KURDISTAN
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin.
Hemû Nûçe
-
Çiya bire odeya xwe û xwe bire çiyayan
Aydin ê ku digot, ‘’Dema ku çiyayan bînî cihê ku lê dimînî û bijî, wê demê bi gerîla re dimeşî’’, çiya birin odeya xwe ya biçûk û piştre ber bi çiyayan ve meşiya. Par, li Eyaleta Erzeromê tevlî nav karwanê şehîdan bû.
-
-
-
-
-
-
-
Bi çavê çapemeniya cîhanê 15'ê Tebaxê
Pêngava 15'ê Tebaxê ne ku ne tenê Kurdistan û herêm hejijand, her wiha Kurdistan û gerîlayên wê bi medyaya cîhanê jî da naskirin. Organên weşanên ên girîng, berxwedana nû ya Kurdan ji nedîtî ve nehatin.
-
-
-
-
'Dilê xwe veke hevrê Elî'
"Bi wêrekiya xwe hevrê Elî, te çaviyên dilê xwe vekir û tu herîkî ser hemû rûbaran. Te ti carî deravên dilê xwe asê nekir, li hemberî evîna Kurdistana rengîn. Te xwe berda nav bêdengiya çiyayan û bi stêrkên asîmanên axa pîroz û giravan re bûyî yek.”
-
Şerîk: Gelên herêmê bi 15'ê Tebaxê bi ser ketin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk dstnîşan kir, ku 15'ê Tebaxê bi qasî ji bo Kurdan ji gelên Rojhilata Navîn û demokrasiyê re jî destketiyên mezin afirand. Şerîk got, "Heta ku Kurdistan azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe."
-
-
Karayilan: Fermanên Ocalan esas in
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, fermanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevgerê û gerîla esas in.
-
-
YPS: 15’ê Tebaxê ruhê Raperînê ye
Koordînasyona YPS’ê ji bo 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxa 1984’an a guleya yekem a li dij dewleta Tirk hate teqandin peyamek da û got: “15’ê Tebaxê ruhê Raperînê ye.”
-
-
-
-
Nêzî mehek dorpêça li ser Mexmûr dewam dike
Dorpêça ji aliyê asayîşa PDK’ê ve piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a li bajarê Hewlêr ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû sepandin bû mehek.
-
-
-
Diyar Xerîb bi merasîmeke heybet hate bibîranîn
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) li Silêmanî di çil rojiya xwe de bi merasîmek girseyî hate bibîranîn. Ji çar parçên Kurdistanê, Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.
-
‘Pêngava 15’ê Tebaxê bû xeteke têkoşînê’
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan derbarê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê got ku “Pêngava 15’ê Tebaxê bûye xeta têkoşînê ya bênavber didome.”