KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Emîne û Ferît Şenyaşar hatin destgîrkirin -NÛ BÛ
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku daxwaza edaletê dikin, hatin destgîrkirin. -
Behdîniyên girtî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
Pênc rojnamevan û aktîvîstên ku ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve 16'ê Sibatê bi şeş salan cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin, 41 roj in di greva birçîbûnê de ne. Asayîş nahêle ku parêzer wan bibîne. -
Li girtîgeha Rihayê kiryarên li dijî mirovahiyê
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Rihayê bi nameyekê bal kişandin ser zext û zordariya li wan tê kirin û diyar kirin, ku hevalên wan ên dikevin greva birçîbûnê bi rengekî kêfî tên cezakirin, yên diçin nexweşxaneyê jî bi mehan di karantînayê de tên hiştin. -
Bersûcê qatil ê AKP’î gilî kir, Şenyaşar îfade da
Li ser giliyê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î Suleyman Yildiz ê ku cih di qetlîama malbata Ferît Şenyaşar de cih girt, Şenyaşar îfade da. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Xelkê Kamiyaranê serdana malbata şehîd Şevger Çiya dike
Piştî ku PJAK'ê doh ragihand, du hevrêyên wan şehîd bûne û yek jê Ako Fethî (Şevger Çiya) ye, şêniyên bajarê Kamiyaranê serdana malbata Fethî kir. Serdanên sersaxiyê li gel zext û qedexeyê jî ji doh ve dewam dike. -
Zilma AKP’ê didome: Emniyetê bangî Ferît Şenyaşar kir
Ji bo îfadeyê bide emniyetê bangî Ferît Şenyaşar kir ê ku birayên wî û bavê wî ji aliyê AKP’yiyan hate kuştin û ew tevî diya xwe berxwedana edaletê didomîne. -
Karayilan: Wê tu plana wan bi ser nekeve
Karayilan diyar kir ku Newroz û berxwedana Garê îspat kiriye ku ‘Plana çokdanînê’ têk çûye û got, "Tu planên wan ên qirkirinê wê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi ser nekeve. Divê her kes vî tiştî bizanibe." -
Ji PDK'ê qut bû, tevlî rêveberiya xweser bû: Em Şengalê biparêzin
Birhîm Derwêş bi navê xwe yê naskirî Ebû Rayîd ku endamê civata bilind a Eşayîrî ya PDK'ê bû, bi zêdebûna gefên li ser Şengalê, ji nava PDK'ê derket, tevlî nava rêveberiya xweser a Şengalê bû û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang li her kesî kir. -
Bayik: Desthilatdariya AKP-MHP'ê êdî nikare bi rê ve biçe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: HDP'ê bigirin jî negirin jî desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe, dawî li wan hatiye. Berxwedana Garê, 8'ê Adarê û Newrozê ev yek bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan. -
Gelê Şengalê, hikumeta Iraqê û planên tasfiyeyê yên PDK’ê protesto kirin
Bi hezaran gelê Şengalê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê ya ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê protesto kirin. -
Şehîdên 28’ê Adarê hatin bibîranîn
Li Zozanên Şênê yên Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî qetilkirina gerîlayan di 28’ê Adarê de gel serî hildabû. Di vê serhildanê de 7 jê zarok û 14 kes hatibûn kuştin. Cangoriyên serhildanê hatin bibîranîn. -
Gelê Şengalê li dijî ‘plana tasfiyeyê’ meşiyan
Li Şengalê bi hezaran kes li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de meşiyan. Gelê Şengalê vê peymanê wekî plana tasfiyeyê diyar dike. -
Li Heftanînê çalakiya tolhildanê: 3 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 23'ê Adarê li Heftanînê di şer de şehîd bûn eşkere kir. HPG'ê diyar kir ku li heman qadê roja 25'ê Adarê ji bo hilanîna tola 3 gerîlayan çalakî hatiye kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Serdana ji bo malbata Şenyaşar dewam dike
Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak serdana malbata Şenyaşar kir û got, "Qîrîna vê malbatê bibihîzin." -
Çalakiya Yadê Şenyaşar û kurê wê di roja 20'an de didome
Yadê Emîna Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 20 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza 'Dad'ê rûdinin. -
PJAK: Di encama komploya Îranê de 2 gerîla şehîd bûn
PJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du gerîlayên ku di encama komployek hêzên rejîma Îranê de, li herêma Çem Şilêr a Pênciwênê şehîd bûne, eşkere kir. -
Çîroka hevnaskirina Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz
Xwişka Mahsûm Korkmaz Maşallah Korkmaz: Mazlûm Dogan tê Êlihê, li birayê min dipirse. Piştre diçe otela bavê min, xebatkarên otelê jî ji birayê min re dibêjin ku mêvanek lê dipirse. Herdu jî li wir rûdinên û dest bi nîqaşeke xurt dikin. -
PDK'ê ketin û derketina 53 gundên herêma Bradostê qedexe kir
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li gorî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re ketin û derketina 53 gundên li herêma Bradostê qedexe kir. Gef li gundiyan hate xwarin ku wê bibin hedefa dewleta Tirk. -
Taşçier: Kurd wê careke din dersê bidin desthilatdariyê
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar ki rku desthilatdarî dikare bi destê dadgeriyê HDP'ê bigire, lê belê wê encama dixawze bi dest nexe. Taşçier got, "Eger bi êrişa li ser Kurdan dixwazi hilbijartinê bikin, wê Kurd dersa duyemîn bide wan." -
'Bi sekna fedaiyane ya fermandar Egîd em ê dijmin têk bibin'
Ji fermandarên HPG'ê Edîp Dersim fermandarê efsanewî Egîd bi bîr anî û got, "Gerîlayên Kurdistanê wê li ser şopa fermandar Egîd tevlî pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bibin. -
KNK'ê ji ber koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim sersaxî xwest
KNK'ê ji ber koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest. Di peyama KNK'ê de hate gotin, "Em xizmet, xerman û berhemên Prof. Dr. Qedrî Yildirim yên giranbuha ti carê ji bîr nakin." -
Bayik: Em qet ji rewşa Rêberê xwe agahdar nînin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd AbdullahOcalan wan ti agahî negirtine û got, "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin." -
Cenazeyê Kadrî Yildirim spartin axê
Cenazeyê Parlemeterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, bi tevlîbûna gel û siyasetmedaran spartin axê. -
Jinên Şirnexî serdana Emîne Şenyaşar kirin
Jinên Şirnexî serdana Emîne Şenyaşar kirin ku ev 19 roj in nobeta dadê digire, ji bo hevserê xwe û kurê xwe yê kuştî.