KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zelal Bîlgîn qala Leyla Guven kir
Rêvebera KCD'ê Zelal Bîlgîn ku bi Leyla Guven re dimîne, qala rewşa tenduristiyê ya Guven, îrade, bawerî, biryardarî û hêviya wê kir. -
Xebatên hilbijartinê yên li Wanê didomin
Li Wanê xebatên hilbijartinê bê navber dewam dikin. Îro xelkê Wanê ji bo protestokirina tecrîd û piştevanîkirina bi Leyla Guvenê re meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Leyla yê’ hate qîrkirin. -
Namzetiya Serap Dogan Mûtlû hate redkirin
Namzetiya Serap Dogan Mûtlû a ji bo hevşaredariya navçeya Dep a Xarpêt ya HDP’ê bi biryara mîsogerî hate redkirin. -
Artêşa Tirk gundên Bradostê topbaran kir
Şevê din artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Bradostê topbaran kir. -
Yagiz tedawî red kir, çalakiyê didomîne- NÛ BÛ
Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. -
Gerîlayan êrîşa hewayî birin ser Baregeha Hacilar a Silopya
HPG'ê ragihand hêzên wan bi amûra firoke êrîş birine ser Baregeha Leşkerî ya Hacilar a Silopya ya Şirnexê. Avahiya ku bûyî hedef 4 caran hate bombekirin. -
Têkildarî destgîrkirinên li Behdînanê raporek pêşkêşî NY'yê hate kirin
Asayîşa PDK’ê li Behdînanê di meha Çile de di dema xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk de bi dehan kes destgîr kiribû. Têkildarî rewşa kesên hatine destgîrkirin raporek pêşkêşî Netewên Yekbûyî (NY) hate kirin. -
Gerîla li Bazîdê lê da: 6 leşker hatin kuştin
HPG'ê ragihand, 21'ê Sibatê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk bi çalakiyeke sabotajê hatiye îmhakirin û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Namzetiya Ozdemîr ê HDP’yî cara duduyan hate redkirin
Namzetiya Hevşaredariyê yê Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr hatibû redkirin. Îtîraza li hemberî vê redkirinê jî hate redkirin. -
'Peywireke mezin dikeve ser milê yên li derve'
Bavê girtiyê bi navê Mîkaîl Mûngan diyar kir ku kurê wî gotiye, peywireke mezin dikeve ser milê yên li derve. -
Yagiz nema baş dibîne, nema baş dibihîze!
Nasir Yagiz ku 98 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, nema baş dibîne û dibihîze. -
Bayik: Berxwedêrên greva birçîbûnê destaneke dîrokî dinivîsînin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê destaneke dîrokî dinivîsînin û got, "Ev destan wê bibe bingeh ji destaneke mezintir a siberojê re." -
Li Bedlîsê 4 kes hatin girtin
Beriya bi dur rojan li navenda Bedlîsê û li navçeyên wê Tetwan û Norşînê polîsên Tirk bi çarçoweya qirkirina siyasî bi ser malan de girtibû û 11 kes destgîr kiribûn. Ji van 11 kesan 4 kes hatin girtin. -
Derewa AKP’ê ya ku dibêje me 12 milyar veberhênan li Colemêrgê kiriye
Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê AKP’ê Mûrat Kûrûm îddîa kir ku di serdema AKP’ê de 12 milyar veberhênan li Colemêrgê hatiye kirin. Ev gotin bû sedema nerazîbûnan. -
'31'ê Adarê em ê dawî li hişmendiya dagirker bînin'
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Pasûrê Ay û Emîn diyar kirin, wê 31'ê Adarê qeyûman bişînin û bi projeyên xwe pirsgirêkên ji ber qeyûman rû dane ji holê rakin û xizmetê ji gel re bikin. -
Sermend: Ji ber nakokiyên PDK'ê û YNK'ê rewşa Kerkûkê aloz e
Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê ku Başûrê Kurdistanê 51 ji sedî xaka xwe windakir, pirsgirêkên di navbera desthilatdariya Kurdî de zêde bûne. Pirsgirêka sereke ya nava aliyên Kurdî pirsgirêka Meclîsa Kerkûk û waliyê Kerkûkê ye. -
Kalkan: Derfetên faşîzmê qediyane
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, eger HBDH û pêkhateyên wê seferber bibin, wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin ku li hundir û derve derfetên xwe kêm mane. -
Namzetên HDP'ê: Em ê dersek mezin bidin qeyûman!
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li navçeyên Şemrex û Dêrik ên Mêrdinê buroya hilbijartinê vekir. -
Di 'Doza Nisêbînê' de sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin
Di 'Doza Nisêbînê' de dadgehê nehişt ku malbat têkevin eywanê. Girtiyan jî ev biryar protesto kirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. -
Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Wan, Çewligê, Agirî û Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi gel re civiyan û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin. -
Qeyûm hemû milkên şaredariyê dewrî Bîlal Erdogan kiriye!
Namzetê hevşaredariya Peyasa Amedê yên HDP’ê Necatî Pîrînççîoglû diyar kir ku qeyûman bi sed milyonan lîrayan milkên şaredariya Peyasê dewr kirine. Di nav wan saziyan de yên ku milk dewrî hatine kirin, TÛRGEV jî heye ya ku Bîlal Erdogan bi rê ve dibe. -
Li Başûr çi pêk tê?
Parlementoya Başûrê Kurdistanê ew ê sibê bicive. Ew ê îro heyeteke li ser navê PDK’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re bicive. Wê sibê jî parlemento bicive. Di van civînan de wê zelalbûnek derkeve holê. -
Nasir Yagiz nikare razê, nikare ji şûna xwe rabe
Nasir Yagiz 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bedena wî roj bi roj dihele. Yagiz êdî nema dikare razê, nema dikare ji şûna xwe rabe. -
'Şaredariya Farqînê wê bibe şaredariya gel'
Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Hîlmî Azîzoglû, li ser feraseta xwe ya şaredariyê û projeyên xwe ji ANF'ê re axivîn û gotin, wê biryarên xwe bi gel re werbigirin û bi hev re bixebitin. -
Li Cizîrê vekirina buroya HDP'ê veguherî mîtîngê
HDP’ê li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û ji bo qeyûman got; “Ev diz in û talanker in."