KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Amed: Bi ruhê berxwedana Garê dagirker hatin têkbirin
Rojnamevan Dogan Amed destnîşan kir, têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê encama berxwedana Garê ye û got, "Dagirker çiqasî xurt jî bin wê li hemberî PKK'ê nikaribin bi ser bikevin." -
Li Derbendîxanê bi semînerekê komplo hate şermezarkirin
Komîteya Azadiya Ocalan li salona Lîsa Kafe ya Derbendîxan a Başûrê Kurdistanê bi semînerek a bi tevlîbûna dehan kesî komploya navnetewî ya 15’ê Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
HPG: Dewleta Tirk êrişeke berfireh a hewayî kir, encam negirtin
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di salvegera Serketina Garê û komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî de êrişên berfireh ên hewayî biriye ser herêmên Avaşîn, Garê, Metîna, Xakurkê û Zapê, lê ji ti ji wan encam bi dest nexistiye. -
Ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serlêdan hate kirin
Ji bo cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bêne eşkerekirin, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin, serlêdan hate kirin. -
Li Amedê gilihê êşkencekarên girtîgeha Amedê hate kirin
Li Amedê gelek rêxistinên heq û hiqûqê ji bo ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê êşkence li girtiyan hatiye kirin gilih kirin. -
Li Agiriyê serdegirtin dewam dike: 6 kesên din hatin destgîrkirin
Li Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kesên din hatin destgîrkirin. -
Dag û Er di greva birçîbûnê de ne, malbatên wan bang kirin
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li girtîgeha Hewlêrê mafên wan ên mirovî têne astengkirin, di greva birçîbûnê de ne. Malbatan nerazîbûn nîşanî Rêveberiya Hewlêrê dan û gotin, "Bes zilmê li ciwanên Kurd bikin." -
Nobeda malbata Şenyaşar di roja 345'an de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, di roja 345'an a çalakiyê de careke din destnîşan kir ku wê serî li ber zilmê netewîne. -
Dezgehdarên Hewlêrê li dijî biryara 'kêfî' rê li çûn û hatinê girtin
Li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, gelek dezgehdaran nerazîbûn nîşanî biryara guhertina cih dan ku li dijî peymanê hatiye dayin û ji bo vê daketin qadan. -
HPG'ê şehîdên Derya Reş û Wanê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Derya Reş û Wanê di sala 2016'an de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Ji bo azadiya gelê me ti carî xwe ji fedakariyê venegirtin û heta kêliya dawî têkoşîneke bêhempa meşandin." -
'Heke Ocalan azad bibe wê li tevahiya herêmê aştî pêk bê'
Kesayetiyên bajarê Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin, "Ji bo aştiya li tevahiya cîhanê û navçeyê, em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan." -
Ûca: Azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd e
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku her kesî rola Ocalan a pêvajoya aştiyê dît, lewma piştevaniya kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dikin û got, "Ji Emerîka Latîn heta Ewropayê, li tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dikin." -
Dewleta Tirk êrîşî Şêledizê kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Şêledizê kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Huseyîn Haydar Steyî jiyana xwe ji dest da. -
Li Nisêbînê 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Nisêbînê komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Li Binarê Qendîl, Germiyan û Qeladizê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Binarê Qendîlê û navçeyên Qeladizê û Germiyan ên Başûrê Kurdistanê gel daketin qadan û komploya navnetewî şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Li Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li bajarê Kerkûkê çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin. -
Komploya Navneteweyî bi girseyî li Silêmanî hate protestokirin
Bi tevlîbûna sedan kesî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Silmaniyê bi meşeke girseyî hate protestokirin. -
Li Şengalê Roja Reş ji aliyê hezaran kesî ve bi meşekê hat şermezarkirin
Bi hezaran şêniyên Şengalê ji bo şermezarkirnia komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî meşek girseyî lidar xistin û bi yek dengî gotin, “Emê ji bo azadiya wî ya fizikî heya dawî tekoşîn bikin.” -
Amediyan komplo şermezar kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê got, “Bila deriyên Îmraliyê bê vekirin. Rabûna tecrîdê wê demokrasî û azadiyê bîne.” -
Xelkê Silêmaniyeyê li dijî komploya navneteweyî dimeşe
Şêniyên Silêmaniyeyê daketin qadan û li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşê kir. Di meşê de ku hîn dewam dike, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. -
Şêniyên Mexmûrê li dijî komploya 15'ê Sibatê daketin qadan
Şêniyên Mexmûrê, di salvegera 23'an a komploya 15'ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daketin qadan û xwepêşandaneke şermezarkirinê li dar xistin. -
YBŞ: Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li ser gelan pêk hatiye
Fermandariya YBŞ’ê bi wesîleya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ev komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelan pêk hatiye. -
Li Wanê komplo hate şermezarkirin, li dijî tecrîdê banga têkoşînê hate kirin
Li Wanê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin û li dijî tecrîdê banga ji bo mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Her ku Birêz Ocalan biaxive, wê derfetên ji bo çareseriya demokratîk jî zêde bibin." -
'Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê faşîzm û dagirkerî bê têkbirin'
Komîteya Azadiya Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî Kurdistan û Rojhilata Navîn aram dibe. Komîteyê got, "Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê faşîzm û dagirkerî bê têkbirin." -
MXDŞ: Êrişên li ser Şengalê dewama komploya 15'ê Sibatê ye; em ê têkoşînê geş bikin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê têne kirin dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe geş bikin.