KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşekî girseyî hate şermezarkirin. -
KCK: Tu êrîş nikare gelê me bêzar bike
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku welatên ku li dijî DAIŞ'ê koalîsyon ava kirine, Rûsya û Iraq hevparên van êrîş û kuştinan in. KCK'ê da zanîn ku tu êrîş nikare gelê Kurd bêzar bike û bang li gelên cîhanê kir ku bibin xwedî helwest. -
Jin li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
Platforma Jinan a Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê. Malbatan diyar kirin heta ku ew bigihêjin armanca xwe wê li ber xwe bidin. -
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê serdana Şenyaşaran kirin
Birûya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê serdana malbata Şenyaşar kirin ku Nobeta Dadê didomînin. -
Li Silêmaniyeyê serdana ji bo merasîma bîranîna şehîdan dewam dike
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo 121 şehîdên Girtîgeha Sînaa li navenda xwe merasîmek pêk tîne û di nava rojê de aliyên siyasî û kesayet bê navber serdan dikin. -
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
KCD, HDK, TJA; DBP û HDP'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji hikumeta Başûr re jî gotin, "Hûn jî berpirsyar in." -
Şanaz Îbrahîm serdana merasîma şehîdên Gurzê Gelan kir
Kargêrî Mektîbî Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana merasîma şehîdên Gurzê Gelan a li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr Kurdistanê li Silêmanî kir. -
Bi roketan li baregeha Tirk a li Başîqayê hate xistin
Li bajarê Mûsilê yê Başûrê Kurdistanê bi roketan li baregeha leşkerî ya Tirk a li bajarokê Başîqayê hate xistin. -
Polîsên Tirk bi ser Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê de girtin
Polîsên Tirk bi ser Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê de girtin. Polîsan avahiya saziyê dorpêç kirin û nav saziyê seh dikin. -
Kobanê bi şerê sîng bi sîng hate rizgarkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Berxwedêrên ku Kobanê parastin, bi dilê xwe şer kirin, bi wêrekî li ber xwe dan. Ya ku DAÎŞ têk bir îradeya Apoyî bû. Şerê li Kobanê bi têkoşîna sîng bi sîng û şerê li nava malan hate qezençkirin." -
'Me careke din dît ku artêşa Iraqê nikare Êzidiyan biparêze'
Dayê Şemê û Nayîf Şengalî yên ji xelkê Şengalê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava dan û destnîşan kir ku wan careke din dîtine, artêşa Iraqê nikare civaka Êzidî biparêze. -
Hozat: Di hilweşandina faşîzmê de jin wê bi roleke mezin rabin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Têkoşîna jinan ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê anî ber hilweşînê, di têkbirina faşîzmê de jî wê bi roleke gelekî girîng rabe." -
Hizba Şûî ya Kurdistanê: Bêdengî xwîna zarokên me dirijîne
Hizba Şûî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û li dijî êrişan got, “Divê helwestek tund hebe.” -
‘PKK’ê bi qehremanî û dilsozî gel û niştiman parastiye’
Di salvegera çalakiya canfedayî ya Şehîd Viyan Soran de xwişka çar şehîdan dibêje: “Eger niviya Kurdistanê weke PKK’ê paqij û dilsoz bûya wê çaxê Kurd û Kurdistan azad dibû.” -
Gulmez a DBP’yî careke din hate girtin!
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez ji ber îddîayeke di dosyeya doza wê de ya ku berê ji ber wê hatibû girtin, dîsa hate girtin. -
Bûdak: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de du kes şehîd bûn. Budak diyar kir ku li hemberî wan êrişan ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de li Şengalê 3 sivîl şehîd bûn
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê 3 sivîlên ku karê bîrkolandinê dikirin şehîd bûn û yek jî birîndar bû. YBŞ'ê diyar kir ku li gel bombardûmana giran jî tiştek bi hêzên wan ên leşkerî nehatiye. -
Di doza qeymeqamê provokator de ceza li malbatên Roboskiyê hate birîn
Piştî qetlîama Roboskiyê qeymeqamê wê demê Naîf Yavûz çûbû gund û provokasyon kiribû. Gelê Roboskî bertek nîşanî qaymakam dabûn û ew qewirandibûn. Di vê dozê de 170 hezar TL û 30 sal cezayê girtîgehê li malbatan hate birîn. -
Xelkê Mexmûrê cenazeyê her du şehîdên xwe veşart
Xelkê Mexmûrê diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk nikaribe berxwedana wargehê bişkîne û bi merasîmeke girseyî cenazeyê her du şehîdên xwe yên Hêzên Parastina Cewherî veşart. -
Şêniyên Mexmûrê şehîdên xwe dispêrin axê
Şêniyên wargeha Mexmûrê cenazeyên 2 şehîdên xwe bi merasîmekê dispêrin axê. -
Rêveberiya Şengalê: Îradeya civaka Êzidî ji êrişan xurtir e
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê helwest li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan da û diyar kir ku êriş nikarin wan lawaz bikin, berevajî dibe sedem ku ew hîn xurtir bi doz û xaka xwe ve bên girêdan. -
Hozat: Rêya demokrasî, edalet û çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe
Besê Hozat: Rêya demokrasî û edaletê ji Îmraliyê derbas dibe. Rêya heqîqetê ji Îmraliyê derbas dibe. Eger demokrasî, edalet û hiqûq we bê Tirkiyeyê divê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê mehkûmkirin -
Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseyî li ber êrişan rabû
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî li ber êrişa dewleta Tirk a dagirker rabû, ku doh bi şev bi balafiran bombardûmaneke giran li wargehê kiribû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn
Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên wan şehîd bûne û bi dehan sivîl birîndar bûne. -
Dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Şengalê
Dewleta Tirk a dagirker dîsa êrişî Şengalê kir. Ev êriş ji sala 2017’an û vir ve êrişa herî berfireh a hewayî bû. Gelê Şengalê wê îro êrişê protesto bike.