roj in înterneta herêma Mexmûr û gundewarên derdor ji bo demeke nediyar hatine qutkirin. -
31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê 31 herêmên dikevin navçe û bajarê Colemêrgê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ ragihand û ji çûn û hatin re qedexe kir. -
HDP’ê li Geverê mîtîngek biheybet lidar xist
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Geverê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin û Bûldan got; “Li her cihê ku di sindoqan de bidestnexistî qeyûm tayîn kirin. Qeyûman şaredarî xiste nava deynan de.” -
Li navçeyên Wanê xebatên 8’ê Adar û hilbijartinê didomin
Li navçeyên Wanê serî de Qelqelî û Serayê li gelek navçeyan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. -
Bûldan: Wê gel bersivek mezin bide ‘Maho Axa’!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Colemêrgê axivî û li dijî hedef nîşandana partiya xwe got: "Dibêjin 'terk bikin.' Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne." -
Li Kerkûkê partiyên Kurdistanî li hev civiyan
Li Kerkûkê bi beşdarbûna nûnerên partî û aliyên Kurd civîneke hevbeş hate lidarxistin. -
Dayîka Plaza de Mayo: Heke tecrîd ranebe wê trajediyeke mezin pêk were
Dayika Plaza de Mayo, Nora Morales Cortînas çû serdana çalakgera greva birçîbûnê, parlementera HDP’ê Dêrsîm Dag. -
Çalakger Dêrsim Dag: Em li vir in!
Parlementera HDP’ê Dêrsim Dag a ku li Amedê di greva birçîbûnê de ye, bersiv da Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû yê ku talîamata destgîrkirinê daye. Dag got ku, “Em li vir in û berxwedana me didome.” -
Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê ji bo 8'ê Adarê peyam dan
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê banga xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan kirin. -
Gerîlayan li Lêlikanê li dagirkeran xist
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Lêlîkan ê Sîdekanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. -
Karayilan: Heta ku AKP hebe DAÎŞ naqede
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir, DAÎŞ neqediya ye, lê projeya dewletê tasfiye bûye û got, "Heta ku AKP hebe DAÎŞ naqede. Yê ku DAÎŞ'ê û çeteyên din xwedî dike Erdogan e." -
TJA'yê destgîrkirina berxwedêrên li Amedê şermezar kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber destgîrkirina berxwedêrên ku roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da. -
Li Silêmaniyeyê koma NRT û endamên Nifşê Nû hatin destgîrkirin
Ji bo şermezarkirina destgîrkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû li ber dadgehê xwepêşandana protestoyî hate lidarxistin, lê xebatkarên NRT'ê û gelek kes di xwepêşandanê de hatin destgîrkirin. -
'Bi Clara Zetkîn dest pê kir, bi Leyla Guven geş dibe'
Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê li çiyayên azad ên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin. -
Îrmez: Em ê bajarê xwe ji qeyûman paqij bikin
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez got, "Sekna gel a li dijî qeyûman eşkere ye, bi hilbijartinê re em ê qeyûman hemûyan ji bajarê xwe biavêjin." -
Namzeta HDP’ê ya hevşaredariya Çewligê Senem Çakas e
Piştî ku namzetiya hevşaredariya Çewlikê ya Hatîce Kavran ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr hate redkirin, HDP’ê ji bo namzetiya hevşaredariyê Senem Çakas nîşan da. -
Endamên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de hatin destgîrkirin
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de 6 endamên HDP’ê li avahiya bajêr a HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûn. Polîsan girtin ser avahiyê û 5 kes destgîr kirin. -
Ji ber greva birçîbûnê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Amedê
Ji ber greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Amedê. -
Heyeteke ji Norwêcê çû serdana Yagiz
Li ser navê saziya civakî ya Solîdarîtet Med Kurdî Stan heyetek çû serdana Nasir Yagiz ê ku li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Heyetê di serdanê de piştgiriya xwe ya ji Yagiz re diyar kir û nameyek da Yagiz. -
Li Kelarê Şeyma Ednan dest bi greva birçîbûnê kir
Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Kelarê Şeyma Ednan dest bi greva birçîbûnê ya mehekê kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Metîna û Zê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Metîna û Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên gerîla. -
Rewşa Yagiz fikaran giran dike
Rewşa Nasir Yagiz ku ev 103 roj in li Hewlêre di greva birçîbûnê de ye her ku diçe girantir dibe. Yagiz êdî nema mirovan nas dike. -
Hunermend Çat û Arzû serdana Leyla Guven kirin
Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin ku 116 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Bûldan: Ne mafê Serokkomar e ku me ji welatê me biqewirîne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Qilabanê axivî, bal kişand ser zextên li partiya wan tê kirin û got, "Her ku ew digirin em mezin dibin, em bêhtir li hev kom dibin." -
Temellî: 31'ê Adarê em ê li dahatuya xwe xwedî derkevin
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî li Tozanê ya Îdirê axivî û got, ''31'ê Adarê em ê biçin ser sendoqan û li dahatuya xwe xwedî derkevin. 31'ê Adarê ji sendoqan wê demokrasî, aştî û HDP derkeve.''