KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Licê dorpêçî û liv û tevgera leşkerî didome
Li gundê Pêçar ê navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî destpêkirin, dewam dike. -
Ji HPG'ê çalakiya sûîqestê: Dagirkerek hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê di çalakiya sûîqestê ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker de dagirkerek hate cezakirin. -
YBŞ’ê şehîd Dîndar, Çiya û Pîran bibîr anî
Fermandariya YBŞ’ê, şehîd Dîndar Avasta, Çiya Feqîr û Pîran Pîr ên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de di 17’ê Îlona 2023’yan de şehîd bûn bibîr anî. -
Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk bi girseyî meşiyan
Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibehê de li ser wargehê pêk anî, meşekî girseyî lidarxistin. -
Dewleta Tirk careke din êrîş bir ser Mexmûrê
Kampa Penaberan a Mexmûrê careke din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin. -
YRK: Êrîşa dewleta Tirk a li Asosê bandor li hêzên me nekir
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li çiyayê Asosê bandor li hêzên wan nekirine. -
Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li taxeke Kerkûkê di encama operasyona hêzên ewlekariyê yên Iraqê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bombe li ser wan bûn hatin kuştin. -
HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Hogir û Mazlûm bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê bûn gerîlayên azadiyê yên Apoyî yên mînak." -
Li Kelarê pêşangeheke pirtûkan hat vekirin
Li bajarokê Kelarê, bi hevkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Germiyanê û weşanxaneya Fam, Rehend û Edîban pêşangeheke pirtûkan li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê hat vekirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya salvegera serhildanê
Di serî de PJAK û KJAR bi banga partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, di salvegera duyemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir. -
HPG: Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin, yek birîndar bû
HPG'ê ragihandin ku li Zapê di çalakiyên hêzên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin, yek jî birîndar bû. -
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd binçav kirin. -
Dewleta Tirk di nava 33 salan de li Başûr herî kêm 81 zarok qetil kir
Tîma Avakirina Aştiyê ya Civakî (CPT) ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji sala 1991'ê û vir ve li Başûrê Kurdistanê herî kêm 81 zarok hatin qetilkirin. -
Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin bîrdarî hat danîn
Ji bo rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hatin qetilkirin li Silêmaniyê bîrdarî hate danîn. -
HPG: Hevrêyên me Mazlûm û Mordem şehîd bûn
HPG'ê ragihand ku şehîd Mazlûm Wan wê bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm di nava têkoşînê de bijî û ji bo Mordem Eylûl ev tişt got, "Sekn û têkoşîna hevrêyê me wê bibe mînakeke mezin a lehengiyê ku rê nîşanî ciwanên Ereb dike." -
Rejîma Îranê derhênerekî Kurd binçav kir
Hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê derhênerê Kurd ê bi navê Reza Elayî binçav kirine û aqûbeta wî nayê zanîn. -
Gerîla hebe yan jî nebe, êrîş li ser Mexmûrê dewam dikin!
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser wargehê dema dikir, hebûna gerîlayên HPG û YJA Star’ê dikir hincet. Lê hate dîtîn ku sedema êrîşan ne hebûna gerîla ye. Piştî vekişîna gerîla, hîna salek jî temam nebûyî, dîsa êrîşî sivîlan hate kirin! -
Dîroka xiyaneta PDK’ê digihêje heta dema Qazî Muhammed
PDK her tim beşdarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr bû. Barzanî û PDK’ê gelek xiyanet li Tevgera Azadiyê û gelê Kurd kirin. Dîroka hevkariya wan a bi dewleta Tirk û hêzên navneteweyî re digihêje heta Komara Kurd a Mahabadê. -
Belgefîlmek li ser Komkujiya Vartînîsê hat kişandin
Derhênerê belgefîlma Komkujiya Vartînîsê Omer Bîçer anî ziman ku belgefîlm li ser qetilkirina malbata Ogut û komkujiyên li Kurdistanê ye. -
7 kesên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin binçavkirin
7 gundiyên ku komên DEDAŞ’ê yên çûn gundê Sipyagê yê Xana Axparê protesto kirin, hatin binçavkirin. -
Bavê Jîna Emînî: Roja Yekşemê em ê merasîma bîranînê lidar bixin
Bavê Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hatî qetilkirin, ragihand ku ew ê roja Yekşemê merasîma bîranînê lidar bixin. -
Li Şirnexê dema 'qedexeyê' ya dagirkeran hate dirêjkirin
Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand. Herêm ji bo 15 rojên din hate 'qedexekirin'. -
‘Tirkiye dixwaze statuya Herêma Kurdistanê tune bike’
Mesûd Ebdulxaliq wiha got: “Iraqê peymana di navbera Tirkiye û Iraqê de qebûl nekir ku ji aliyê wezîrê PDK’ê ve hatibû kirin.” -
MAK'ê li Gever û Êlihê li polîsên Tirk xist
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê û li taxa Baglar a Êlihê li dijî polîsên Tirk çalakî kirine. -
Li Amedê xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê dayin
Endamê Desteya Rêveberiyê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) Bekîr Topran bal kişand ser pirsgirêkên li nexweşxaneyên li Amedê û got, xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê kirin.