KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şandeya DEM Partî û HDP’ê li Hewlêrê ye
Şandeya DEM Partî û HDP’ê li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê serdana Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Jinên Azad kir. -
22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur be cur destpê kir
22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur bi cur hate destpêkirin. -
Nasnameyên şehîdên Metînayê hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Bi şehadetên xwe, ji bo hemû hevrêyan û gelê me bûn sedema xurtkirina têkoşînê.” -
Sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker 100 leşker û nêzî 25-35 wesatîtên zirxî sewqî Dêrelok û derdora wê kir. -
Ciwanên Başûr: Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê ne
Ciwanên başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê li çend bajar û bajarokan çalakî lidar xistin û gotin: “Em ê li dijî her cure dagirkeriya li ser Kurdistanê rawestin û em ê xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin.” -
HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên ku li herêmên Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, 3 dagirker hatine cezakirin. -
Dewleta Tirk bombe li gundeke girêdayî Duhokê barand, şewat derxist
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand. Piştî bombebaranê şewat derket. -
PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşî ye
PÎK’ê diyar kir ku gelê Kurd di van salên dawiyê de li Kurdistan û seranserê cîhanê helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê nîşan daye û got: ‘’Peymana Lozanê weke rûreşiyekê di dîrokê de cihê xwe digire.’’ -
‘Hebûna PKK’ê ya li çiyayan, hebûna statuya Herêma Kurdistanê ye’
Mamoste û çalakvanan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û gotin: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina jîngeha wê ye. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne.” -
Derbarê kesê mirî de lêpirsîna ‘fînansekirina terorê’ hatiye vekirin
Derket holê ku derbarê Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, lêpirsîna “finansekirina terorê” hatiye vekirin. -
Peyama ji qadên berxwedanê: Em ê rê nedin dagirkerî û xiyanetê
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li qadên berxwedanê li dijî dagirkeran şer dikin destnîşan kirin ku ew ê dagirkeran li ser axa Kurdistanê nehewînin û diyar kirin ku divê gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin berxwedanê. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî heta Çomanê berfireh kir
Tîma Avakirina Aştiya Civakî ragihand ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên hewayî heta Çomanê berfireh kir. -
Dagirkeran bi hevkariya PDK’ê dest bi operasyonek nû kir
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li bajarokê Dêrelok yê Dihokê dest bi operasyonek nû kir. -
Hakan Abî ku hate berdan: Bijî berxwedana zindanan
Hakan Abî ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl dihat girtin piştî ku tehliyeya wî 5 caran bi hincetên cuda hat taloqkirin, hate berdan. -
Komên DEDAŞ’ê ji bo rakirina trafoyê bi leşkeran re hat
Welatiyan nerazîbûn nîşanî rakirina trafoyan da, leşkeran bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kir. -
Bi girseyî serdana şîna gerîlaya YJA Starê kirin
Li Wanê bi girseyî serdana şîna gerîlaya YJA Starê Dîlan Oklu tê kirin. -
HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.” -
Sê jiyan di emrekî de tên gel hev
Her tim ber bi cihekî ve dibezin. Her tim leza wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe biavêjin. -
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li Biradostê baregehên nû ava bike
Li gorî dîmenên ku Rojnews’ê weşandî, artêşa Tirk a dagirker li qada Biradostê ji bo avakirina baregehên leşkerî yên nû kete nav liv û tevgerê. -
Piştî 5 salan Rojnameya Hawalê dîsan dest bi weşanê dike
Rojnameya Hawalê ku yek ji rojnameyên Kerkûkê ye, piştî 5 salan dîsa dest bi weşanê kir. Rojname bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî tê weşandin. -
HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çalakiyên li Zap û Metînayê lidar xistin de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin, derb li çeperekî hate xistin. -
Sinûr Gelawêj: Dîrok dê malbata Barzanî efû neke
Sinûr Gelawêj li ser tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî axivî û got: “Divê gelê rojhilatê Kurdistanê bibe dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.” -
Gerîla di serketinê de bi biryar in
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin. Gerîla bi van çalakiyên xwe ve derbeyên têkçûnê li dewleta Tirk ya dagirker didin. -
HPG: li Zapê 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 caran ji hewayî li baragehên leşkerên Tirk ên dagirker xist. -
Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malekî de girt û 3 kes binçav kirin.