KURDISTAN
Ji bajarên Serhedê gelek kes ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku wê li Wanê were lidarxistin, bi rê ketin.
HPG’ê got, “Ji fermandarên pêşeng a YJA Starê hevrê Zozan Denîz ev demek dirêj bû bi îradeyeke mezin li dijî nexweşiya penceşêrê li ber xwe dida, di pêvajoya ku tedawî didît de 24’ê Hezîrana 2026’an şehîd bû.”
KCK’ê, diyar kir ku Kerbela sembola edalet, wekhevî û têkoşîna xwişk-biratiyê ye û got, “Bi mîrateya Huseyîn û Zeyneban rabûna li dijî zilmên ku di roja me de dewam dikin, rêya herî rast a jiyanîkirina şehîdên Kerbelayê ye.”
Beriya mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve" ku wê roja Yekşemê li Amedê bê lidarxistin, li Amed, Xarpêrt, Çewlîg, Êlih û Sêrtê broşur hatin belavkirin. Her wiha stand hatin danîn û civînên gel hatin lidarxistin.
Kolberên bi navê Salah Bamîr û Resûl Bamîr ên ku li Şemzînanê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, daxuyandin ku li midûriyeta polîsanbi êşkenceya giran û destdirêjiya zayendî re rê bi rê mane. Piştî îfadeyên ku bi hewldanên parêzeran hatine wergirtin
Hemû Nûçe
-
-
Komîteya şehîdan a PKK’ê şehîdên 2’ê Sibatê bi bîr anîn
Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî kiribû û di vê êrîşê de gerîlayên bi navê Rênas, Mazlûm, Zerdeşt û Egîd şehîd bûne.
-
-
-
-
Şervanekî YBŞ'ê li Tilizêr şehîd bû
YBŞ'ê ragihand ku şervanê wan Xidir Mûrad Îdo (Xidir Hebabî) roja 21'ê Adarê li ser rêya Tilizêr dema ku li ser karê xwe bû, di encama qezayê de şehîd bûye.
-
-
-
Xelkê Wanê: Em ji her demê xurtir in!
Pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê ku bi beşdariya bi sed hezaran kesî pêk hat, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dozag girtina HDP'ê bû helwestek.
-
KCK: Xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be!
KCK: Newroza 2021'ê nîşan da ku gelê me û dostên me xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo Rêber Apo bi her awayî ji têkoşînê re amade ne. Em careke din dibêjin, ev xwedîderketina li Rêber Apo divê daîmî be.
-
-
NPG: Em ji her demê bêhtir amade ne
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyama Newrozê ji hêzên HPG'ê re şand û destnîşan kir ku ji bo dawî li rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bînin, ew li her qadê ji her demê bêhtir amade ne.
-
-
Li Wanê sextekariya bi guharê sexte
Hin siyasetmedar û şîrketên hevkarê AKP'ê, mihiyên ji cûreyê Îvesî ku li celebê xwe li Wanê nîne, tevî ku qedexe ye jî bi guharên sexte firotin Qatarê.
-
Xelkê Amedê: Va ye qad û va ye HDP
Şêniyên Amedê ku bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan. Amediyan gotin, "Va ye qad, va ye gel. Kes nikare îradeya me bigire. HDP îradeya bi milyonan kesî ye, dengê bi milyonan mirovî nikar bê birîn."
-
-
-
Li Colemêrgê qada Newrozê tijî bû
Gel qada Newrozê ya li Colemêrgê tijî kir. Di pîrozbahiyê de xwedî li berxwedana zindanan derketin û peyama, “Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin” dan.
-
-
-
Newroza Geverê: Daxwazên zindaniyan daxwazên me ne
Li Geverê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate xwestin ku tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin û berxwedana li zindanan hate silavkirin.
-
Sancar: Berxwedan jiyan e!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Newroza Amedê axivî û got, "Hîn çi ji we tê? Zindanên we, dozgerên we, fen û fûtên we nikarin me bisekinîne. Ji ber ku em hêvî û hêza gelê berxwedêr in. Û em zanin ku berxwedan jiyan e."
-
-
-