KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
-
Gerîlayên HPG’ê tankek rûxand
Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê şeva 24’ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tankek artêşa Tirk a dagirker rûxandine.
-
HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky ya ku dixwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûye hedefa gerîlayan û got “Piştî ku agir bi helîkopterê ket, helîkopter ket erdê û dagirkerên tê de hatine cezakirin.”
-
-
Malbata Şenyaşar 504 roj in ji bo edaletê nobedê digirin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin 504 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Malbatê bang li şahidê qetlîamê Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakîbaba kir û got ku eger Fakibaba ji dil be, bila were helalîye ji dayê bixwaze.
-
-
HPG’ê dîmenê çalakiya Kanîmasiyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li hemberî Qereqola Kanîmasiyê ya artêşa Tirk weşand. Di çalakiyê de 8 dagirker hatibûn cezakirin û konekî leşkerî jî hatibû îmhakirin.
-
-
Gaziyê Şengalê: Em amade ne, îro jî ji bo Şengalê şer bikin
Ciwanê ji Qamişloyê Zerdeşt Feyrûşa Elî di dema fermana Êzidiyan de di nav hezên YPG’ê de xwe gihandibû hawara gelê Êzidî û di şer de birîndar bibû. Zerdeşt di kêliyên zor û zehmet de şer dike û dibêje, “Ez amade me careke din ji bo Êzidiyan şer bikim.”
-
Di êrîşên dagirker de heywan jî tên qetilkirin
Bijîşk Firat Riha diyar kir dema ku dewleta Tirk a ku xwezaya Kurdistanê bomberdûman dike, di bomberdûmanan de gelek heywan jî tên qetilkirin û bang li heywanhezan kirin ku bila helwestê nîşanî vê rewşê bidin.
-
-
-
-
-
HPG: Ji bo tolhildana komkujiya Zaxoyê çalakî hatin lidarxistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk anîbû çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper, dronek û kamerayek mobesse hatin rûxandin, wesayîtek zirxî jî hate derbkirin.
-
-
-
‘DAÎŞ’ê xwest ola me tine bike’
Şêx Hisên diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê qirkirine, armanca esasî tinekirina ola kevnar a Êzidiyan bû û wiha got, “Ji ber wê di fermanê de 68 cihên pîroz ên Êzidiyan hatin bombekirin.”
-
Dag: Hedefa êrîşan destketiyên Kurdan in
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê û Komkujiya Zaxoyê û got, armanca êrîşan destkeftiyên Kurdan e.
-
-
-
-
-
-