KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Zap û Metînayê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encamê de 2 drone hatin xistin, derb li kepçeyekê hate xistin. -
Li Şarbajêr û Balekayetî êrîşên SÎHA’yê
Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Balekayetî ya Hewlêrê û Şarbajêr a Silêmaniyeyê barand. -
Rêya wan rêya serketinê ye
Berxwedan dema ku şehîd ket, xwe ji bo çalakiyê amade dikir. Berxwedan û yên mîna wî rêya azadiyê nîşanî Kurdan didin. Rêya wan yekane rêya serketinê ye. -
Soylemez: Em ê projeyê çandî û civakî pêk bînin
Hevşaredarên Mûşê yên DEM Partiyê dixwazin deynan bi dawî bikin û bersivê bidin pêwîstiyên gel. Soylemez bal kişand ser pirsgirêkên bêkarî û koçberiyê û diyar kir ku ew ê projeyên çandî û civakî bixin meriyetê. -
Rojnamevan Mirad Mîrza li ser gora xwe hat bibîranîn
Xebatkarê Çira FM Mirad Mîrza ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, di roja 40’emîn de ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya Duhokê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya bajarê Dihokê bombebaran kir. -
Orûç ê li ber mirinê hate berdan, di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ye
Alî Ekber Orûç ku li ber mirinê hate berdan û 10 sal in nikare rabe ser xwe, 19 roj in di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ye. Hevsera wî got, "Eger zû hatibûya berdan dibe ku şensê wî hebûya." -
Ji hêzên gerîla çalakiyên hewayî: 8 dagirker hatin cezakirin
Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji hewayê li baregehên dagirkeran xist. Di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. -
Sewqiyeta leşkerên artêşa Tirk didome
Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê bê navber sewqiyeta leşkerî ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve didomîne. Doh bi şev bi dehan wesayîtên zirxî ber bi Amediyê ve hatin şandin. -
Li ser rêya Şengal-Telaferê qezaya giran: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya Şengal û Telaferê doh êvarê qezayeke giran a trafîkê rû da. Di encamê de 8 ciwanên ji Şengalê jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. -
Dr. Hawar Şafiî: Desthilatdariya Tirkiyeyê dîn ji bo dagirkeriyê bi kar tîne
Zanayê dînî Dr. Hawar Şafiî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê dîn bi kar tîne û got: “Divê em di rojên Înê de li dijî zilm û zaliman, bi taybetî li dijî dewleta Tirk ku êriş û dagirkeriyê li ser gelê me pêk tîne, rawestin.” -
'Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe'
Serokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku biryara girtina 3 partiyên Iraqî tenê bi kêrî berjewendiyên dewleta Tirk tê û diyar kir ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe. -
Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir
Hêzên dewleta Îranê li Hewramanê kolberekî 26 salî qetil kirin. -
Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hate veşartin
Siyasetmedar û dîroknas Tarik Ziya Ekîncî, yê ku di 15’ê Tebaxê de li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Amedê bi merasîmeke hate veşartin. -
'Çi bi rêya dîplomasiyê çi jî bi rêya leşkerî divê sînorek ji dagirkeriyê re bê danîn'
Mamosteyan diyar kir ku li nav başûrê Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk a dagirker tê kirin û gotin: “Divê desthilata herêma Kurdistanê sînorekî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dayne, êdî çi bi rêya dîplomasiyê dibe, çi bi rêya leşkerî dibe.” -
Şervanê wêrek ê gelê Ereb: Ebû Leyla Şehîd
Ebû Leyla Şehîd navê Feysel Ebû Leyla li xwe kir, tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji şervanên enternasyonal ê PKK'ê. -
Li Colemêrgê polîtîkayên şerê taybet: Fûhûşt, narkotî û çete
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku salên dawî li Colemêrgê fûhûş û narkotîk bi zanebûn hatine zêdekirin û işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî vê yekê kir. -
Gerîla Korkmaz: Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir
Gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz qala fermandarê mezin ê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) kir û got, "Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir." -
'Daxwaza dagirkeriya Tirkiyeyê jinavbirina gelekî ye'
Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê didome. Têkildarî vê rewşê welatî dibêjin: “Daxwaza dagirkeriyê jinavbirina gelekî ye û PDK bi eşkere hevkariya vê dagirkeriyê dike.” -
‘Em ê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî têbikoşin’
Li Cizîrê sazî û dezgehên ziman û çanda Kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê deklerasyona ji bo xebatên zimanê Kurdî eşkere kirin û destnîşankirin ku ew ê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li her qadê têbikoşin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Amêdiyê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên navçeya Amêdiyê barand. Piştî bombebaranê şewat derket. -
Qurbaniyên Sikêniyê hatin bîranîn
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera Komkujiya Nexweşxaneya Sikêniye de, şehîd bi bîr anîn. -
Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker
Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rehetî tevbigere, polîtîkayên PDK’ê û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye. ANF; Xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan ji bo Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em soz didin ku bîranîna hevrê Erdal bidin jiyîn, armancên wî bi ser bixînin û gerîlatiya profesyonel pêk bînin ku ev yek xwesteka wî ya herî mezin bû.”