KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'15'ê Tebaxê di heman demê de li dijî xeta nokeriyê bû'
Ji fermandarên HPG'ê Fazil Şevger got, Pêngava 15'ê Tebaxê tevî ku li dijî dijmin bû, her wiha li hemberî hevkarên dijmin jî hate kirin ku zext û xizanî li ser gelê Kurd ferz dikirin. -
Tevgera Azadî: Îradeya Kerkûkiyan bi ser ket, komploger têk çûn
Tevgera Azadî li ser hilbijartina Rêbwar Teha ji bo waliyê Kerkûkê daxuyaniyek da û ragihand ku careke din îradeya Kerkûkiyan bi ser ket û komploger û hevkarên wan têk çûn. -
KCD, PDK’ê hişyar kir: Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe
KCD'ê der barê gefên li ser Êzidiyan PDK'ê hişyarî kir û wiha got: "Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe." -
Piştî êrîşa dewleta Tirk şewat derket
Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Garê şewat derket. -
Li Hewlêrê pirsgirêka ava vexwarinê hate şermezarkirin
Li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê, şêniyên taxekê ji ber pirsgirêka avê rê li trafîkê girtin. -
Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê: 9 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Heften ji bo rawestandina darvekirinan banga zexta xurt a civakî kir
Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê da û diyar kir, ku yek ji sedemên darvekirinan jî bêdengî û bêhelwestiya civakî ye. Lewma jî banga xurtkirina zexta civakî kir. -
'YNK wê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bi cih bîne'
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê pîroz kir û diyar kir ku wê Kerkûkê bike bajarê jiyana bi hev re û siyaseta Mam Celal bi cih bînin. -
Namzetê YNK'ê Rêbwar Taha bû Waliyê Kerkûkê
Di civîna Encûmena Bajêr a Kerkûkê de namzetê YNK'ê Rêbwar Taha dengê 3 endamên Ereb, endamekî Xiristiyan û 5 endamên YNK'ê wergirt û bû waliyê nû yê Kerkûkê. -
Bû fedaiya gel û welatê xwe
Gerîla Agirî Azadî di vî şerê de bi ser ket, ji ber ku koletiya serî li ber rejîmê ditewîne qebûl nekir. Ew bû kedkar, fedaî, şervan, berxwedêr û lehenga gel û welatê xwe. -
MEBYA-DER: Têkoşîna li dijî tecrîdê têrê nake
MEBYA-DER bi malbatan re civiya û diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê têrê nake û wiha gotin, "Armanca me şikandina tecrîdê ye." -
Xizmên windayan ji bo kesên li Dîgorê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amedê ji bo 17 kesên ku li navçeya Dîgorê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. Li Êlihê aqûbeta Ahmet Er hate pirsîn. -
Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilatdariyê hemû heyîna xwe li dijî destkeftiyên Kurdan ava kiriye û got: “Yekane rêya pûçkirina polîtîkayên şerê taybet, rêxistinbûn e.” -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Arslan kirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Arslan li Hezexê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin. -
Aryen: Dem dema serketin û rizgariyê ye
Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen gotina Rêberê Gelê Kurd; ‘Vejîn temam bûye, dema azadiyê ye’ bi bîr xist û got, “Di salvegera 40’emîn a 15'ê Tebaxê de dem dema serketinê ye.” -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir - NÛ BÛ
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla şehîd bûne û got: “Em soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe timî bidin jiyîn.” -
Sal bi sal ez xwezî bi par
Gerîla bi hebûna hêz û şêwaza xwe ya leşkerî ya modern, hem asîman û hem bejahiya Herêmên Parastina Medyayê kontrol dike. -
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê: Guleya yekemîn dewleta dagirker di şoqê de hişt
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê diyar kirin ku guleya yekemîn ku ji aliyê Fermandar Egîd ve hat avêtin, dagirkeriyê di nava şoqekî mezin de hişt û gotin, “Gerîla li ser şopa 15’ê Tebaxê dimeşin. Em ê heta dawiyê şer bikin û vî şerî heta serkeftinê bibin.” -
Asayîşa Êzîdxanê: Bi sedan malbatên Êzidî ji PDK’ê reviyan gihiştin Şengalê
Asayîşa Êzidxanê ragihand ku bi sedan malbatên Êzidî yên li Dihok û Zaxoyê bi darê zorê hatibûn girtin, piştî provokasyona PDK û derdorên girêdayî wê ji kampan reviyan, xwe gihandin Şengalê û ji aliyê hêzên wan ve hatin pêşwazîkirin. -
Eniya Têkoşîna Demokratîk: Em biryara girtina partiya xwe qebûl nakin!
Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ragihand ku ew biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê ya girtina partiya wan û desteserkirina ofîs û mal û milkê wan red dikin. -
Bi sedan malbatên Êzidî yên ku ji kampên PDK'ê reviyan gihiştin Şengalê
Bi sedan malbatên Êzidî yên li kampên Duhok û Zaxoyê ji ber tirsa êrîşan konên xwe terikandin û reviyan xwe gihandin Şengalê. Malbat ji aliyê Rêveberiya Xweser û Asayîşa Şengalê ve hatin pêşwazîkirin. -
Bi sedan Êzidî ji kampên PDK'ê direvin
Bi sedan êzidiyên ji aliyê PDK’ê vebi darê zorê li kampên Dihokê hatibûn ragirtin ber bi Şengalê ve dest bi koçberiyê kirin. -
Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê banga lezgîn: Tedbîran werbigirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî îdîa û gefên hin kesên xwedî zîhniyeta DAÎŞ'ê hişyarî da û bang li hikumeta Iraqê kir ku li hemberî êrişên gengaz ên li dijî Êzidiyan tedbîrên pêwîst werbigire. -
Dewleta Îranê kesekî Rojhilatî revand
Hêzên Îranê li gundê Serhewya yê bajarê Sine kesek revandin. -
KCK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir
KCK: Çalakiyên gerîla yên ku meha Tîrmehê destpê kirin û bi çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê gihîştin asteke bilind, derbên giran li dijmin xistin. Em hemû şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên tevlî van çalakiyan bûne ji dil pîroz dikin.