KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hezexê operasyona qirkirina siyasî: 3 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di operasyona qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Milîsên HBDH'ê li dijî wesayita polîsan çalakiyeke çekdarî kirin
Milîsên HBDH'ê li dijî êrişên li zindanan û komploya navneteweyî, li Amedê li dijî wesayiteke polîsên sivîl çalakiyeke çekdarî kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker dîsa di rojeke pîroz a Êzidiyan de êriş kir
Dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev bi balafiran êriş bir ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê, bombardûmana herî giran li Şengalê kir. Bi zêdeyî 4 saetan bi dehan qadên Şengalê bombe kir. Xelkê Şengalê wê li Xanesorê li ber êrişan rabin. -
Şêniyên wargeha Mexmûrê wê bi girseyî li ber êrişan rabin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên doh bi şev wê bi meşeke girseyî helwestê nîşan bidin. -
Li aliyekî dewleta Tirk, li sê aliyên din jî DAÎŞ hebû
Mûrat Karayilan: Di demekê de ku Kobanê li ber ketinê bû û her kes li benda vê encama giran bû, me biryar da ku pêşî li ketinê bigirin û me pêşî lê girt. -
Nûnera Zerdeştiyan Awat: Em tevlî kampanya ji bo PKK'ê dibin
Nûnera Zerdeştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hîsamedîn bal kişand ser Partiya PKK’ê û got: PKK modelek nû ya têkoşînê daniye. PKK’ê ti carî nebûye rêxistineke terorê. Em piştgiriyê didin kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.” -
Qeys El Xezalî: Li hemberî êrîşa li ser sivîlan em bêdeng namînin
Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebarana sivîlan a bi hêncetên bêbingeh bêdeng nemînin. -
Xanesora Şengalê hate bombebarankirin
Piştî çiyayê Şengalê û qûntara wê balafirên şer ên dewleta Tirk navçeya Xanesorê ya Şengalê jî 2 caran pey hev bombebaran kirin. -
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê: Divê li dijî êrîşan her kes derkeve qadan
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Piştî êrîşê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara bang li hemû raya giştî û Kurdan kir da ku dijî êrîşan xwedî helwestek rast bin. -
Balafirên şer ên Tirk Mexmûr, Şengal û gundê Dêrîkê bombebaran kirin - HATE NÛKIRIN - I
Balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), gundê Teqil Beqil ê girêdayî bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal bombebaran kirin. -
Şehîd Viyan Soran li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn
Fermandara YJA-Starê Viyan Soran li Navenda Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ya li Kerkûkê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Şehîdên Hesekê wê li Silêmaniyeyê bi merasîmekê bêne bîranîn
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê wê li navenda xwe bi merasîmekê 121 şehîdên Hesekê bibîr bînin. -
Li Amed û Mêrdînê astengkirina muzîsyenên Kurd hate protestokirin
Li Amed û Mêrdînê zexta polîsan a li ser muzîsyenên Kurd ên li kolanan û astengkirina muzîsyenan hate protestokirin. -
Dozgeriya Tirk ji bo îfadeyê careke din bang li malbata Şenyaşar kir
Ji ber ku wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin hildan, ji edliyeyê bang li malbata Şenyaşar hate kirin. -
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bûn, bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên ku sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ti carî ji xet û rastiya şehîdan qut nebin. -
Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane lidar xist
Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane lidar xist, plana kar û têkoşînê ya dema nû amade kir û ragihand ku rêbaza rêxistin û rêveberiyê li gorî vê planê nû kiriye. -
Karayilan: Me stratejiya dewleta Tirk têk bir
Karayilan diyar kir ku stratejiya esasî ya Tirkiyeyê ew e; li Sûriyeyê Kurd nebin xwedî mafên xwe yên nasnameyê û gelê Kurdistanê cihê xwe di jinûve dîzaynê de negire û got, "Tirkiyeyê ji bo vê gelekî hewl da, lê bi ser neket." -
Nivîskarên jin ên Kurd: Divê Kurd li her qadê bi Kurdî biaxivin
Nivîskarên jin ên Kurd Roza Metîna û Sûltan Yaray, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî bang li Kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li her derê bi Kurdî biaxivin. -
Çalakiya Viyan qîrînek bû
Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got, çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye. -
Canfedaya azadiyê: Viyan Soran
Viyan Soran ku ji bo şermezarkirina tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Sibata 2006'an de bedena xwe da ber agir, bi têkoşîna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, bû pêşeng ji jinan re. -
Li Girtîgeha Hewlêrê 80 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Girtîgeha Giştî ya Hewlerê 80 girtiyên ku di nav wan de girtiyên Behdînanê jî hene, bi dirûşma "Yan azadî an mirin" dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li Silêmaniyê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar in
Li ser rêya Silêmaniyê û Derbendîxanê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bûn. -
Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
Malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar xist di roja 31’emîn de berdewam dike. -
Rejîma Îranê 2 welatiyên Kurd destgîr kirin
Di demên dawî de hêzên rejîma Îranê dîsa dest bi pêlekî yê destgîrkirina welatiyên Kurd kiriyê. Li bajarê Merîwanê mamosteyek û li Bokanê jî welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin. -
Nobetên Edaletê yên li Wan û Amedê didomin
Nobetên Edaletê yên ku malbatên girtiyan li Wan û Amedê dabûn destpêkirin, didome.