KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê 3 hevşaredar hatin girtin
Ji hevşaredarên li Wanê hatibûn destgîrkirin 3 jê hatin girtin, 3 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya Girê Partîzan weşand
Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya li dijî Girê Partîzan a Heftenînê ku derbên xurt li leşkerên Tirk da parve kir. -
Li Wanê dema qedexeyê ji nû ve hate dirêjkirin
Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku sê sal in dewam dike ji nû ve hate dirêjkirin. -
Taşcier: Pêkanîna kongreya neteweyî ferz e
Taşcier diyar kir ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û got: “Lê belê îro gelê Kurd li qadan yektiya xwe ava kiriye û ruhê yekîtiya Kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek pêk were." -
Gerîlayên nû: Em ji bo gelê xwe hatin
Ciwanên ku nû tevlî nava refên gerîla bûn destnîşan kirin ku ew polîtîkayên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd red dikin û gotin, "Em hatin çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe şer bikin." -
Eniya Ereban: “Rêveberiya niha ya Kerkûkê rêvebirineke diziyê ye
Eniya Yekgirtî ya Erebên Kerkûkê, rêveberiya bajêr weke diz bi nav dike û dibêje: “Hemû kesên diz wê di demên guncav de eşkere bibin.” -
YNK: Divê êrîşên Tirkiye yên li ser Rojavayê Kurdistanê werin sekinandin
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Seadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em ji êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi fikar in.” -
HPG'ê fermandar Pîroz Mawa bi bîr anî
HPG'ê Menîce Ogreç a ku di sala 2017'an de li Zapê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir, "Em soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hemûyan hilînin û Kurdistanê azad bikin." -
Li Wanê bi qeyûman xebatên cemeatan zêde bûn
Piştî ku AKP'ê dest li ser şaredariyên HDP'ê danî xebatên cemeatên nêzî AKP'ê û diyanetê zêde bûn. -
Asya Ebdula: Dema jin siyasetê dike, demokrasî geş dibe
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdula li bajarê Silêmanî bi çendîn nûnerên jinên partî û aliyên siyasî û rêxistinên jinan re civiya. Ebdula daxwaz kir ku jin pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin û di siyaseta wê de rol bilîzin. -
Li Tûtakê leşkerên Tirk kesê bi navê Mûrat Kaya qetil kir
Li gundê Sogukpinar a girêdayî navçeya Tûtakê di pevçûna ku piştî êrîşa leşkerên Tirk de çêbûyî de Mûrat Kaya hate qetilkirin. -
Yekîneya Tolhildanê li Amedê du çalakî li dar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Aemd li hemberî hêzên dewletê û wesayîtên wê çalakî li dar xist. -
Jeffrey û Barzanî hevdîtin pêkanîn
Nûnerê Emerîka yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêkanî. -
Hevşaredara Awiskê: Em ê stûyê xwe li ber wan xwar nekin
Lêgerîna di nav şaredariya Awiskê de bi dawî bû ya ku hatibû desteserkirin. Hevşaredara Awiskê Hatîce Taş got ku “Em ê stûyê xwe li ber wan xwar nekin.” -
Piştî desteserkirina şaredariyê ketina Bişêriyê hate qedexekirin!
Piştî qedexekirina şaredariya Awiskê û şûnde rêya Êlih-Bişêrî li trafîkê hate girtin. Wesayîta hevşaredarên Êlihê jî ya ketina Bişêriyê hate astengkirin. -
Qeyûm anîn ser 3 şaredariyên din ên HDP'ê
Desthilata AKP/MHP'ê qeyûm anîn ser Şaredariya Bajarokê Awîskê ya giredayî navçeya Qubînê ya Êlihê û Qerqelî û Elbakê yên Wanê. -
KCK’ê ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî bang kir
KCK'ê bang li partiyên siyasî û hêzên 4 parçeyên Kurdistanê kir, ji bo ku bêrîkirina hemû saziyên demokratîk û derdorên civakî pratîze bikin, bang kir ku xebatên pêkanîna yekîtiya netewî û kongreya netewî geş bikin. -
Doktorekî wiha bû ku gelê xwe hilbijart
Bager Boran Fakulteya Tibê qedandibû, Kurdekî zana û bîrewer bû. Ya dijwar hilbijart. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî bi eniyê ve baz da û şer kir. Di êrîşa dewleta Tirk de ya beriya du salan a bi ser Mexmûrê de nemir bû. -
HDP bi Eniya Piştevaniya Rojava re civiya
Hevserokên nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li pirtûkxaneya Sohrewerdî ya li bajarê Silêmaniyê bi Eniya Piştewanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê re civiya. -
Li Seqizê gaza xwezayî teqiya: 11 kes mirin 42 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna gaza xwezayî 11 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn. -
HPG'ê gerîlayekî li Amedê şehîd bû bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîlayekî di 30'ê Cotmehê de li Amedê şehîd bû bi bîr anî. -
Li Heftanînê 2 leşker hatin kuştin
Li Heftanînê di çalakiya gerîla de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Kevana Zêrîn: Ji dagirkirin, talankirin û kavilkirina ax û welatê
Tevgera Çand û Huner a Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî piştgirî da bangewaziya avakirina yekîtiya netewî. -
Li Amed û Agiriyê qirkirina siyasî: Herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin
Li Amed û Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin. -
HDP'ê û partiyên Kurd deklarasyona yekîtiya netewî dan -NÛ BÛ
Piştî kombûna yekîtiya netewî ya li Amedê deklarasyon hate weşandin. Partî meha Çile wê komxebatekê li dar bixe.