KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Esnafên jin ên Colemergê: Em nema dikarin debara xwe bikin
Krîza aborî li Colemergê derb li gelek esnafên jin da. Esnafên jin ku nema kar dikin, nikarin kirêya xwe bidin. -
Rejîma Îranê welatiyekî Kurd destgîr kir
Li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê welatiyekî Kurd destgîr kir. Aqubeta wî nayê zanîn. -
Li Nobeda Edaletê ya li Amedê bang hate kirin
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê di roja 74'an de ye. -
YBŞ'ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hevrêyê wan Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê di 26'ê Çileyê de şehîd bûye. -
HPG: Em şehîdên Zapê bi hurmet bi bîr tînin
HPG’ê gerîlayên ku di sala 2016’an de li Zapê şehîd bûne bi hurmet bi bîr anî û got “Em ê her dem girêdayî bîranîn û armancên şehîdên xwe yên hêja bin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin û tola wan bistînin.” -
Li bajarên Kurdan terora destgîrkirinê
Polîsên Tirk li Amed, Êlih û Sêrtê avêtin ser gelek malan û herî kêm 3 kes destgîr kirin. -
'Bi zanebûn eşîretperestiyê didin pêş'
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, diyar kir ku dema têkoşîna Kurd bi pêş ve çû, eşîretperestî û olperestî mîna amûrekê bi zanebûn li dij têne bikaranîn. -
Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 27'an de ye
Malbata Gulistan Dokû di roja 27'an de çalakiya rûniştinê li ber Edliyeya Dersimê berdewam kir. -
Tevgera Azadî: Raperîna Şêladizê nîşan da ku ev gel çiqasî hişyar û çalak e
Bi boneya salvegera raperîna Şêladizê Tevgera Azadî daxuyaniyek da û got, “Raperîna Şêladizê nîşanî me da bê ka ev gele çiqasî hişyar û çalak e.” -
Li Amedê nobeta malbatên girtiyan didome
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin didome. Dayika Hogir Batû yê girtî jî hate serdana nobetê. -
'Hêza me ya leşkerî heye; YBŞ besî me ye'
Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo li ser zêdekirina leşkerên artêşa Iraqê ya li Şengalê helwest nîşan da û got, "Hêzeke me ya leşkerî heye. Em ne hewce ne hêzeke artêşa Iraqê li derdorê me bê bicîhkirin. Me şer jî, şehadet jî daye ber çavan." -
HPG'ê li Zapê bi çekên giran li dagirkeran xist
Gerîlayan li Zapê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de derb li dagirkerên li ser Girê Koordîne û Kela Bedewe hate xistin. -
Berxwedana Şenyaşaran di roja 325'an de ye
Berxwedana Malbata Şenyaşar ku ferdên malbatê ji aliyê AKP'iyan ve hatin qetilkirin, di roja 325'an de ye. -
Qeyûmê Cizîrê berpirsyariya kuştina Dayan li xwe girt
Qeyûmê ku dest daniye ser şaredariya Cizîrê, berpirsyariya kuştina xwendekar Abdulgaffar Dayan li xwe girt. -
Karasû: Plan hatin têkbirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Hesekê kirine û got, "Bi hezaran çete wê bireviyan herêmên Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin." -
Eşkere bû ku li pişt bûyera kuştinê ya li Mêrdînê, artêşa Tirk heye
Wesayita ku 11'ê Çileyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li jinekê xist û qetil kir, eşkere bû ku wesayita artêşa Tirk e û ajokarê wê jî çawişekî pispor e. -
Ên ku heqîqetê radigihînin
Du gerîlayên çapemeniya azad yên çiyê, li nav berfa zêde û di rêyeke dirêj de diçine ser peywira xwe. Ji wan gerîlayan Medya Hawar hîs û nerînên xwe vedibêje û sedema keda ku dididin. -
Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 26'an de ye
Malbata Gulistan Dokû di roja 26'an de çalakiya rûniştinê li ber Edliyeya Dersimê berdewam kir. Dayik Bedriye Doku bertek nîşanî daxwaznameya “em mexdûr in” a dayika tawanbarê sereke yê keça xwe Zanal Abarakov da û got: “Gelo qet wîjdana we tune ye?” -
Dayan ê ku wesayîta zirxî ya polîsên Tirk pê li wî kiribû, jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya dewleta Tirk dagirker pê li Abdulgafar Dayan (23) kiribû. Dayan li nexweşxaneyê dema tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da. -
Malbatên girtiyan ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin
Malbat û xizmên girtiyan çalakiya ya nobetê ya li Amed û Wanê didomînin. Malbatan banga geşkirina têkoşînê kirin. -
Malbata Şenyaşar: 324 roj in em daxwaza edaletê dikin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê çalakiya 'Nobeda Edaletê' lidar dixe, pirsa "324 roj in em daxwaza edaletê dikin, gelo ev edalet wê kengî bê?" kir. -
HPG'ê 5 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2017'an li Heftanînê şehîd bûn, bi bîr anî. -
Li Qoserê serdegirtina malan: Herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin. -
YJA Starê dîmenê çalakiyeke sekvaniyê weşand
Gerîlayên YJA Starê dîmenê çalakiyeke sekvaniyê weşand ku li Heftanînê hate kirin. -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Amedê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê.