KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê dema qedexeyên kêfî bi 15 rojên din hate dirêjkirin
Walîtiya Wanê ragihand ku ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatine qedexekirin. -
Li Kelarê semînera ‘Komploya navneteweyî û krîza pergalê’
Li navçeya Kelarê semînera ‘Komploya navneteweyî û krîza pergalê’ hate lidarxistin û di semînerê de hate diyar kirin ku sîstema kapîtalîst a cîhanê bi çend projeyên cuda hewla tunekirina Kurdan daye. -
Şandeya Rêveberiya Xweser serdana gora Mam Celal kir
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê’ hatibû Silêmanî, serdana gora Mam Celal Telebanî kir. -
Şenyaşar: Kesên çavê xwe ji zilmê re digirin wekî zilmkaran in
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 356’an de didome. Malbatê got “Kesên çavê xwe ji zilmê digirin wekî zilmkaran in.” -
'Em dikarin bi her kesê ku li gorî helwestnameyê ne, bibin hevpar'
Parêzer Kolûman anî ziman pêwîst e hemû saziyên Elewiyan li dijî pergala ku Elewiyan marjînal û asîmîle dike bên cem hev û belgeyeke helwestê biweşînin. Kolûman got ku ew dikarin bi her kesê ku li gorî vê belgeya helwestê nêzîk bibin re tevbigerin. -
Li Wanê 4 xwendevan hatin destgîrkirin
4 xwendevanên ku di Zanîngeha Sedsalê ya Wanê êrişên nijadperest ên li hemberî xwendevanên Kurd şermezar kirin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. -
HDP çû serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê
Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê çû serdana Nobeta Edaletê û got “Em tecrîdê û bernedana girtiyên nexweş qebûl nakin.” -
Aktaş û Yavûzel ku li Cîzîrê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
Nûçegihan Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê ku bi destê dewleta Tirk li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Komxebata ‘Têkoşîna Dijî DAÎŞ’ê’ bi encamnameyekê dawî bû
Komxebat bi encamnameya ku divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bê xurtkirin, yekîtiyek navbera Rêveberiya Xweser, Herêma Kurdistan, Iraq û dîsa avakirina dadgeheke navneteweyî bi dawî bû. -
Xizmên windayan ji bo Aydinlar, Can û Kaya hatin cem hev
Xizmên Windayan li Amed û Wanê li aqûbeya Cuneyt Aydinlar, Metîn Can û Hasan Kaya pirsîn, ku ji hêla dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. -
‘Divê têkoşînek hevpar li dijî DAÎŞ’ê bê kirin’
Di rûniştina duyem a panelê de panelîstan bal kişand ser têkoşîneke yekgirtî ya li dijî DAÎŞ’ê û texrîbata DAÎŞ’ê li Iraq û Şengalê hatin kirin. -
Koma nû çalakiya greva birçîbûnê wergirt
Greva birçîbûnê ya ku li dijî zext û êşkenceyan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû destpêkirin, bi dorveger didome. Koma nû greva birçîbûnê wergirt. -
Encama hilbijartinê ya şaredariya Mexmûrê hate eşkerekirin
Li gorî encamên dawîn Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin. -
Li girtîgeha Îdirê 2 girtiyan dest bi grêva birçîbûnê kirin
Li Îdirê girtî Hogir Batû ev 65 roj in di grêva birçîbûnê de ye, diyar bû li eynî girtîgehê 2 girtiyên din jî dest bi grêva birçîbûnê kirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ne di eynî keştiyê de ne
Malbata Şenyaşar di roja 355'an de Nobeta Dadê didomîne. Malbatê got, ''Heke em di eynî keştiyê de bin, ev zilm çima?'' -
‘DAÎŞ ji bo herêm û hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
Di komxebatê de panelîstan bal kişand ser xeteriya li ser çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê û gotin: “Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo hemû herêm û cîhanê metirsîdar e. Di vê mijarê de divê Rojava bi tenê neyê hiştin.” -
HPG’ê şehîdên Serhedê bi bîr anî
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûne eşkere kir û got “Em ê alaya berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ser bikevin.” -
‘Ya ku li Şengalê tê kirin binpêkirina mafê mirovahiyê ye’
Şandeya KNK’ê ya ku serdana Şengalê kir piştgiriya xwe ji bo rêveberiya xweser nîşan da û got, “Em heya dawî di parastina bawerî û nirxên civaka Êzidî de li pişt wê ne.” -
Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê li Silêmanî dest pê kir
Komxebata ku ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gel Piştevaniya Rojava re bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ li Silêmaniyê dest pê kir. -
Li Pertekê sîxurtî li HDP’iyan hat ferzkirin
Polîsan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Pertekê sîxurî li 2 kesên bi navê H.Ş û D.K yên li navçeyê dijîn, ferz kir. -
'Girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêlin'
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê Azad Kalkan, çû serdana "Nobeda Edaletê" ya Wanê û ji bo ku îşkence bi dawî bibe banga piştevaniyê kir. -
Derbarê Emîne Şenyaşar lêpirsîna 14’emîn hate vekirin
Derbarê Emîne Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye, lêpirsîna 14’emîn hate vekirin. -
Qeyyûm fatûreyê li esnafan dibire
VASKÎ’yê ya Wanê fatûreya xebatên li kolanan li esnafan dibire. -
Piştevaniya ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve, didome
Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe piştevaniya bi Kampanya PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin berfireh dibe. Welatiyên Başûr tînin ziman ku PKK ne teror e, gelê Kurd ne teror e. -
Jin çûn serdana nobeta malbatên girtiyan
Jin çûn serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û gotin “Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome.”