KURDISTAN
Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe.
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Hemû Nûçe
-
-
KCK: Em bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibin!
KCK'ê diyar kir, PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û bang li PDK'ê kir ku bi ti awayî nebe hevparê êrişên dewleta Tirk. Ji gelê Kurd jî xwest ku bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibe.
-
-
Uren: Kujer hêzê ji desthilatdariyê digirin
Endama Meclîsa DBP'ê û aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren bi bîr xist, ku ji roja Peymana Stenbolê ketiye rojevê û vir ve rojane herî kêm jinek hatiye kuştin û got, kujerên jinan hêzê ji desthilatdariyê werdigirin.
-
Jinên Ciwan ên têkoşer hamleya ‘Em dibejin NA’ îlan kir
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî tund û tijiya jinan lîstokek li dar xistin. Jinên ciwan bi ev lîstok bi hamleya “Em dibêjin NA” binav kir. Lîstok di navbera tîma Sîrwana Nû û Hewreman de hate lîstin. Lîstok bi serketina Sîrwana Nû bi dawî bû.
-
Protestoyên li Başûrê Kurdistanê didome
Gel li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê daketin qadan, bêdengiya hikumeta herêmê ya li hemberî dagirkeriyê, pirsgirêkên di qadên ekonomî û tendirustiyê de protesto kirin.
-
Ji Heftanînê heta Wanê şer: Herî kêm 12 leşker mirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji Heftanînê heta Xakurkê bi sûîkast û sabotajê herî kêm 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li Sêrt, Bedlîs û Şirnexê jî şerên giran çêbûye. Li Ebexê jî çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.
-
-
-
-
-
-
-
Dijmin jî wê Doga Zîlan ji bîr neke
Doga Zîlan bû eyloya çavşîn ku di dîroka Kurdistanê ji hêwayê derbên giran li dagirkeran dayî. Ji ber vê du hêz hene ku ti caran wê Doga Zîlan ji bîr nekin; hevrêyên gerîla û dijmin.
-
-
-
-
-
-
-
-
KJK: Êrişên li dijî jinan bi zanebûn û bi rêk û pêk in
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser zêdebûna tundî û destavêtina li jin û zarokên Kurd û destnîşan kir ku ev êriş bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin. KJK'ê li dijî van êrişên şerê taybet, ji bo xweparastinê bang kir.
-
-
Li Cenga Heftanînê gerîlayekî Ereb
Ciwanê Ereb Demhat ku li refên herî pêş ên şerê rûmetê cih digire, gotinên wî ne yên jiberkirî ne; sînor, dîwar li pêş tune bûn. Gotinên wî ji dil dihatin gotin û digihîşt gelê wî.
-