KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mîtînga HDP'ê ji ber berfê taloq bû
Mîtînga HDP'ê ya li Amedê ji ber berfa ku zêde bariya, taloq bû. -
HPG: Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê gerîlayên ku sala 2016'an li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kirine teqez bi ser bixînin." -
Başûrê Kurdistanê bi berfê spî bû
Ji ber barîna berfê ya ji duh ve li seranserê Başûrê Kurdistanê, li gelek deveran jiyan tevizî. -
Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
Malbata Dokû ku li ber Edliyeya Dersimê daxwaza hînkirina aqûbeta keça xwe Gulistan Dokû ya winda bûye dike, rexmî barîna berfê jî çalakiya xwe didomîne. -
Şêniyên Mexmûrê bi meşekê berxwedana 4 salan a Efrînê silav kirin
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê meşek girseyî lidarxistin û berxwedana Efrîniyan ya li hemberî dagirkeriyê silav kirin. -
Nobeta Edaletê ya li Wan û Amedê didome
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, didome. -
HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li dijî lûleya petrolê ya Mereşê li xwe girt
Milîsên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li navçeya Pazarcix a Mereşê li xwe girt, ku di encamê de lûleya petrolê hate îmhakirin. -
'Di nava salekê de 46 kolber hatin kuştin'
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di sala 2021'ê de herî kêm 46 kolberên Kurd li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin. -
Li Mexmûrê çar ciwanên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn
Çar ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî yên bi navên Mehmud Cengîz, Cîhad Budak, Hogir Çetîn û Denîz Denîz ku 17’ê Çileya 2021’an di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. -
TEV-DEM: Divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî vekişe
TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya cîhanê kir û diyar kir ku dewleta Tirk a sûcên hovane dike, divê ji herêmên dagir kiriye vekişe. -
Malbata Şenyaşar: Heta edaletê em li vir in
Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike. Ferît Şenyaşar got, "Heta edalet bi cih were em ê çalakiyê li dar bixin." -
Ji ber muzîka Kurdî derbarê parlementer Remziye Tosûn fezleke hate amadekirin
Daraza Tirk vê carê jî muzîka bi Kurdî kir hincet û derbarê parlementera HDP’ê Remziye Tosûn fezleke amade kir. -
YPS: Dema wê ye ku ji bo xweparastinê tevlî nav refên YPS/YPS JIN'ê bibin
YPS'ê got, "Dema wê ye ku li ser bingeha hişmendiya xweparastinê, rêxistinî bibin û beşdarî nava refên parastinê yên YPS û YPS-JIN'ê bibin." -
Hisên Hecî: Xelkê Êzidî divê hêviyê ji dewleta Iraqê neke
Endamê Polîtburo ya PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku divê xelkê Êzidî hêviya xwe bi dewleta Iraqê ve girênede û got, "Hin partî li herêmê aştiyê naxwazin. Em alîgirê şer nînin. Em ê nehêlin ku aramiya Şengalê xera bibe." -
Gundiyên ku giliyê leşkerên êrişkar kirin, ketin ber lêpirsînê
Li Wanê, gundiyên ku giliyê leşkerên êrişkar kirin, ketin ber lêpirsînê. Dozgeriyê xwest gundî bêne cezakirin. -
Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû: Gulistan li ku ye?
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê di roja 18’an de berdewam kir. -
Nobeta Dadê didome: Em xwedî li serhildana dayikan derkevin
Li Amedê û Wanê berxwedana malbatên girtî didome. Di çalakiyan de bang hate kirin ku tevlî mîtînga li Amedê bibin û xwedî li serhildana dayikan derkevin. -
Artêşa Iraqê li Şengalê 3 rojnamevan destgîr kirin
Li nahiya Sinûnê ya Şengalê 3 rojnamevanên ku aloziya heyî dişopandin ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin. Her wiha kelûplên rojnamevanan hatin desteserkirin. -
YPS’ê bîlançoya çalakiyên xwe yên di sala 2021’an de eşkere kir
Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bîlançoya çalakiyên xwe yên di sala 2021’an de eşkere kir. -
Artêşa Iraqê gefa destwerdanê li Asayîşa Êzidxanê dixwe
Li Şengalê hewldanên prokovokatîf ên artêşa Iraqê dibe sedema aloziyê. Herî dawî îro gef li Asayîşa Êzîdxane hate xwarin ku ji cihê xwe derkevin an na wê artêş hêza zor bikar bîne. -
Li Xizxêrê kesek hate destgîrkirin
Li navçeya Xizxêrê ya Sêrtê, leşkerên Tirk avêtin ser malekê û kesek destgîr kirin. -
Malbata Şenyaşar li gel zivistanê jî berxwedana xwe dewam dike
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatine kuştin daxwaza edaletê dike, çalakiya xwe li gel şert û mercên giran ên zivistanê dewam dike. -
Dîmenê çalakiya gerîla ya li Heftanînê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 8'ê Mijdarê weşand, ku li Heftanînê hate lidarxistin û di encamê de kepçeyeke dagirkeran hate îmhakirin. -
HPG: Şehîdên Zapê lehengên bi rûmet ên gelê me ne
HPG'ê soza dilsoziya bi bîranîna şehîdên sala 2017'an ên Zapê dubare kir û got, "Hevrêyên me Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas lehengên bijarte û bi rûmet ên gelê me ne." -
PADÊ: Iraq li şûna tevlîheviyê derxîne bila li pêşiya dewleta Tirk bibe asteng
PADÊ nerazîbûn nîşanî hewldanên tevlîhevkirinê yên Iraqê da û got, "Divê pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire."