Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê li Silêmanî dest pê kir

Komxebata ku ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gel Piştevaniya Rojava re bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ li Silêmaniyê dest pê kir.

Komxebat bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, parêzer û hiqûqnasan li Otela Dawa ya Silêmanî dest pê kir.

Destpêkê Bekir Şêx Selam axivî û bal kişand ser xeteriya DAÎŞ’ê û got: “Di nava gelek salên borî de gelek caran çeteyan hewl da ku êrîş bikin, ev jî metirsiyek mezin li ser rojava çêkir. Êrîşa li ser Girtîgeha Sînaa pêk hat, eger bi ser biketa wê metirsiyek pir mezin li ser hemû herêmê çêbikira. Ji bo vê ev jî kir divê hemû alî li ser vê mijarê kom bibin û li hev bicivin, çareseriyek ji bo vê peyda bikin.

Bi vê komxebatê em dixwazin vê mijarê nîqaş bikin û bikin ku hikûmet zextekê Ewropa bike.

Piştre jî Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen jî axivî û ev peyam da “Dixwazin metirsiya DAÎŞ’ê bidin nîşandan. Divê çarenûsa DAÎŞ’iyan bê derxistin. DAÎŞ’ê gelek caran hewl dane ji girtîgehê derkevin û êrişan bikin. Herî dawî li Girtîgeha Sînaa hewldanek pêk hat. Ev jî metirsiyeke mezin bi xwe re anî. Eger DAÎŞ’ê bi ser ketina wê metirsiyek bi xwe re bîne.

Di vê komxebatê de em ê balê bikişînin ser vê metirsiyê û ev ne ji bo Kurdan ji bo hemû herêmê û cîhanê vê bibînin û li ber vê rawestin û bigihêjin biryarek ji bo DAÎŞ’î û malbatan.

Divê Ewropa li gel rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê mijarê kar bike û di mijara DAÎŞ’ê di warê siyasî û dîplomasî de kar bike. Em bi vê komxebatê peyama xwe ya li ser vê dişinin bo herêma Kurdisan, seferatxane û hemû hêzên Navneteweyî û Ewropa.”

Piştî axaftina Nûrşen Hesen sînevîzyona ku metirsî û xeteriya çeteyên DAÎŞ’ê û kiryarên wê tîne ziman hate nîşandan.