KURDISTAN
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin.
Hemû Nûçe
-
Xelkê Mêrdînê 1’ê Îlonê bi gotina ‘Em ê bi ser bikevin’ meşiyan
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi beşdarbûna girseyeke qelebalix ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Turk axivî û wiha got; “Em ê destûra dijminahiyê nedin. Lê em dikarin mirovan li dora nirxên demokrasiya hevpar bigihînin hev."
-
Li Amedê mîtînga 1’ê Îlonê dest pê kir
Li Amedê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê bi pêşengtiya HDP’ê bi dirûşmeya “Ji bo aşitiyek birûmet çareseriyeke demokratîk” mîtîng tê lidarxistin. Bi hezaran kes berê xwe didin qada mîtîngê.
-
-
-
Temellî: Em xwedî li îradeya xwe derdikevin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di roja 14'an a çalakiya protestoyî de ya li Amedê axivî û got, "Em xwedî li îradeya xwe derdikevin, xwedî li bajarê xwe derdikevin."
-
-
-
-
Tiryakî: Gelê me li dijî qeyûm bi me re ye
Parlamaneterê HDP'ê yê Êlişhê Mehmet Ruştî Tiryakî got ew qeyûm qebûl nakin û domand, ''Dema ku em helwesta xwe diyar dikin gelê me li kuçeyan heta dawiyê bi me re ye''.
-
-
-
-
Îmamoglu: Ev neheqî li demokrasiyê hatiye kirin
Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hevserokên şaredariyan bi Ehmet Turk û Selçûk Mizrakli re civiya. Îmamoglu got: “Divê demildest ji vê şaştiyê bê vegerîn. Ev neheqiya li we hate kirin, li demokrasiya welat hatiye kirin.
-
-
Berxwedana li Amedê didome
Li Amedê berxwedana li hemberî dagirkeriya qeyyûm didome. Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayin û hate diyarkirin ku gel wê bi berxwedanê bi ser bikeve.
-
-
Omer Ocalan: Hûn nikarin bi vî gelî!
Li Mêrdînê di çalakiya protestokirina qeyyûm de parlementerê HDP’ê Omer Ocalan got “Wê hikumet poşman bibe. Hûn ê nikaribin bi vî gelî bi paş ve gavan bidin avêtin.”
-
-
-
-
Welatiyên Qendilê aştiyeke mayînde dixwazin
1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê ye lê dagirkeriya dewleta Tirk her roj li ser welatiyên Qendilê bombeyan dibarîne û sivîlan qetil dike. Dewleta Tirk nahêle gel di nava aştiyek mayînde de li herêma xwe bijîn.
-
-
Berxwedana li Amedê didome
Ji 19’ê Tebaxê ve ku şaredariyên Amed, Wan û Merdinê ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hate desteserkirin Kurdistanî di nava çalakiyan de ne. Kurdistanî îro jî li qadan bûn.
-
-