KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêxistina Qirkirinê: Divê hemû kiryarên komkujiya Şengalê bên darizandin
Rêxistina Qirkirinê diyar kir ku divê hemû kiryarên Qirkirina Şengalê bên darizandin. -
Li Şengalê meşa ‘Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi Xweserî û Azadiyê ve’ pêk hat
Bi hezaran Şengaliyên ku bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin cem hev bi dirûşmeya 'Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi Xweserî û Azadiyê ve' meşeke mezin pêk anîn. Di meşê de li dijî xiyaneta PDK'ê dirûşme hatin berzkirin. -
Îlyas: PKK’ê Şengal parast
Riya hêvî, bawerî û rizgariya civakê. Korîdora mirovî ku bi hezaran Êzidî di fermanê de rizgar kir. Xwedêda Îlyas yek ji wan kesan e ku di wê korîdorê re rizgar bûye û da zanîn ku ew korîdor bû riya xilasiya civakekê. -
Li Botan û Zapê çalakî: 7 dagirker hatin cezakirin
Di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Botan û Zapê de 7 leşkerên dewlata Tirk a dagirker hatin cezakirin, 3 mobese û 3 jî kon hatin îmhakirin. -
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî qurbaniyên fermanê bi bîr anî
Serokê YNK’ê Bafi Talebanî wiha got: “Komkujiya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve li dijî Êzidiyan hatî hatî kirin, sûcek nayê jibîrkirin û êşek mezine.” -
Dilşad Salih: Niyeta Tirkiyeyê ew e ku DAÎŞ’ê li çiyayan bi cih bike
Mamoste Dilşad Salih têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Li gorî min ne dûr e ku Tirkiye niha zemînê amade dike ku bi wê hêza leşkerî ya ku aniye, dîwarekî ava bike û terorîstên DAÎŞ’ê li kêleka wî dîwarî bi cih bike.” -
Li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî
Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî. Gel ji bo bîranîna kesên di fermanê de hatine qetilkirin, deqeyek rêz girt. -
Artêşa Tirk li Tanînê û Bêlatê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li Tanînê û Bêlatê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. -
Li Şengalê ji bo şehîdên fermanê jiyan sekinî
Li Şengalê ji bo şehîdên fermanê jiyan sekinî û rêz hate girtin. -
KNK: Şengal divê qedera xwe tayîn bike, em piştevaniyê mezin bikin
KNK’ê di salvegera fermana Şengalê de ev tişt got: “Divê xelkê Şengalê xwe biparêze û qedera xwe tayîn bike. Divê Şengal bibe xwedî statuyeke xweser.” KNK’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir. -
YBŞ û YJŞ’ê şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anî
YBŞ û YJŞ’ê ji bo şehîdên Komkujiya Şengalê, merasîma bîranînê lidar xist. Di merasîmê de bal hat kişandina ser êrîşên dagirkerî û xiyanetê jî û peyama “Em ê berxwedanê bidomînin” hate dayîn. -
‘Şerê rûmet û azadiyê’
Gerîlayên Azadiyê ne tenê ji bo xeyalên xwe, ji bo xeyalên cangoriyên Kurdistanê şer dikin. Ji ber dizanin ti pere, ti mal, ti milk ji rûmeta mirovahiyê bi nirxtir nîne. Lewra mirov dema rastiya vê şerê qirêj dibîne wê gavê bêtir wate dide. -
Li Wanê dawet girêdayî destûra cendirmeyan kirin
Li navçeya Mîks a Wanê, Qeymeqamtiyê nivîs ji keyayan re şandin û xwest ku beriya her daweta ku were kirin, berî du rojan divê ew bên agahdarkirin. -
Mîlîtaneke fedaî: Bêrîtan Nûrhaq Çiya
Beriya ku biçe ev yek nivîsandibûn: ‘’Em ê hemû zehmetiyên xaka Bakur bi eşq û baweriya ji Rêbertî re derbas bikin. Aha wê demê wê azweriya me ya ji bo serkeftinê qewîtir bibe; aha wê demê em êli her derê strana serkeftinê bi dengekî bilind bistrên.’’ -
Tevgera Azadî: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin
Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê rêz ji biryara Rêveberiya Xweser a Şengalê re bê girtin. -
KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
KONGRA GEL fermana 3'ê Tebaxê di salvegera 10'emîn de şermezar kir û ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk em bibin yek deng." -
Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa 600-700 ton daran dibire û dibe bajarên cuda. -
Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar strana ‘Hêviyam’ amade kir
Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke nû ya bi navê ‘Hêviyam’ amade kir. Hêvî Gabar 26’ê Tîrmeha 2020’an dema ku ji ber birîndariya xwe tedawî didît, şehîd bû. -
KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye. -
Hunermendên Kurd: Govend cewhera Kurdan e, em ê dest jê bernedin
Hunermendên Kurd Aysel Borak û Atîlla Cûdî li ber êrişên li ser govend û muzîka Kurdî rabûn û gotin, "Em ê bi govend û kilamên xwe her tim li qadan bin." -
Şahîn: Kurd wê dest ji çand û zimanê xwe bernedin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên li ser Kurdî ne û got, "Li gel zext û polîtîkaya înkarê jî Kurdan dest ji çand û zimanê xwe bernedan." -
Kolberekî ji Merîwanê hat qetilkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê şevê din li Merîwanê komek kolberan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eshed Efrence jiyana xwe ji dest da. -
Va ye dîmenên 19’emîn SÎHA’ya hatî xistin
Dîmenên Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) ku nêzî gundekî navçeya Pênciwênê ya Başûrê Kurdistanê hat xistin, hatin weşandin. -
15 baro: Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e
15 baroyan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên li dijî zimanê Kurdî dan û destnîşan kirin ku "Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e." -
Li Pênciwênê SÎHA'yek ket
Hate ragihandin, ku li navçeya Pênciwên a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê balafireke bêmirov ketiye xwarê.