KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyê nexweş: Heta ku çalakiya min encam digire, wê bidome
Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku berdana wî hatî taloqkirin, di greva birçîbûnê de ye. Îşçî ragihand ku heta çalakiya wî encam digire, ew ê bidomîne. -
MAK’ê firoşkarê tiryakê ceza kir
MAK, çalakiyên xwe yên li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk didomîne. Milîsên MAK’ê li Amedê firoşkarê tiryakê ceza kir. -
Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin
Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. -
HPG: Li Xakurkê serdarek û 3 leşker hatin cezakirin
HPG'ê diyar kir ku li Xakurkê di çalakiya 2'ê Îlonê de serdar Osman Ayan û 3 leşker hatin cezakirin. Dewleta Tirk a dagirker îdîa kiribû ku serdar bi krîza dil miriye. -
'Em bi Kurdî biaxivin, bifikirin û bijîn'
Platforma Zimanê Kurdî diyar kir ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê ji bo zarokên Kurd dema asîmîlasyonê ye û got, "Divê her kes bi Kurdî biaxive, binivîsîne, bifikire û bijî." -
KCK: Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyan PDK û Barzanî ye
KCK'ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyên li ser Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye." -
YJA Starê Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şehîd Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêya xwe Nûjiyan bi cih bînin." -
Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho
Welat Dalaho ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek çalakiyên afirîner lidar xist, li Girê Amediyê bû milîtanekî pêşeng ê berxwedanê. -
7 fedaiyên Girê Sor
Berxwedêran bi pêşengiya fermandar Botan û Zinarî 80 rojan Girê Sor veguherandin keleha berxwedanê. Sekna li Metîna û Girê Bahar tê nîşandan, berhema lehengên Girê Sor e. Hevrêyên wan vê ala serketinê niha li Zap û Metînayê li ba dixin. -
Dewleta Tirk li Geliyê Diriyan dest bi êrîşa leşkerî kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Şîşemzîn, Soryan û Xurekana Seyîda yên Geverê êrîşeke leşkerî da destpêkirin. -
Cenazeyê Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Burhan Seîd ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Goristana Seywanî Du ya Silêmaniyê hat veşartin. -
Piştî 30 salan hat berdan, ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin
Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin. -
YNK’ê dewleta Tirk şermezar kir
Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyeyê rewa dike." -
Navê kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin diyar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Serbajêr wesayîtek kir hedef. Di êrîşê de Bûrhan Seîd, bavek û kurê wî ku navên wan nehat zanin jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ji bo veşartinê ber bi Kunemasiyê ve hat birêkirin. -
Omer Şaristênî: Hevkar me radestî kujeran dikin!
Mele Omer Şaristênî ku di merasîma cenazeyê şehîdên Dukanê de axivî, bertek nîşanî êrîşê da û got, "Heta kengî wê destûrê bidin dagirker, xwînxwar û hevkaran ku li ser me planan çêbikin?" -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel kirin
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ku li Qilebanê şehîd bû, hate kirin. -
Dewleta Tirk careke din êrîşî Silêmaniyeyê kir: 3 kes hatin qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şarbajêr a bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrîş bir ser wesayiteke di rê de bû. Di encamê de 3 kes qetil kir. -
KCK'ê bang li Bexdayê kir: Ji vê şaşitiyê vegere
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku peymana navbera Enqere û Bexdayê tê wateya 'Lihevkirina bi DAÎŞ'ê re' û bang li hikumeta Iraqê kir ku tavilê ji vê şaşitiyê vegere. -
'Gerîla ji astengkirina qirkirina Kurdan berpirsyar e'
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku gerîla yekane hêz e ku pêşî li qirkirina gelê Kurd digire û got, "Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li Kurdistanê cih nedin wan." -
Ararat Tolhildan zarokeke şoreşê bû
Ararat Tolhildan li warê berxwedan û serketinê li Kobanê ji dayik bû. Her ku dilê wê ronî bû ruhê wê ber bi azadiyê ve firiya. Zarokeke şoreşê bû û ruhê şoreşê timî di dilê wê de bû. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel li Wêranşarê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ê li Kêla Memê ya Qilebanê şehîd bûbû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin. -
Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin
Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. -
Dewleta Tirk bombe li Guherzêyê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. -
Bi hinceta gerandina govendê ceza dan girtiyan
Bi hinceta ku fîtik avêtine, çêpik lêxistine û govend gerandine, 15 roj cezayê hucreyê li 15 girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hate birîn. -
Mehmet Sîncar li Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn
Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn.