KURDISTAN
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
-
Parlamenter Dag deng da
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag ku ji bo bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ye, dengê xwe da.
-
-
-
Ûzûn: Em ê Depê bikin bexçeyê çandê
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Depê Sever Ûzûn bal kişand ser bandora giran a polîtîkayên şer ên dewletê ya li ser Depê û diyar kir, wê navçeyê bikin bexçeyê çandê.
-
-
-
-
-
Li Wanê deynê şaredariyê: 1 Trîlyon û 389 mîlyar TL ye!
Qeyûmê Wanê di nava 3 salan de 1 trilyon û 389 milyar û 749 milyon û 762 hezar TL deynê Şaredariya Bajarê Mezin çêkir. Serokwekîlê Şaredariyê Cahit Bozbay, diyar kir ku heta niha der barê rêveberiya HDP'ê de ji bo qurişekî jî doz nehatiye vekirin.
-
Mardîn: Gelê Botanê wê faşîzma AKP-MHP'ê bike bin erdê
Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê Hakî Mardîn: Faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî li ser herêma Botanê lîstîkên gemarî dilîze. Li gel ku di nav xelekê de tê asêkirin jî gelê me wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe, bixe bin erdê. Hêviya me ji gelê Botanê ev e.
-
-
KCK’ê Qazî Muhammed û hevalên wî bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Qazî Muhammed û hevalên wî bi bîr anî yên ku 73 sal berê li Mahabadê hatibûn daliqandin. KCK’ê got ku Kurdistana Azad wê teqez pêk were.
-
Kiryarên qeyûman: Yek ziman, yek çand, talan û qedexe
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, sala 2002'an ji roja ku hate ser desthilatdariyê ve ji bo şaredariyên Kurdistanê bistîne hêza xwe hemû bi kar anî. Ji ber ku bi ser neket, 11'ê Îlona 2016'an bi darbeyeke siyasî şaredariyên Kurdistanê desteser kir.
-
AKP û qeyûm derewa 'Perwerdehiya bi Kurdî' dikin
AKP û qeyûm ku li Wanê navê Kurdî Perperok rakirî û perwerdehiya Kurdî qedexe kirî niha jî di reklama hilbijartinê de, bi çarçoweya şaredariyê propagandaya wê dike ku perwerdehiya Kurdî û Tirkî didin.
-
-
-
-
Welatiyên Kerkukê piştgirî dan grevan
Welatiyên Kerkûkê piştgirî dan grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hatibûn destpêkirin û banga xwedîderketinê li çalakiyên grevan kirin.