KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Mêrdînê roja 8’an: Parlementerên HDP’ê di çalakiyê de ne
Parlementerên HDP’ê di roja 8’an de desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê protesto dikin. Polîsan dora parlementeran girtin û rojnameger ji qadê hatin dûrxistin. -
Tûrgût: Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet dibêje şer
Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009'an bi banga Ocalan hate Tirkiyeyê got, "Ji bo aştiyê em çiqasî hewl bidin jî nêta dewletê ya ji bo lihevkirinê nîne. Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer." -
Sarisaç: Li dijî vîna bi milyonan kesî darbe pêk hat
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, tayînkirina qeyûman weke bê çarebûna AKP-MHP’ê binav kir û diyar kir ku li dijî vîna milyonan darbe pêk hatiye. -
Andok: Ev şerê qirkirinê li dijî her kesî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û diyar kir, ya ku tê kirin şerê qirkirinê ye. Andok destnîşan kir, divê kes xwe li derveyî vî şerî nebîne, ji ber ku şer li dijî tevahiya Kurdan tê kirin. -
Li sê navçeyên Wanê 8 endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê hatin girtin
Li Navçeyên Tuşba, Artemêt û Ebexê yên Wanê 8 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î ji peywirê girtin. -
Li Heftanînê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Çapemeniya Tirk ragihandibû ku di şerê li Heftanînê derketî de 3 leşkerên wan mirine, lê li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di şer de 15 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn. -
Li Wanê dagirkeriya qeyûm hate protestokirin
Li Wanê wekîlên HDP’ê piştî çalakiya rûniştinê çalakiya deng derxistinê lidarxist. -
Berxwedana li Amedê di roja 7’an de ye…
Çalakiyên bi desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve her diçe belav û didome. -
Balafirên şer bombe li Çiyayê Kurejehro barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Kurejehro yê bajarokê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Li Pîranê qeza çênebû, gerîlayan lê da: 7 polîsên tevgera taybet hatin kuştin
Derket holê ku daxuyaniya diyar dikir ku li Pîrana Amedê wesayîta zirxî wergeriyaye û 2 polîs mirine ne rast e. HPG’ê diyar kir ku qeza çênebûye, gerîlayan çalakî li dar xistine, panzêrek îmha bûye û 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. -
Li Mêrdînê polîsên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin
Li Mêrdînê polîsên Tirk êrîşî xwepêşandana li dijî desteserkirina şaredariyan kirin. -
'Ev têkoşîn têkoşîna me ye, em ê bi ser bikevin'
Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy di roja heftemîn a berxwedana Amedê de axivî û got, "Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye li dijî faşîzmê, ev têkoşîn têkoşîna me ye, em ê bi ser bikevin." -
KODAR'ê şehîdên jîngehparêz bi bîr anî
Komîteya ekolojîk a KODAR’ê bi boneya salwegera şehadeta çar çalakgerê jîngehparêz daxûyaniyek weşand. -
NPG'ê 'operasyona şoreşgerî' ya li Cûdî pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), 'operasyona şoreşgerî' ya yekîneyên gerîla pîroz kir ku di navbera 18-21'ê Tebaxê de li herêma Çiyayê Cûdî li dijî hêzên dagirker ên Tirk pêk anîn. -
Berxwedana Amedê di roja 7'an de ye: HDP'î li hev kom bûn
Berxwedana Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja heftan de ye. HDP'î ji nû ve li kolana Lîseyê li hev kom bûn. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Daqûqê êrîş kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê destpêkê êrîşî sivîlan kirin, piştre êrîş birin ser navendên hêzên Heşdî Şabî. -
Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin dikin
Ciwanên Başûrê Kurdistan li dijî êrîşên dagirker berbi rêxistinbuyinek hevbeş ve diçin. -
'Heval Helmet bi şikl na, bi hêza xwe ya çareseriyê derket pêş'
“Berê xwe dida cihê herî zehmet. Ev pîvanê milîtanekî partî û welatparêziyekê kûr îfade dike. Rêka Rizgariya Kurdistanê di kû ve derbas dibe dizanî û li gor wê tevdigeriya.” -
Kûrtûlan: Têkoşîna me wê heta dawiyê bidome
Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan diyar kir, desthilatdarî hewl dide bi polîtîkaya zext û zordariyê gel bitirsîne û got, "Ew jî zanin ku bi polîtîkaya zext û zordariyê nikarin encamê werbigirin. Têkoşîna me wê heta wergirtina şaredariyan bidome." -
Çîftyurek: Kurd divê li dijî qeyûm bibin yek
Serokê Giştî yê KKP'ê der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, Kurd divê li her çar parçeyan li dijî vê dagirkeriyê bibin yek. -
Wan tevî astengiyên polîsan xwedî li vîna xwe derdikevin
Xwepêşandanên protestokirina qeyûman a li Wanê di roja 6’an de dewam dike. -
Berxwedana li Amedê di roja 6’an de ye…
Çalakiyên bi desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve her diçe belav û didome. -
HPG: Gelek dagirker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku hêzên wan li hemberî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine û gelek leşker hatine kuştin. -
Li Îdirê qeyûm hate protestokirin
HDP’iyan li Îdirê desteserkirina sê şaredariyan protesokirin. -
Paylan: Em Amed li ser pêyan in
Xelkê Amedê piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkirina qeyûman daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de peyama “Em li ser pêyan in’ hate dayîn û banga têkoşîna hevpar hate kirin.