KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şengalê: Me bi saya Rêber Apo xwe rêxistin kir û xwe parast
Xelkê Şengalê dibêje, eger civaka Êzidî dixwaze azad bibe divê di serî de xwedî li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve. -
TAJÊ: Li dijî komplogeran em ê têkoşînê mezin bikin
TAJÊ komploya navneteweyî di salvegera 23'an de şermezar kir û got, "Weke jinên ku êş ji faşîzmê kişandine, em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê mezintir bikin." -
Şehîdên 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin'
Ji roja pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û vir ve bi dehan kadroyên PKK’ê û dîsa jin, ciwan û welatparêzên Kurd bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn. -
Kelhor: Xeta xiyanetê bişikînin û welatê xwe azad bikin
Gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê Diyako Kelhor komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û bang li ciwanên Kurd kir, ku xeta xiyanetê bişikînin û ji bo azadiya welêt biherikin nava refên tevgera azadiyê. -
'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, li Rojhilata Navîn çareserî nabe'
Rojnamevan nivîskar Hesen Cûdî bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got, "Pirsgirêka Kurd bêyî wî çareser nabe, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabin. Lewma têkoşîna ji bo azadiya wî divê cîhanî be." -
'Em ê bi rastiya jin a azad, tecrîdê têk bibin'
Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî got, "Heta ku komplo bê beralîkirin em ê şer bikin. Em ê bi rastiya jin a azad, tecrîdê têk bibin." -
Berdevka TAJÊ: Weke civaka Êzidî em deyndarê Rêbertî ne
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî ragihand ku weke civaka Êzidî ew deyndarê Rêberê Gelê Kurd Ocalan in û got, "Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û azadiya fîzîkî misoger bikin." -
'Armanca me azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtî be wê gel hemû tecrîdkirî bin û gotin, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd misoger bikin." -
Kalkan: Wê bibe sala azadiya Rêber Apo
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê têkoşîna leşkerî, îdeolojîk û civakî hîn bi berfirehî û hevdemî bimeşînin û got, "Me biryar dane ku sala 50'î ya Rêber Apo û PKK'ê bikin sala azadiya Rêber Apo." -
Li Rihayê komplo bi paçên reş hat şermezarkirin
Rêxistinên HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê bi paçên reş ên li avahiyên xwe daliqandin komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Komplo dê sibê bi awayekî girseyî jî bê şermezarkirin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Kerkûkê hat şermezarkirin
Li bajarê Kerkûkê bi mîtîngek girseyî komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin, “Em sala 24’an a komployê bikin sala azadiya Rêberê xwe.” -
Ji mexdûrên Qirkirina Dersimê Fatma Îçîn jiyana xwe ji dest da
Fatma Îçîn ku dawiya salên 1930'î di dema Qirkirina Dersimê de 10 salî bû û hingî hate revandin, di 95 salî de jiyana xwe ji dest da. -
MLKP-Kurdistan: Li dijî komployê divê em hemû li ber xwe bidin
Rêxistina MLKP-Kurdistanê got, "Welatparêz, demokrat, sosyalîst û welatparêzên sosyalîst divê li dijî komployê bibin yek, li ber xwe bidin. Heta ku tecrîd dewam bike, kes wê azad nebe." -
Parêzer: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin!
Parêzerên OHD'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin, "Hevdîtina bi Ocalan re wê bibe gaveke ji bo bidawîbûna krîza civakî." -
KKP'ê serdana malbata Şenyaşar kir
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek serdana malbata Şenyaşar kir ku li Rihayê di Nobeda Edaletê de ye. -
MXDŞ'ê ji bo meşa sibe ya li Şengalê banga tevlîbûnê kir
Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê sibe li Şengalê meşek tê lidarxistin. MXDŞ'ê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir. -
Li Mêrdînê dayika aştiyê Helîme Işik hate destgîrkirin
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan girtin ser mala dayika aştiyê Helîme Işık û ew destgîr kirin. -
Jinên Şengalî: Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo dibe
Jinên Şengalê destnîşan kirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve dîlgirtî jî be fikrên wî di nava gelan de belav bûye û diyar kirin, jin û civak xwe li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin û diparêzin. -
Li Artûklûyê Dayika Aştiyê Işik hate destgîrkirin
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, polîsên Tirk avêtin ser mala Dayika Aştiyê Helîme Işik û ew destgîr kirin. -
Nûçegihana MA'yê Dûrgût hate destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de ya li Cizîrê, nûçegihan Zeynep Dûrgût hate destgîrkirin. -
Zilar Stêrk: 15'ê Sibatê roja qirkirina neteweyî ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk anî ziman ku 15'ê Sibatê ji bo Kurdan roja qirkirina neteweyî ye û destnîşan kir, ku gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî hîn bi xurtî li dora rêberê xwe kom bû. -
'Ji bo serlêdana Rêber Apo neyê qebûlkirin, PDK'ê name ji Dadgeha Romayê re şand'
Sozdar Avesta diyar kir ku komplo operasyoneke NATO'yê ye û armanc jî qirkirina gelê Kurd e. Sozdar Avesta bal kişand ser rola PDK'ê ya di komployê de û got, "Ji bo serlêdana penaberiyê ya Rêber Apo red bike, PDK'ê nameyek ji Dadgeha Romayê re şand." -
'Li dijî komployê em ê Tevgera Azadiyê xurtir bikin'
Gerîlayên YRK'ê Şahîn Agirî û Tolhildan Çilçeme diyar kirin ku li dijî komploya navneteweyî wê Tevgera Azadiyê ya Rojhilat xurtir bikin û bi vî rengî têbikoşin. -
'Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Rêbertî azad bikin'
Gerîlayên HPG'ê gotin, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin negihîşt armanca xwe û destnîşan kirin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe wê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin. -
Kalkan: Komplo bi rê û rêbazên nû tê meşandin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploger negihîştine armanca xwe, lê têkçûn jî qebûl nekirine û zîhniyet/siyaseteke cuda dananîne ber xwe. Kalkan got, sîstema dîlgirtinê armanca dualî ya zext û êşkenceya li ser Ocalan e.