Bi sedan malbatên Êzidî yên ku ji kampên PDK'ê reviyan gihiştin Şengalê

Bi sedan malbatên Êzidî yên li kampên Duhok û Zaxoyê ji ber tirsa êrîşan konên xwe terikandin û reviyan xwe gihandin Şengalê. Malbat ji aliyê Rêveberiya Xweser û Asayîşa Şengalê ve hatin pêşwazîkirin.

ÊZIDIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bi sedan malbatên Êzîdî yên ku ji aliyê PDK'ê ve bi darê zorê li kampên Duhok û Zaxoyê dihatin ragirtin, piştî gefan ji kampan direvin.

J ber ku melayên Duhok û Zaxo di xutbeyên xwe yên Îniyê û hesabên medyaya herêmî yên PDK'ê de li ser medyaya dijîtal kîn û nefretê derdixin pêş, malbatên Êzidî ji tirsa ku êrîşek li dijî wan çêbibe, ji kampan reviyan.