KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Dersimê amadekarî ji komkujiyê re tê kirin: Metirsî mezin e
Li Dersimê ku ji aliyê etnîkî, dînî, sosyo-polîtîk û xwezaya xwe ve xweser e, eger projeyên madenê yên destûr hatine dayin bi cih bê anîn, wê talaneke mezin li ser jiyan û baweriyê çêbibe. -
Dîwar li dijî Kurdan tê lêkirin
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kûrt anî ziman ku dîwarê bi fînansmana Yekîtiya Ewropayê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin, ne li dijî penaberan, lê li dijî Kurdan e. -
Li Amedê êrîşa çekdar: 4 kes birîndar bûn
Hate diyarkirin li Amedê komeke ku maske dabû ber xwe devê xwe bi çekan 4 kes birîndar kirin û ji birîndaran rewşa yekî jê giran e. -
Nobeta Dadê ya li Wanê didome
Li Nobeta Dadê ya Wanê ku xizmên girtiyan didomînin, hate xwest ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin demildest bêne berdan. -
Malbat ji bo Taniş û Deniz hatin cem hev
Malbat ji bo Serokê Navçeya Silopyayê ya HADEP'ê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Deniz ku dema hatin destgîrkirin hatin nebedîkirin hatin cem hev. -
Dadgehê xwest bila dosyeya Zulkuf Gezen ê PKK’yî dîsa were nirxandin
Di merasîma cenazeyê Zulkuf Gezen ê PKK’yî de walîtiya Amedê destûrê lêpirsînê nedabû astengiyên ku polîsan di merasîmê de kiribûn. Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê diyar kir biryara walîtiya Amedê li dijî hiqûqê ye û xwest dosye dîsa were nirxandin. -
Sengawî: PKK gel e, divê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin
Siyasetmedar Ferhat Sengawî destnîşan kir ku PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û divê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin. -
YJA Starê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Fermandara Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî bi bîr anî, ku Gulana 2021'ê şehîd bû. -
PJAK: Em ji her rewş û bûyerê re amade ne
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bal kişand ser tevlîheviya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got, projeyeke çareseriyê ya Îranê ya ji bo gelan nîne. Mûînî got, "PJAK ji bo gelan xwedî projeya çareseriyê ye." -
'Em amade ne ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin'
Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ragihand ku artêşa Iraqê û PDK li şûna kaosê divê pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku helwestê li hemberî van nêzîkatiyan nîşan bide. -
Şehîd Azad Êzdîn li Şengalê hate bîranîn
Yek ji fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn ê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hate bîranîn. -
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 322'an de ye
Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bênavber dewam dike. Îro roja 322'an a Nobeda Edaletê ye. -
Artêşa Iraqê li nêzî Wargeha Mexmûrê gelek kuleyên leşkerî kom kiriye
Piştî ku hewildana artêşa Iraqê ya têlkirina dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî, rastî nerazîbûna gel hat û bi serneket, vê carê artêşa Iraqê di navbera wargehê û navçeya Mexmûrê de hejmarek zêde ya kuleyên leşkerî amade kiriye. -
Li Cizîrê wesayita zirxî li ciwanekî xist û bi giranî birîndar kir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan xist û ew bi giranî birîndar kir. -
HPG'ê fermandar Sozdar Cûdî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî eşkere kir ku li Bagokê şehîd bû û got, "Di şoreşgeriya 22 salan de bû yek ji milîtanên YJA Starê yên Gerılatiya Modernîteya Demokratîk." -
'PKK wijdanê gelan e, divê tavilê ji lîsteya terorê bê derxistin'
Niyaz Hamîd diyar kir ku hebûna PKK’ê ya li lîsteya ‘terorê’ li gorî berjewendiyên dewlet-netewe û sîstema kapitalîst e û got: "Mayîna PKK’ê ya di lîsteyê de tê wateya pêşîgirtina li projeya çareseriyê ya PKK’ê ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê daniye." -
Girtiyê ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye, nayê berdan
Girtiyê siyasî Cahît Abûkan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê ye, tevî ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye jî nayê berdan. -
Di Nobeda Edaletê de ji bo yekîtiya li dijî 'desthilatdariya faşîst' bang hate kirin
Malbatên Girtiyan ku li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Edaletê lidar dixin, "li dijî bêedaletiya bêdawî ya desthilatdariya faşîst" banga yekîtiyê kirin. -
Şengalî bi dirûşma, 'Xweserî Mafê me ye' meşiyan
Bi hezaran Şengalî li Sinûnê bi dirûşma, “Xweserî mafê me ye, em mafê xwe dixwazin” li dijî hewldanên pêkanîna 9’ê Cotmehê, zextên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
QSD: 175 çete hatin kuştin, girtîgeh hate kontrolkirin - NÛ BÛ
QSD'ê ragihand ku di şerê 3 rojan de yê li Hesekê 175 çete hatine kuştin, girtîgeh bi temamî hatiye kontrolkirin. -
Nobeta Adaletê ya Şenyaşaran didome
Nobeta Adaletê ya malbata Şenyaşar di roja 321'an de didome. -
Yek ji birîndarên qezaya trafîkê ya li Şengalê jiyana xwe ji dest da
Yek ji birîndarên qezaya trafîkê ya li Şengalê, ku wesayiteke leşkerî ya artêşa Iraqê û otobusa servîsa xwendekaran li hev ketin, îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da. -
Gever a dagirkirî di bin deynan de hatiye hiştin
Di ser desteserkirina Şaredariya Geverê re 2 sal derbas bûn. Di nava van 2 salan de 3 qeyûman şaredarî talan kirin û bi 1 milyar û 87 milyon TL'î deyndar kirin. -
Li Mexmûrê êrişên li ser Rojava û Şengalê hat şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin. -
YBŞ: Emê bi helwesta hesabpirsîn û tolgirtina ji dijmin têbikoşîn
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê nasnameya du endamên xwe yên di êrişa duh ya ji aliyê dewleta Tirk pêkhatî de şehîd bibûn eşkere kir û soza domandina têkoşîna wan da.