KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji gerîlayên HPG’ê li Herekolê operasyona Şoreşgerî!
Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku bi hevkariya torên îxanetê û kontrayan demek dirêj li herêma Herekol a Sêrtê oprasyonê pêk anîn, operasyonek lidar xistin. Di çalakiya 26’ê Tîrmehê lidar xistin de, 5 çeperên ku leşker li nav bûn hatin rûxandin. -
'Serîtewandina li ber faşîzmê destberdana ji mirovahiyê ye'
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li Nobeda 'Wijdan û Edaletê' daxuyanî da. Baydemîr got, "Sond û peyman e, em ê ji Kurdan re bêjin Kurd, ji Kurdistanê re jî bêjin Kurdistan. Serîtewandina li ber faşîzmê, destberdana ji mirovahiyê ye." -
DBP civînên gel amade dike ku wê bi hezaran kes beşdar bibin
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li 10 bajaran wê civînên gel ê berfireh û li 6 bajaran jî serdanan bike. -
Dadgeha Tirk bi hincetên sosret ceza li zarokên Sûrê birrî
Dadgeha dewleta Tirk, li 11 zarokên ku ji ber "qedexeya derketina derve" 104 rojan li Sûrê asê man, 36 sal cezayê girtîgehê birrî bû. Dadgeha Tirk hinceta vê biryara xwe eşkere kir. -
YPJ/YJŞ'ê zarokek û 2 xwişkên Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
Sûheyîle Daxil a 10 salî û Xalide Hecî Xelef a 15 salî û xwişka wê Heyam Xalid Xelef, ku ji aliyê hêzên YPJ û YJŞ'ê ve li Reqayê hatin rizgarkirin, qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin û gotin, "Eger ne ji hevalan bûya, yek ji me Êzidiyan nedima." -
'Nobeda berxwedanê' di roja 4. de ye
Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê di roja 4. de ye. Tê payin, ku heyetek ji CHP'ê îro serdana çalakiya nobedê bide. -
'Yek ji rojeva çalakiya me, tecrîda li ser Ocalan e'
Parlamenterê HDP'ê Onder ku serdana çalakiya nobedê ya li Amedê kir, destnîşan kir ku yek ji rojeva bingehîn a çalakiya wan rakirina tecrîda li ser Ocalan e. -
Baydemîr: Wê faşîzim têk biçe, edalet were
Parlemeterên li Amedê di çalakiya nobedê de cih digirin, çalakiya deng derxistinê pêk anîn. -
Nivîskarê Evrenselê Karataş hate girtin
Nivîskarê Rojnameya Evrensel Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirîsna KCD a li Amedê di hate birêvebirin de hate girtin. -
Piştgiriya endamên TJA’yê ya ji bo çalakiya nobedê hate astengkir
Endamên TJA’yê yên ku xwestin piştgirî bidin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya HPD’yiyan lidar xisiteye, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
Nasnameya şervanê YPS’ê yê li Wanê jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin
Nasnameya şervanê YPS’ê yê ku 16’ê Tîrmehê li Wanê li dijî artêşa Tirk li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dabû Şahan Colemêrg (Alî Şahîn) e. -
Li Tendûrekê bomberdûman
Artêşa Tirk ji ber ku li wê derê têk çûye Çiyayê Tendûrekê bomberdûman dike. -
Li Colemêrg, Wan û Sêrtê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê, Sêrt û Wanê lidar xistin de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Hatîmogûllari: Me hêviya xwe winda nekir; em ê li kolanan bin
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Hatîmogûllari çû serdana Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê. Hatîmogûllari diyar kir ku wê li kolanan daxwaza edaletê mezin bikin. -
'Heta ku em faşîzmê bidin sekinandin, em ê bi hev re têbikoşin'
Berdevkê HDP’ê Baydemîr got, “Stûyê xwe li ber faşîzmê xwar nekin. Heta ku em faşîzmê bidin sekinandin em ê bi hev re têbikoşin.” -
Gerîla li Çelê lê da: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, danê vê sibehê li Çelê li leşkerên artêşa Tirk dan. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Li Nisêbînê ‘qedexeya derketina derve’
Li sê gundên Nisêbînê ya bi ser Mêrdînê ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin. -
Leşkerên Îranê li ser sînor ciwanek kuştin
Li gundê Kendalokê yê ser bi navçeya Gever a Colemêrgê, şevê din bi guleyên leşkerên Îranê ciwanek hate kuştin. -
'Nobeta Berxwedanê' ya HDP’ê kete roja sêyemîn
'Nobeta Wijdan û Adaletê' ya HDP’ê ku 25’ê Tîrmehê li Parka Ekîn Ceren a Amedê bi dirûşma "Em Ranewestin, Bibêjin Êdî Bes e, Faşîzmê Rawestînin" dest pê kir, kete roja sêyemîn. -
DAIŞ'ê êrîşî Kurdên Kakaî kir
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî du gundên Kurdên Kakaî yên li Daqoqê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî hatine revandin. -
Doz li kujer venekir, lê li nûçegihan vekir
Polîsên Tirk li navçeya Westanê avêtin ser malekê û welatiyê bi navê Şefîk Tûnûç bi çekê kuştin. Li hemberî nûçegihan Hulya Emeç a ku nûçeya vê bûyera kuştinê çêkir û li dijî hevsera Tûnûç û xebatkarên ajansê ji xala 301 a TCK doz hate vekirin. -
Piştî 13 salên pêşmergetiyê li Şengalê karê xizmetguzariyê dike
Pêşmergeyê bi navê C.B ê ku 13 sal pêşmerge bû, niha dev ji wezîfeya xwe berda û li Şengalê di karê xixmetguzariyê beşa paqijiyê de cih digire. -
Li Colemêrg û Sêrtê çalakiyên gerîlayan: 9 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên Colemêrg û Sêrtê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Şengalê di xaniyekî de teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Şengalê li gundê Girzêrik ji ber teqandina mayînekê ya ku berê li xaniyekî hatibû danîn, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
HDP: Saet 21:00’ê em bibin dengê ûcdanan!
Hevseroka HDP’ê Kemalbay bang li gelan kir ku xwedî li Nobeta Ûcdan û Dadmendiyê derkevin û bang û li ber xwe bidin.