KURDISTAN
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin.
Hemû Nûçe
-
Kolberek hate qetilkirin
Leşkerên Îranê li Pîranşarê êrîşî komek ji kolberan kirin. Ji ber êrîşê kolberekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 20 hespên kolberan jî hatin kuştin.
-
Dema yek bin serketî dibin
Rojên ku hêzên Kurdî yek bûn, li heman eniyan li ber xwe didan, serkeftin û destkeftiyên gelê Kurd hê zêdetir bûn.
-
NPG'ê berxwedana gerîla ya li Xakurkê silav kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), peyamenek pîrozbahiyê ji Fermandariya Eyaleta Xakurkê re şand û gerîlayên li qada Xakurkê yên bi rengekî wêrekî û afirîneriya bilind li ber xwe didin silav kir.
-
Ji DBP'ê biryara xwe ji nû ve avakirinê
DBP biryar li ser da ku hemû rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan yên li Tirkiyê fesh bike û hemû kadroyên xwe tevlî saziyên siyaseta demokratîk û rêxistiniya civakê bike.
-
-
-
Pirtûkxaneya herî gerok: Pirtûkxaneya gerîlayan
Yek ji van pirtûkxaneyan jî pirtûkxaneya gerîlayan e. Li bin darekê li ser refikan pirtûk hatine rêzkirin. Gelekî eşkere ye ku ev pirtûkxane bi derfetên kêm hatiye avakirin lê li ser gelek mijaran pirtûk hene.
-
-
HPG’ê şehîdên Cûdî û Geverê bi bîr anî
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd ên li Gever û Cûdî eşkere kir. HPG’ê şehîd bi hurmet bi bîr anî û got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê.”
-
Eren: Erdogan rastiya dîn berovajî dike
Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren mijarên di rojevê de nirxand. Eren rastiya dîn, deshilatdariya hikumeta AKP-MHP’ê, dagirkirina axa Kurdistanê, qirkirina li ser gelên heremê û gefên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê nirxand.
-
-
-
21 roj in dor li Mexmûrê hatiye girtin
Piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin bi destê PDK’ê ambargoyeke şidandî li ser Mexmûr hate danîn. Ev 21 roj in dor li Mexmûrê hatiye girtin.
-
-
-
Çîroka Şerjin...
Şerjin Herekol yek ji wan jinan bû ku ji Şengalê heta Botanê bi ruhê berxwedanê beziya û têkoşiya.
-
-
-
-
-
-
-
-
Bayik: Bê Rêber APO pirsgirêka şer çareser nabe
Bayik bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re yên piştî hilbijartinê û got, "Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe li Tirkiyeyê ti carî demokratîkbûn pêk nayê, pirsgirêkên şer ti carî çareser nabin."
-
Erzîncan: Ne tenê dijderketin e, her wiha avakirin e
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku pêngava 'Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan' ne pêngaveke welê ye ku tenê nerazîbûn bê nîşandan û got, di heman demê de avabûna alternatîf jî di nav de heye.