KURDISTAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin.
Gerîlayên Azadiyê di salvegera 30'emîn a şehadeta Zîlan de ew bi bîr anîn û gotin, wê her tim li ser xeta Zîlan bimeşin û mîrateya wê mezin bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike."
Hemû Nûçe
-
-
YPS: Em ê xeyalên şehîdên xwerêveberiyê pêk bînin
Koordînasyona YPS’ê bi wesîleya ku dewleta Tirk a dagirker Cizîr, Silopî û Sûr dorpêç kiribû, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em ê xeyalên şehîdên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê pêk bînin.”
-
Guzel: Gelê Kurdistanê ji bo yekitiyê amade ye
Endama Dîwana KCD'ê Mekiye Guzel destnîşan kir, ku gelê Kurdistanê ji bo yekîtiyê amade ye û got, "Li ku deverê li dijî gelê Kurd êrişek bê kirin, li çar parçeyên Kurdistanê dibe yek û li ber êrişan radibe."
-
-
-
-
-
-
HPG: Em hevrêyên xwe yên bûn fedayî bi bîr tînin
HPG'ê şeş gerîlayên li navçeya Qilabanê ya Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad a şehîdên xwe, bi rengekî bêeman têbikoşin."
-
Talan û mêtingeriya li Qesra Erdogan
Ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan li navçeya Xelatê 'Qesra Serokkomariyê' tê çêkirin. Bi sedan karkerên lê dixebitin nikarin maeşên xwe werbigirin. Nayê zanîn ku bi milyonan lîre pere bi ku ve çûye.
-
PKK: Bi mîrateya wan em ê têkoşînê geş bikin
PKK’ê ji bo pêşengekî tevgera çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore yê ku rehmet kiribû, peyameke sersaxiyê weşand û got ku “Bi mîrateya ku wan ji me re hiştine, em ê têkoşînê geş bikin. Em ê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ava bikin.”
-
-
-
-
-
-
Davût Kesen: Em ê şaredariyên xwe dîsan bigrin
Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen têkildarî politîkayên qeyûm ên rejîma AKP-MHP’ê axivî û wiha got; “Her çiqas em ji peywirê hatibin girtin jî em di nava gelê xwe de ne û xebatên me didomin.”
-
Li hala sebze û fêkiyan ya li Baxlarê ya Amedê teqînek pêk hat
Li kergeheke ya di nava hala sebze û fêkiyan de ya li navçeya Baxlarê ya Amedê, ji ber teqîna ku çawkaniya xwe ji madeyên kîmyewî yên ji bo zerkirina naringiyan bikar tê digire, kesek bi navê Hecî Ebdula Onder jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn
-
-
-
-
-
‘Ziman û çand stûna bingehîn a neteweyan e’
“Em HDP li Kurdistanê ji bo pêşketina ziman û ji bo ziman bibe zimanê fermî, her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanê bi xeteriyê re rû bi rûne em ê xebatan bidin destpêkirin.”
-
-
Mîna çemekî bû Berçem, bi xumxumî diherikî
Berçem Amed (Miyaser Marangoz) ku yek ji fermandarên YJA Starê bû di 27'ê Mijdara 2010'an de li Amedê şehîd bû. Hevrêyên wê qala taybetmendiyên wê yên fermandariyê û kesayetiya wê ya ji êgir kirin.