KURDISTAN
Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe.
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Hemû Nûçe
-
'Em zarokên vê xakê ne, koka me di vê axê de ye'
Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr bi bîr xist ku ew zarokên vê axê ne û warê xwe diparêzin. Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico jî li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelê Kurd û civaka Êzidî kir.
-
-
HPG'ê nasnameya şehîdên Gabarê eşkere kir
HPG'ê nasnameya şehîdên Gabarê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Delîl, Rûhal û Şervan, ku li dijî teknîk û çeteyên paramîlîter ên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn lehengên pêşeng ên Botanê."
-
KCK'ê ji bo Yadê Fatma peyama sersaxiyê da
KCK'ê ji bo Fatma Yildirim ku çûyî ber dilovaniya xwe peyamek weşand û got, ''Em careke dî sond dixwin ku têkoşîna azadkirinê ya xakên ku bi nasname, ziman û çanda xwe lê bûne gel bikin û bêrîkirinên wan bi cih bînin.''
-
Sembola kedê: Çekdar Kato
Her şervanekî azadiyê, li kîjan deverê şer dike bila bike, ew şervan di oxira şoreş û azadiyê de dîrokê dinivîse.
-
Şerîk: Aştî bi berxwedanê pêk tê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, ku desthilatdariya Tirk a heyî rêyên aştiyê hemû girtî ye, ji bilî qirkirinê li ser alternatîfekê nasekine û got, bi lêdana derbên giran aştî dikare bê bidestxistin.
-
-
-
HPG'ê li Çelê li qereqolê xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqoleklê çalakiye hatiye lidarxistin. Dİ daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku 17'ê Tebaxê li Elkê şehîd bûbû hate eşkerekirin.
-
KCDK-E: Parastina îradeya jinê wezîfeya me ya bingehîn e
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bal kişand ser êrişênd agirkeriyê yên dewleta Tirk û zêdebûna destavêtin û destdirêjiya li jinên Kurd û diyar kir, "Xwedîderketina li îradeya jinê, parastina azadiya jinê wezîfeya me ya bingehîn e."
-
Jinan di Cenga Heftanînê de çarenûs guherandin
Yek ji şervanên ku li Cenga Heftanînê li ber xwe dide gerîlaya YJA Starê Çiyajin Cefaneyî ye. Çiyajin Cefaneyî dibêje, "Di Cenga Heftanînê de rengê jinê gelekî diyar bû. Hêza her jinê heye ku pêvajoyê biguherîne."
-
-
Hêviyê şanoya bi Kurdî: Hêvî Şanoger
A.Gafûr Dogan ê bi nasnav Hêvî Şanoger ji bo pêşxistina şanoya bi Kurdî, xwedî kedeke mezin e. Hevrê û hevalên wî yên şanoyê qala Hêvî Şanoger kirin.
-
-
-
Bav Er: Em bêdeng namînin
Bavê Îpek Er a ku piştî rastî tecawûza Çawûşê Pispor Mûsa Orhan hatî dawî li jiyana xwe aniyî Fuat Er got: “Em ji pey vê dozê naberdîn. Ger ku îro bê girtin sibe bê berdan, wê demê em bêdeng nabin.”
-
Hamid: PDK weke saziyeke dij destkeftiyên Kurdistanê kar dike
Çavdêrê Siyasî Niyaz Hamid têkildarî helwesta PDK’ê ya li beramber êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê got:“ Ev partî weke komeke siyasî tevger nake. Beşek e ji saziya şerê taybet ê li dijî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê."
-
-
-
Ji bo bîranîna Xalid Abdûrrahman
Rizgarkirina gerîlayê birîndar refleksa Kurdîtiyê ya Xalid Abdûrrahman bû. Lehengekî gelê xwe bû, bû şehîdekî welatê xwe ku ti carî nayê jibîrkirin.
-
'Xewn û xeyalên te azadbûna me ye'
Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji Rêber APO’ re name nivîsandin. Di nameyan de hate gotin, "Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê xewn û xeyalê te pêk bînîn. Xewn û xeyalê te azadbuyina me ye."
-
-
-
YBŞ: Têkoşîna me wê heta serketinê bi biryardarî bidome
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku êrîşên li ser Şengalê di heman demê de li ser Êzdîxanê û civaka Êzidiyan e û ew ê ev êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.
-