Li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek hat kirin

Li navçeya Edremîtê ya Wanê duh êvarê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakiyek hat kirin.

Li Taxa Koyîçî ya navçeya Edremît a navenda Wanê, komek ciwan duh êvarê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a ku ket nava taxê, bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xistin.

Dema gelek maşînên zirxî û TOMA sewqî herêmê hatin kirin, rageşiya di navbera ciwan û polîsan de demeke dirêj dewam kir.

Polîsan gelek bombeyên gazê li hewirdor bikar anîn.