KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Ranyayê wênegirek hate kuştin
Li navçeya Ranyayê ya Silêmanî wênegirt Şiwan Elî hate kuştin. -
Viyan Rojhilat: Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Endama HPJ'ê Viyan Rojhilat diyar kir ku hêzên sîstema kapîtalîst bi rêya komployê êrişî gelê Kurd û nirxên mirovahiyê kirine; li dijî vê yekê divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd bê derketin. -
Li Şirnexê buhabûn hat şermezarkirin
Li Şirnexê welatiyan ji ber bilindbûna buhayê elektrîkê tevî barîna berfê daketin kolanan û buhabûn şermezarkirin û gotin, “Hikumet îstîfa.” -
Nobeta malbatên Wanê didome: Divê dengê me bilind bibe
Berxwedana malbatên girtiyan a li Baroya Wanê didome. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay serdana çalakiyê kir. -
Cezayê hucreyê li Leyla Guven hate birîn
Bi îdîaya "Heqaret an jî gef li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" 11 roj cezayê hucreyê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate birîn. -
Li Şax û Payîzavayê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeyên Şax û Payîzavayê 2 kes hatin destgîrkirin. -
Gunay: Divê em piştgiriya bi girtiyên jin re mezin bikin
Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên mirinê û got, "Di bingeha zilmê de tecrîda li Îmraliyê heye." Gunay ji bo piştgiriya bi girtiyên jin re bang kir. -
Li Amedê bihabûn hate şermezarkirin
Endamên Emeklî-Sen'ê yên Amedî zemên desthilatdariyua AKP-MHP'ê û pergala şêlandinê şermezar kirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ceza li nûçegihan Selda Manduz birîn
Dadgeha Tirk 1 sal û 6 meh ceza da nûçegihan Selda Manduz. -
HPG: Em ê armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin
HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin." -
Malbata Şenyaşar ev 337 roj in ji bo dadê nobetê digire
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatine kuştin Nobeta Dadê digire, diyar kir bêdengiya li bara zilmê hemandina kujeran e û got, ''Em biheq in, em ê bi ser bikevin.'' -
Felah Selah: Derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê erkekî exlaqî û mirovî ye
Çavdêrê Siyasî Felah Selah jî piştevaniya xwe ya bi kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê nîşan da û got: “Divê welatên Ewropayê dawî li nêzîkatiya xwe ya durû bîne, PKK’ê ji lîsteya terorê derbixîne." -
'Azadiya Rêbertî wê azadiya Kurdan misoger bike'
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Goran Şaho destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin û got, "Azadiya Rêber Apo wê azadiya gelê Kurd misoger bike." -
Jiyanek ji bo dozê: Zulkuf Gezen
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zulkuf Gezen sala 2019'an çalakiya fedaî kiribû. Dayik Havva Gezen qala kurê xwe Zulkuf Gezen kir. -
Dûran Kalkan: Hîn bêhtir rêxistinî, hîn bêhtir berxwedan
Kalkan: Dewleta Tirk bi êrişan û bi îxbara PDK'ê re pêşengên gel qetil dike û dixwaze gel bitirsîne, bitepisîne. Wê demê divê pêşeng jî xwe hîn baştir biparêzin. Berxwedan divê hîn bi rêxistinî û xurt be. -
Gelê Şirnexê li hemberî bihabûna elektrîkê daket qadan
Li Hezex û Qilebanê bihabûna elektrîkê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê hate protestokirin. -
Cangoriyên jêrzemînên Cizîrê hatin bîranîn
Ji bo 177 kesên ku dewleta Tirk li Cizîrê ew di jêrzemînan de qetil kiribû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Qoserê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ
Li Qosera Mêrdînê di destê sibehê de di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Şiyar Şevger: Di sala nû de ji bo azadiya Rêber Apo tişta hewce em ê bikin
Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger diyar kir ku di sala nû de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin, wê êrişên li ser gelê Kurd bi têkoşîna xwe ji holê rakin û bersiva pêwîst bidin. -
'Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li azadiyê ye'
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe dide û got, "Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li îrade û azadiya xwe." -
Aqûbeta ciwanên ku Asayîşa Silêmanî ew destgîrkiribûn nayê zanîn
Asayîşa Silêmanî du roj beriya niha 3 endamên Ciwanên Welatparêz destgîr kir û heya niha çarenûsa wan ciwanan ne diyar e. -
Li Qoserê bi deh hezaran bi dirûşmeya ‘Teyyîp Îstîfa’ zam şermezarkirin
Li Qoserê bi deh hezaran kes daketin kolanan û zamên hatine danîn şermezarkirin. Gel rê girtin û dirûşmeyên ‘Tayyîp îstîfa’ berzkirin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî gel kir. Gel jî bi beran bersiv da êrişan. -
'Ne şoreşgerên Kurd dewletên dagirker ên Kurdistanê terorîstin'
Rewşenbîr û nivîskarên bajarê Kerkûkê piştgiriya xwe ya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ragihandin. -
Li Hewenga Rihayê cerdevanan 2 kes kuştin
Li navçeya Hewengê ya Rihayê cerdevam Izzet D, xwîşka xwe Aysel Yaşar û hevserê wê Ibrahîm Yaşar kuştin.