KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ehmed Turk: Em natirsin û em tawîzê nadin
Li Mêrdînê ligel ku polîsan zext kirin jî gel xwedî li îradeya xwe derket. Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk got “Em natirsin û em tawîzê nadin.” -
HDP’î li qadanin, dîsa dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Wekîlên HDP’ê li dijî desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Amedê di nava rojê de ev bû cara sêyan li qadan çalakiya rûniştinê lidar dixin. -
HPG: Li Xakurkê û Qilabanê 8 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Qilabanê de bi kêmanî 8 leşker hatine kuştin. -
Amed li ber xwe dide: Em mejiyê dagirkeriyê red dikin
Li Amedê berxwedana li dijî dagirkeriyê di roja çaran de ye. Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy di çalakiyê de axivî û got, "Em mejiyê dagirkeriyê red dikin." -
Temellî ve Ozturk li Tetwanê li benda polîsan hatin sekinandin
Konvoya wesayîtan a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tê de bûn li Tetwanê hatin sekinandin. -
Rejîma Enqereyê dest danî ser keyatiyan
Li Êlihê keyatiyên 3 taxan û yê gundekî hatin desteserkirin. -
Gerîlayên YRK’ê: Em ê bi rihê 15’ê Tebaxê bi ser bikevin
Gerîlayên YRK’ê bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kirin ku ew bi rihê 15’ê Tebaxê şer dikin û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. -
Li Amedê HDP’yiyan careke din dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Rejîma dewleta Tirk di 19’ê Tebaxê de sê şaredariyên bajarê mezin ê HDP’ê desteser kiribû. HDP’yiyan li Amedê di roja çaran de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
HPG'ê Hêlîn Helena ya li Zapê şehîd bû bi bîr anî
HPG'ê diyar kir, endama wan a Fermandariya Eyaleta Zapê Hêlîn Helena di 20'ê Tebaxê de li Zapê ji be bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûye. -
Zîlan Tanya: Ji bo jiyaneke azad em ê têbikoşin
Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya pîrozbahiya salvegera 15’ê Tebaxê de axivî û got, ‘’ ’Heta ku em bigihijin serkeftinê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi rihê 15’ê Tebaxê em soz didin gelê xwe ji bo jiyaneke azad em ê heta dawî tekoşîna xwe bilind bikin.” -
Ozsoy: Polîtîkaya aloziyê dan destpêkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, "Polîtîkaya alozî û şerekî demdirêj dan destpêkirin." -
Karayilan: Xwe ji hilbijartina pêşwext re amade dikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirina leşkerî di çarçoveya konseptekê de tên kirin û got, "Bi şerê dijî Kurdan re dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin." -
9 endamên meclîsa HDP’ê ji erkê hatin girtin
9 endamên meclîsa HDP’ê yên şaredariyên Tuşba, Ebex û Artemêtan ên Wanê ji erkê hatin girtin. -
Li Pîlemûriye bi pileya 3,9 erd hejiya
Li navçeya Pîlemûriye a Dersimê bi pileya 3,9 erd hejiya. -
Li dijî qeyûman 3 parêzerên li VASKÎ yê kar dikir, îstifa kirin
Sê parêzerên endamê OHD ên li Midûryeta Giştî ya VASKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi erkê kontrolkirinê radibûn, li dijî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP/MHP’ê ve ji erkê îstifa kirin. -
Meclîsa Gel bang li Barzanî kir
Heyeta ji Meclîsa Gel, rûspî û Komîteya Dîplomasî ya Karê Derve pêk tê bi peyamekê bang li Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û guşerên li ser Mexmûrê bicivin. -
Polîsan meşa li Wanê asteng kir: Çalakiya rûniştinê dest pê kir
Wekîlên HDP’ê dema ku xwestin li Wanê dagirkeriya qeyyûm protesto bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Wekîlan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Temellî: Niha demê daketina kolanan û piştevaniyê ye!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî wiha got; “Niha demê daketina kolanan û piştigriyê ye. Her roj li her derê em ê li kolanan bin.” -
Polîsên Tirk êrîşî berxwedana li Amedê kirin
Li Amedê polîsên Tirk êrîşî meşa girseyî kirin ku li dijî desteserkirina şaredariyan piştî daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin û du rojnamevan jî bûn hedefa tundiyê. -
Daxuyaniya li Amedê: Pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye
HDP'iyên ku li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'î Leyla Guven axivî û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Nisêbînê li xwe girt
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gelhat Gever çalakiya sabotajê ya di14’ê Tebaxê de li xwe girt a ku li dijî deriyê gumrukê ya di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hatibû lidarxistin. -
Gelê Amedê li ser piyan e, polîsan bend danîn ser rêyan
Di roja sêyemîn a desteserkirina şaredariyê de Amedî careke din daketin qadan. Hêzên rejîmê bend danîn ser hemû rêyên berê wan li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin in. -
Qeyûmê AKP'ê Meclîsa Şaredariya Wanê betal kir
Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li ser şaredariya bajarê mezin a Wanê hate peywirdarkirin a ku hatibû xespkirin, meclîsa şaredariyê fesh kir. -
Rejîma Îranê kolberekî dî jî şehîd kir
Rejîma Îranê Sêşemê li ser sînorê di navbeyna Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de li kolberan reşand, kolberek şehîd ket. -
Li Wanê serokên daîreyan ji kar hatin stendin
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku hate xespkirin hemû serokên daîreyan û gerînende ji kar hatin stendin. Gelek xebatkarên şaredariyê jî hatin destgîrkirin.