KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Berxwedana Heftanînê wê faşîzma Osmaniya nû hilweşîne'
Ji fermandarên HPG'ê Rizgar Êrsî diyar kir ku Cenga Heftanînê bi artêşa dewleta Tirk re sendromek çêkiriye û destnîşan kir, ev berxwedan wê faşîzma Osmaniya nû hilweşîne. -
Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan li dijî êrişên dewleta Tirk bang kir
Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan a li Ewropayê êrişa dewleta Tirk a doh a li ser Şengalê şermezar kir û bang li gelê Kurdistanê bi taybetî civaka Êzidî kir, ku li dijî armancên qirkirinê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bibin yek deng û yek helwest. -
Siwariyên azadiyê li Heftanînê ne
Demhat ku ji Şengalê berê xwe da Helebê, ji wir jî çû çiyayên Kurdistanê, êdî li Heftanînê ye. Çîroka ku li qada şer dest pê kir, li qadeke din a cengê, li Heftanînê dewam dike. -
'Me planên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê têk bir'
Gerîlayê HPG'ê Firat Çekdar diyar kir ku wê berxwedana xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk bidomînin û got, "Li Heftanînê me planên wan pûç kir. Em ê nehêlin ku dijmin Kurdistanê dagir bike." -
Aborînas Tûnç: Hikumet krîza aboriyê bi rêya şer dinixumîne
Aborînas Ramazan Tûnç polîtîkayên aboriyê yên dewleta Tirk nirxand û got, "Hikumet dixwaze krîza heyî ya aborî bi rêya şer binixumîne." -
Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz hate girtin
Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. -
YBŞ’ê li ser tevgera SÎHA’yên Tirk a li Şengal daxuyaniyek da
Fermandariya YBŞ’ê têkildarî tevgera zêde ya li ser Şengalê û hedefkirina hêzên YBŞ’ê daxuyaniyek kurt da. YBŞ’ê ragihand ku êrîşek pêk hatiye û wê agahiyê wê piştre parve bikin. -
Li Şengalê tevgerekî zêde ya SÎHA’yên Tirk heye
Di demê dawî de tevgerekî pir zêde ya Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) yên Tirk li esmanê Şengalê heye. -
Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Ramazan Gurkan spartin axê
Gêrîlayê HPG’ê Ramazan Gurkan (Adir Xizginos) ê di şerê 9’ê Hezîrana 2020’an li Farqîn a Amedê de şehîd bûyî, bi merasîmek girseyî li Goristana Xizginos a gundê Rîz a girêdayî navçeya Dêra Hênî ya Çewlîgê spartin axê. -
Fermandariya Eyaleta Heftanînê: Ji serekcerdevanan wê hesab were pirsîn
Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG'ê ragihand û diyar kir ji wan serekcerdevanan ku guh nedana hişyariyan û pêşengiya êrîşên dagirker ên li ser Heftanînê dikin wê hesab were pirsîn û di nêz de navê wan ji raya giştî re werin ragihandin. -
PAJK: Bîranîna hevrê Leyla wê bibe ronahiya têkoşîna me
PAJK: Em ê bikin ku têkoşîna hevrê Leyla ku milîtana pêşeng bû, bi ser bikeve. Bîranîna wê wê bibe ronahî ji têkoşîna me re. -
Li Heftanînê 7 leşkerên Tirk hatin cezakirin
Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 20'ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku 7 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne. -
77 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
Malbatên gerîlayên HPG’ê Salîh Ekîncî û Îzzet Ekîncî 77 roj in nikarin cenazeyê zarokên xwe yên şehîd werbigirin. Malbat 77 roj in li benda encama testa DNA’yê ne. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ûgûrlayan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramazan Ûgûrlayan ku 9'ê Hezîranê li Farqînê di şer de şehîd bû, li navçeya Bismilê di nava dorpêçiya polısan de hate veşartin. -
Welat di krîzê de ye, AKP li pey dagirkeriyê ye
Esnafên Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikumetê di krîzê de ne û bal kişandin ser vî tiştî ku AKP di dema krîzê de jî hewl dide axên din dagir bike. -
Hejmara girtiyan nayê zanîn
Koordînatora Parastinê ya CÎSST'ê Berîvan Emîne Korkût diyar kir ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya heyî ya girtîgehên Tirkiyeyê re ye, lê belê hejmara zelal nehatiye parvekirin. -
‘Xwedî li gorên zarokên xwe derketin xwedî li nifşê nû derketin e'
Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Serêkaniyê ku Şehîdgehan xirab dike û li şûna wê baregehên leşkerî ava dike şermezar kir û bang kir ku divê xwedî li nirxên xwe derbikevin. -
HPG: Me ji hewa ve li artêşa Tirk a dagirker xist
Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed bi wesayîtên hewayî li qereqola Sireyê dan. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hate cezakirin. Ev çalakî ji bo yekemîn şehîda yekîneyên hewayî Doga Zîlan û silavkirina berxwedana Heftanînê hate kirin. -
Li Amed, Êlih û Wanê çalakî hatin lidarxistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Destan Kurdistan li sê bajarên Kurdistanê li dijî leşker, cerdevan û polîsan çalakî li dar xist. -
KJK: Endama me ya Konseya Rêveber Leyla Agirî bi êrişa hewayî şehîd bû
KJK'ê ragihand ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî şehîd bûye û diyar kir, "Bi navê tevgera jinê ya Kurd, em soza xwe dubare dikin ku bi dilsoziya bi bîranîna hevala Leyla Agirî ku jin a pêşeng bû, li Kurdistana azad jiyana azad biafirînin." -
Jiyana xwezayî û kovî ya li Kurdistanê tê wêrankirin
Hikumeta AKP'ê ku ji bo cografya Kurdistanê tune bike her tiştî dike, li Colemêrg û Wanê qetilkirin heywanên kovî ji nedîtî ve tê. -
Yek ji sedî yê nifûsê wê bê girtin
Hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê 445 derbas kir. Bi temambûna yên tên çêkirin re digihêje kapasîteya 800 hezar girtiyî. Ev jî tê wê wateyê ku her yek ji 100 kesî wê bê girtin. -
Di mehekê de 34 çalakvan li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin
Îttîlaata Sipahê û Wezareta Îttîlaatê ya rejîma Îranê di nava mehekê de li sê bajarên Kirmaşan, Sine û Ûrmiye 34 welatî û çalakvanên Kurd destgîr kirine. -
Şaho: Lidarxistina vê kongreyê xwedî girîngiyeke zêde ye
Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Goran Şaho: Lidarxistina wê kongreyê xwedî girîngiyekê zêde ye. Ji ber ku rêxistingerî, hevgirtina gel û di heman demê de çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazê xwe birêveberî ya ku xwe dispêre vîna cewherî, mijarên bingehîn. -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker li Heftanîn û Xakurkê çalakî li dar xist. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.