KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şehîdên Kelarê ber bi Rojava tê birêkirin
Cenazeyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din ku di êrîşa dronên Tirkiye ya li Kelarê de şehîd bûbûn, piştî merasîmekê ber bi Rojava tên bi rêkirin.
-
PKK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir
Komîteya Rêveber a PKK'ê peyameke pîrozbahiyê ji gerîla re şand û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê bi çalakiyên xwe yên serketî dijmin poşman kirine ku hatine Kurdistanê. Ji ber vê xeta çalakiyên serketî, em hêzên xwe pîroz dikin."
-
-
-
-
-
-
-
-
Bi dehan kes ji bo cenazeyê şehîdên Kelarê werbigirin kom bûn
Bi dehan welatiyên herêma Germiyan, Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina cenazeyên welatiyên li Kelarê di êrîşa dronên Tirkiyeyê de şehîd bûbûn werbigirin, li ber derê Saziya Diba Edlî ya Kelar kom bûn. Girseyê êrîş şermezar kir.
-
-
-
-
Avesta: ‘Meşa Gemlîkê’ pêngaveke nû ye
Sozdar Avesta, diyar kir ku 'Meşa Mezin a Gemlîkê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngaveke nû ye û got, "Bi milyonan kes ji bo Rêber Apo azadî xwestin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê ev têkoşîn bidome."
-
Cemal Şerîk: Heval Sema peywirê dide me
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk qala Sema Yuce kir ya ku di Hezîrana 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê di çalakiyê de şehîd bû û got “Heval Sema rê nîşan dide, peywirê dide me.”
-
-
-
-
-
Xwedêda Çûkê: Divê hikumeta Iraqê bi erka xwe rabe
Rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çûkê bi bîr xist ku civaka Êzidî hem xwe hem jî şerefa Iraqê diparêze û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û ezmanên Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker biparêze.
-
Şofêr daketine ser rê û rê li hatin û çûnê girtine
Demeke dirêje li Başûrê Kurdistanê krîza benzînê heye. Her çendî rayedar sozê didin ku nirxê benzînê kêm bikin, heta niha gav neavêtine. Ji ber wê ji doh bi şev ve şoferên li ber benzînxaneyan benzîn negirtine, rê girtin.
-
KCK'ê li ser Sinûnê daxuyanî da: Li ber êrişên qirker rabin!
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyanî da û li dijî êrişên qirkirinê bang li raya giştî ya Kurdistanê û hêzên Iraqî kir ku helwesteke xurt nîşan bidin, bi berpirsyariyên xwe rabin.
-
-
NPG'ê pîroz kir: Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin
NPG'ê peyama pîrozkirinê ji bo gerîla weşand û got, "Em bawer in ku Pêngava Şoreşgerî wê bi çalakiyên gelekî serketî û operasyonên şoreşgerî bênavber dewam bike. Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin."
-