KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Em ê pênûs û kameraya Gulistan û Hêro li erdê nehêlin’
Li Silêmaniyê bi pêşengiya rojnamevanên jin çalakî hat lidaxistin û wiha hat gotin: “Em ê bi coşeke zêdetir ji bo rêya Gulistan û Hêro têbikoşin û nehêlin ku pênûs û kameraya wan li erdê bimîne.” -
Têkoşîna gundiyên Ewînayê ya li dijî DEDAŞ’ê berdewam dike
Têkoşîna gundê Ewîna a navçeya Stewr a Mêrdînê berdewam dike ku vê sibêdeyê DEDAŞ’ê careke din li gel leşkeran bi ser gund de girt. Gundiyan li ser rêya Ewîna û Stewrê bi keviran barîkat ava kirin. -
Li Êlihê protesto: Berxwedana me wê li her derê dewam bike
Qetilkirina rojnamevanan li Silêmaniyê hat protestokirin. Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn, “Li dijî êrîşan berxwedanê wê li her derê berdewam bike.” -
Ragihandina Azad a Şengalê û TAJÊ’ê êrîşa li dijî rojanemevanan şermezar kirin: Destê PDK’ê heye
Ragihandina Azad a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di êrîşa li dijî rojnamevanan de bal kişand ser rola PDK’ê û destnîşan kir ku wê çapemeniya azad neyê astengkirin. -
Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara li Êlihê şîn hate danîn
Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Êlihê şîn hat danîn. Bi girseyî serdana şîna Tara hat kirin. -
Li Agiriyê terora cerdevanan: 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Giyadin a Agiriyê cerdevanan êrîşî gundekê kirin, 2 kes birîndar bûn. Li Gund tengezarî dewam dike, ketina gund hate ‘qedexekirin’. -
Ji bo Ertak ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan ji bo Mehmet Ertak ê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev. -
Bavê Hêro Behadîn: Dijmin tînin Kurdistanê û zarokên me qetil dikin
Bavê Hêro Behadîn a hatî qetilkirin, Behadîn Abdullah kesên ku hevkariyê ji hatina dijmin a li Kurdistanê re dikin, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin.” -
Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk dewam dikin
Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk dewam dikin. Rêxistin û saziyan peyêmên li dijî dagirkerî û faşîzmê dan. -
Gerîlayê YRK’ê: Divê ciwan li dijî şerê taybet xwe rêxistin bikin
Gerîlayê YRK’ê Bager Agir diyar kir ku li her derê şerê taybet li hemberî gelê me tê meşandin û ev bang li ciwanan kir: “Divê ciwanên me li dijî şerê taybet li her derê xwe rêxistin bikin û tevlî nava refên gerîla bibin.” -
PJAK: Dewleta Tirk a dagirker û PDK dijminên çapemeniya azad in
Komîteya Ragihandinê ya PJAK’ê diyar kir ku dewleta Tirk û PDK dijminê çapemeniya azad in û got: “Divê her kes xwedî li rêya şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadînê derkevin û xebata şehîdên çapemeniyê bidomînin.” -
YRD: Hevrê Gulistan û Hêro bûn ronahiya ku qet navemirin
Koordînasyona YRD’ê diyar kir ku kedkarên çapemeniya azad bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin û got: “Bê guman hevrê Gulistan û Hêro yên ku dengê heqîqetê bûn, gelê Kurd û jin ronî kirin û perwerde kirin, wê ji bo me bibin ronahiya ku qet navemire.” -
Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn a ku di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de li Seyîdsadiq a Silêmaniyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Qubad Talabanî û Waliyê Silêmaniyê êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kirin
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Qubad Talebanî diyar kir ku qetilkirina du rojnamevanan sûceke nayê qebûlkirin e û bang li hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî kir ku sînoreke ji bo binpêkirinên dewleta Tirk deynin. -
‘Tu êrîş nikare dengê heqîqetê qut bike’
MKG’ê û DFG’ê êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Azadiya çapemeniyê yek ji stûna bingehîn a civakên demokratîk e. Ew ê tu zext, gefxwarin nikaribin rojnamegerên li ser şopa heqîqetê û rastiyê derdixin holê bêdeng bikin.” -
Qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin
Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê û Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan a Metroyê qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. -
‘Di êrîşê de mûdaxeleyek navxweyî û îstîxbaratî heye’
Midûrê Giştî yê Production Chatrê Kemal Heme Reza, têkildarê êrîşê dewleta Tirk daxuyanî da û got, “Mûdaxeleyek îstîxbaratî heye. Kesên şehîd bûne û birîndar bûne, tev rojnamevan in.” -
RAJIN: Di riya ragihandina azad de şehîd bûn
RAJIN’ê êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê li dijî rojnamevanan hatî kirin, şermezar kir û got: “Hevrêyên me di riya ragihandina azad de şehîd bûn.” -
Li dijî serdegirtina DEDAŞ û leşkeran gel li ber xwe dide
DEDAŞ’ê ligel leşkeran careke din bi ser bajarokê Ewîna ya Stewrê de girtin. Gel li ber xwe dide. -
YRK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YRK’ê diyar kir ku Harûn Partîzan 3’yê Tîrmehê li herêma Asos dema li ser erka xwe, şehîd bû û got: “Em ê her tim li pey rêya şehîdên xwe bin û têkoşîna wan mezintir bikin.” -
Nasnameya kedkarên çapemeniya azad ên şehîd bûn
Hate eşkerekirin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de kedkara çapemeniya azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara şehîd bûne. -
Wesayita ku êriş lê hate kirin a Şîrketa Çetir bû
Hate ragihandin ku wesayita ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser û 2 rojnamevan qetil kir, 6 jî birîndar kir wesayita Şîrketa Medya ya Çetir bû. -
Li Zap û Metînayê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Hate ragihandin ku dagirkerekî dewleta Tirk hatiye cezakirin, derb li çeperekê hatiye xistin. -
Li Seyîdsadiqê êrişa dewleta Tirk: 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn
Hate ragihandin ku li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê wesayiteke rojnamevanên Kurd ji aliyê balafireke dewleta Tirk ve hatiye bombekirin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn. -
SÎHA yên dewleta Tirk bombe li Mawetê barandin
SÎHA yên dewleta Tirk a dagirke bombe li Mawetê barandin.