KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Erdîşê 3 kesên din hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê 3 kesên din hatin destgîrkirin. -
Li Pirsûsê êrîş li goristanê hate kirin
Li goristana Pirsûsê gora şehîdên komkujiya Pirsûsê Osman Çîçek, Kasim Deprem û şehîdê komkujiya Enqereyê Yilmaz Elmascan bûn hedefa êrîşekê. -
Bavê Şehîd Ezîz qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd re kir
Hesen Şêx Hesen, bi navê xwe yê din Bavê Şehîd Ezîz ji sala 1989'an heyanî sala 2004'an hewl da fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne civakê. Bavê Şehîd Ezîz qala Rêberê Gelê Kurd û karên xwe yên destpêkê kir. -
Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -5
Xeyalên zarokatiyê bû xeyalên zarokên welatê agir û rojê. Bi hezaran jinên ciwan bi xeyala dîtina Rojê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hesretên mezin di dilên mezin de bûn qirîn. Pênûs bêrîkirênên bê dawî nivîsandin. -
Tecrîd li meclîsa Hollandayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyekî li Hollandayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Nûneran a Hollandayê di dema axaftina wezîrekî de çalakiyek pêk anî. -
Balefirên şer ên Tirkiyeyê Sîdekan bomberdûman kir
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. -
Dayikên Aştiyê serdana Guven kirin: Divê tecrîd rabe
Dayikên Aştiyê serdana Leyla Guven kirin ku 106 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Zê barandin
Balafirên şer ên Tirk, 19 û 20'ê Sibatê bombe li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber êrîşê gerîlayek şehîd bû. -
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2'yan de didome
Di roja duyan de ya Konferansê de gotebêj bi sernava, ''Di serdema modernîteya kapîtalîst de krîza Rojhilata Navîn û arîşeyên ku têne jiyîn'' didome. -
Ciwan li Rojhilata Navîn li çareseriyê digerin
Di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2'emîn de, ku ji 15 welatan bi tevlêbûna 300 ciwanî pêk tê, hate gotin divê ciwan bi hevkarî çareseriyê ji hemû probleman re bibînin. -
Amed: Hilbijartin wê di navbera du xetan de pêk were
Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed diyar kir, 31'ê Adarê di hilbijartinê de wê du xet li dijî hev têbikoşin; Xeta demokrasiyê ku li dora azadiya jinê tevdigere û xeta faşîzma reş û tarî. -
Çavên Leylayê dibiriqin...
''Dema ku ketim vê rêyê min qêrînak da tarîtiyê. Min nizanîbû bê ka ew qêrîn wê bigihije derve yan na lê ez niha dibînim ku ji nav dîwaran derketiye û giha ye... Li Sakîne, Kemal fikirîm û motîve bûm.'' -
'Bi rêya derûnnasan dixwazin dawî li greva birçîbûnê bînin'
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Gûrbet Yavûz diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê bi rêya derûnnasan li gel girtî û malbatên girtiyan hevdîtin pêk tînin û dixwazin girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger berdin. -
Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -4
Gerîlaya YJA Starê Şehîd Nûpelda Dilvîn di lênûsa xwe de ji bo Rêber Apo wiha dibêje; "Tu ne tenê Rêberê gelê Kurd e, tu rêberê mirovahiyê ye, ji ber wê dijmin hewl dide ku ronahiya te ji me qut bike." -
Walîtiya Wanê, çalakiya roja zimanê dayîkê qedexe kir
Walîtiya Wanê, daxuyaniya ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi hinceta ‘provokasyon’ê qedexe kir. -
Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Xetereyeke mezin heye
Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnek Korûr Fîncanci, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de li mala wê muayene kir. Fîncanci got; “Xetereyek mezin heye.” -
Li Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê didomin
Xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Namzetên hevşaredariyê û endamên partiyê îro li navçeyên Rêya Armûşê, Şax, Ebex û Elbak ên Wanê bi gel re civiyan. -
Malbatên Şirnexî: Eger em tecrîdê bişikînin em ê bi ser bikevin
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên Cizîr û Silopiyayê xwedî li berxwedana xizmên xwe derketin û gotin, "Eger em tecrîdê bikişînin, hingî em ê bi hev re bi ser bikevin." -
Li Duhokê 10 kesên din hatin destgîrkirin
Li Duhokê, ji kesên ku ji bo berdana kesên li Şêladizê û Sîrê hatine destgîrkirin çalakî lidarxistin, 10 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan rojnamevan e. -
QSD'ê komeke din a sivîlan rizgar kir
Şervanên QSD'ê komeke din a sivîlan ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
Li Bagokê dorpêçî û liv û tevgera leşkerî!
Leşkerên Tirk danê sibehê dor li gundê Marine yê li quntarê çiyayê Bagokê yê Nisêbînê girtin. -
Avesta: Bi ruhê berxwedanê yê Leylayan nêzî hilbijartinê bibin
Sozdar Avesta diyar kir, berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan tê kirin, hêzê dide karên hilbijartinê jî û got, "Divê her kes bi ruhê Leylayan nêzî hilbijartinê bibe." -
Malbata girtiyê berxwedêr: Wî dilê me xweş kir
Bavê Ûmût Çamlibel ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye: "Li şûna ku em dilê wî xweş bikin, wî dilê me xweş kir." -
Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -3
Vaye niha sê roj man ji rojbûna min re. Her wiha sê roj ji roja 15'ê Sibatê re man. Ji ber wê hîs dikim ku dilê min serhildaneke mezin heye... Di van kêliyan de dilê min tenê zingîniyekê dibihîse... Dema gotinê bi dawî bû, êdî dem dema çalakiyê ye. -
Pênc berxwedêrên girtî: Rojên xweş li pêşiya me ne
Pênc girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê 46 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek şandin û gotin, "Di dawiya vê rêwîtiyê de rojên xweş hene ku li benda me ne."