KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Seyrangeha Amediyê bi piştgiriya PDK'ê bûye şantiyeya artêşa dagirker
Dewleta Tirk hewl dide sendroma Zapê ji ser xwe biavêje. Li qada Berê Silê ya li rojhilatê Amediyê ku cihekî tûrîstîk e, dewleta Tirk dest bi çêrkirina çeperên ji beton kir. -
Hêro Bahadîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamegera şehîd Hêro Bahadîn li ser gora xwe ya li Goristana Qeretoxanê ya bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn. -
Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hate kirin
Bi girseyî serdana şîna Gulistan Tara ya di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, hate kirin. -
Ji kampên Duhokê 732 Êzidî vegeriyan malên xwe
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 732 koçberên Êzidî ji kampên Dihokê yên di bin kontrola Duhokê de vegeriyan Şengalê. -
Gerîla li Rojavayê Zapê operasyona hewayî li dar xist
Yekîneyeke gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çalakiyeke hewayî li dar xist. -
Li Zap, Metîna û Xakurkê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Xakurkê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 2 mobesse hatin îmhakirin û derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin. -
Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin
TJA'yê li Amedê qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kir û got, "Armanc bêdengkirina dengê çapemeniya azad e. Naxwazin sûcên şer ên li Kurdistanê têne kirin bigihêje raya giştî ya cîhanê. Em ê rê nedin vê yekê." -
Dewleta Tirk bombe li gundekî girêdayî Şarbajêr barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Sînkê yê navçeya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê barand. -
130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref li warê xwe vedigerin. Li gorî agahiyan 130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê. -
Jiyana ji Zanîngeha Gaziyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Emîne Demîr a neçar dimîne ku xwendina xwe ya li Zanîngeha Gaziyê di niviyê de bihêle, dema ku ji ber karên wê yên Çapemeniya Azad 137 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. -
'Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û jîngeha Kurdistanê ye'
Li Başûrê Kurdistanê, mamosteyên dînî û parêzeran li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê helwesta xwe nîşan dan û gotin: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng nemînin." -
Îbrahîm Êzidî: Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan
Rojnamevanê Şengalî Îbrahîm Êzidî diyar kir ku Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan û got: "Çapemeniya desthilatdariyê bêdeng e, Çapemeniya Azad rê li ber planên qirêj ên dagirkeriyê digire û êrîşa li Silêmaniyeyê jî ji ber vê bû." -
Komek ji ciwanan li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî nava refên gerîla bû
Ciwanan ragihandin ku ew li ser esasê banga PKK’ê beşdarî nava refên gerîla bûne. -
Rojnamevanên jin: Em ê hesabê hevalên xwe yên hatine qetilkirin bipirsin
Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku wê hesabê rojnamevanên hatin qetilkirin ji dewleta Tirk bipirsin û gotin, dagirker ji hêza jinê ditirsin. -
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Ranyayê hatin bibîranîn
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn yên di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, li Ranyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li 5 gundan şewat derket
Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku ji ber bombebarana îro ya dewleta Tirk, li devera Berwarî Bala agir bi pênc gundan ketiye, şêniyên gundekî asê mane. -
Bi girseyî serdana şîna rojnamevan Gulistan Tara hat kirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesan di roja duyemîn a şîna ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya hate qetilkirin hatiye danîn bi girseyî ziyaret kirin. -
Waliyê Silêmaniyê: Pêdiviya me bi hêz û îradeyeke neteweyî heye
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir got: “Ji bo em xwe biparêzin, pêdiviya me bi hêz û îradeyeke neteweyî heye.” -
PDK’ê cezayê ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ li mamosteyekî birî!
Hat zanîn ku dadgeha Hewlêrê bi hinceta ku ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ cezayê hepsê li mamoste Loqman Necim Becîd birî. -
Partiya Komunîst a Kurdistanê: Dewleta Tirk bi dijminane êriş dike
Partiya Komunîst a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan da û got, "Dewleta Tirk bi dijminane êriş dike." -
PDK'ê êriş bir ser karmendan: Gelek kes hatin binçavkirin
Asayîşa PDK'ê êriş bir ser çalakiya karmendên bi peyman a li Hewlêrê û gelek karker binçav kir. -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û got: “Bi tecrubeyên xwe yên têkoşînê yên ku dewrî me kirine, wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re bibin mînak.” -
Têkoşîna Che Guevara yê Kurdistanî
Şoreşgerê Kurd Che Guevara sala 2015'an ji bo li dijî êrişên DAÎŞ'ê têbikoşe berê xwe da Rojava. Li Rojava 3 salan têkoşiya piştre jî biryar da ku li dijî rejîma AKP-MHP'ê şer bike ku piştgirî dida DAÎŞ'ê. Bi vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. -
Dîrî: Em çavkaniyan ji bo gelê xwe bi kar tînin
Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî anî ziman ku ji bo xisara qeyûman li navçeyê kirine ji holê rakin, ew bi berfirehî dixebitin û got, "Şaredariya me çavkaniyên xwe hemûyan ji bo gelê xwe bi kar tîne." -
Hilweşandina mîrateya çandî: Sûr
Li Sûr a Amedê bûyerên hilweşandinê ne tenê xerakirina fîzîkî ye, di heman demê de êrişeke bi rêk û pêk e ku li ser nasnameya çandî ya herêmê ye.