KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şerîk: PKK wê têkoşîna xwe ya ji bo parastina gelê Kurdistanê dewam bike
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "PKK wê li dijî êrişan hemûyan, têkoşîna xwe ya ji bo parastina hebûna gelê Kurdistanê hîn bi xurtî bimeşîne." -
Ji Doza Nisêbînê cezayê mûebetê dan 4 kesî
Di rûniştina îro ya Doza Nisêbînê de ji bo 4 girtiyan cuda cuda cezayê mûebetê yê giran û bi giştî 68 sal cezayê girtîgehê lê birin. -
Tahîr Elçî li Amedê hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi meşeke girseyî ya heta ber Minareya Çar Ling hat bibîranîn. -
'Salvegera PKK’ê ya 41’emîn hêviyê dide gelan'
Bi boneya salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê, Endama Fermandariya Akademiyên Apolonê Amara Gulistan ji Stêrk Tv’yê re axivî. -
HPG'ê daxuyaniya rastkirinê da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî daxuyaniya 5'ê Mijdara 2019'an daxuyanike rastkirinê da. HPG'ê got, ''Hevalê me Mervan Reşo (Enver Çiftçî) ku me bi şehîdî ragihandibû şehîd nebûye, hevalê me Mervan (Muhacîr Yilmaz) şehîd bûye.'' -
Razmûhî: Ji bo şoreşa Rojava em ê ji berdêldanê nerevin
Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê Hîvron Razmûhî diyar kir ku êrîşên dagirker ên li ser Rojava tê wateya êrîşên li ser jinan û jiyana wekhev. -
'25'ê Mijdarê banga ji bo birêxistinkirina xweparastinê ye'
Gerîla û fermandarên YJA-STAR’ê têkildarê roja têkoşînê li dijî tundiya li jinê nêrînên xwe anîn ziman û balkişandin li ser girîngiyê zanebûn û rêxistinkirina xweparastinê. -
Gerîlayên HPG û YJA Starê: PKK vejîn û hêvî ye
Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê weke "Vejîn û hêvî" pênase kirin. -
Karayilan: PKK êdî di asta navneteweyî de pêşengiyê dike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku PKK bi têkoşîna azadiyê ya gelan ku pêşengiyê jê re dike, êdî bûye xwedî karaktereke gerdûnî û got, ev rastî wê di sala 42'an a têkoşînê de bêhtir xurt bibe. -
Hevşaredar di hucreyên yek kesî de tê ragirtin
Hevşaredara Colemêrga Cîhan Karaman û hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yên 5’ê Mijdarê birin 2’emîn Girtîgeha Ewelkariya Bilind a Xarpêtê , ji roja ku hatin sewqkirin û heta niha di hucreya yek kesî de tên ragirtin. -
PDK’ê li deriyê Sêmalka 12 ciwan destgîr kir
Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo seferberiyê hatibû Rojava piştî ku xwestin vegerin Başûr li deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin destgîrkirin. -
Xelkê Mexmûrê bi coş salvegera PKK’ê pîroz kirin
Ji heft salî hata heftê salî welatiyên Penaber ên Mexmûr ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM) kom bûn, salvegera 41’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi coş pîroz kirin. -
Di Doza Nisêbînê de cezayê muebbetê hate xwestin
Rûniştina Doza Nisêbînê pêk hat. Dozger ji bo Nûbahar Ozdemîr cezayê muebetê xwest. -
TAJÊ salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got “Bi saya PKK’ê gelê Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.” -
Li Xakurkê operasyon û şer
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonê kiriye û li hin deveran şer qewimiye. -
‘PKK vejîna mirovahiyê ye’
Gerîlayên YJA Starê di salvegera 41'emîn a avakirina PKK’ê de, serkeftin û destkeftiyên têkoşîna azadiyê nirxandin. Gerîlayên Tevgera Azadiyê diyar kirin ku ‘Têkoşîna PKK’ê ji bo tevahiya gelan vejîneke nû ye.’ -
Kalkan: Divê em Kurdistanê neterikînin û ji hev belav nebin
Kalkan bi bîr xist ku dewleta Tirk sed sal in bi qirkirin û asîmîlasyonê demografiyê diguherîne û got, "Kurdan ji Kurdistanê derdixîne, civakên Tirkî tîne. Kurdistan buhişta dinyayê ye. Divê em bihiştê neterikînin û ji hev belav nebin." -
Hevşaredarên HDP’î hatin girtin
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şermex Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez hatin girtin. -
Balafirên şer bombe li Gare û Avaşînê barandin
HPG’ê ragihand ku balafirên şer 24 û 25 Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine. HPG’ê got di êrîşan de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
Li Wanê terora polîsan: 20 ciwan hatin destgîrkirin
Li Wanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 20 ciwanên Kurd destgîrkirin. -
Gerîlayên HPG’ê: Berxwedana me wê ji bo azadiya Rêber Apo be
‘’Wê di salvegera 41’ê ya PKK’ê de berxwedana gerîla ji bo azadiya Rêber Apo were rêvebirin.’’ -
Lotûs: Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin
Endamê PKK'ê Orhan Lotûs diyar kir ku hêzên navneteweyî dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û destnîşan kir, hêzên kapîtalîst ji bo vê dîzayna xwe jî gelê Kurd weke asteng dibînin. -
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye. Gelê Kurdistanê li her deverê dirûşma 'PKK gel e gel li vir e' diqîre. Rêber Apo ne tenê ji aliyê Kurdan ve, her wiha ji aliyê gelên Rojhilata Navîn hemûyan ve weke rêberê azadî û demokrasiyê tê dîtin. -
‘PKK wê ji bo yekîtiya Kurdan peywirên xwe bi cih bîne’
PKK: PKK di sala 42’emîn de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekîtiya demokratîk a Kurdan, careke din diyar dike ku wê hemû peywirên dikeve ser milê wê, pêk bîne. -
Kalkan: Em di Serdema Stratejîk a Çaremîn de ne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan pêvajoyên berî avabûna PKK'ê, avabûn û piştî wê weke çar serdemên stratejîk pênase kir û qala taybetmendiyên leşkerî, siyasî û civakî yên serdema çaremîn a stratejîk kir.